Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) rapora xwe ya kurteya 2020an weşandiye. Li gorî raporê, heta 1ê Kanûna Pêşiyê ya 2020an li seranserê cîhanê 387 rojnameger girtî bûn.
Di pênc salên derbasbûyî de hejmara rojnamegerên girtî, ji sedî 17 zêde bûye. Di sala 2015an de hejmara rojnamegerên girtî 328 bû, di sala 2019an de ev hejmar bûbû 389.
RSFyê diyar kiriye ku zêdetirî nîvê rojnamegeran (ji sedî 61) li pênc welatan e. Du sal in ku li ser hev Çîn, Misir, Erebistana Siûdiyê, Wîetnam û Sûriye di rêza pêncan de ne.
Ji sêyê yekî rojnamegerên girtî li Çînê ne. Hejmara rojnamegerên girtî li vî welatî 117 ne. Li Erebistana Siûdiyê 34, li Misrê 30, li Wîetnamê 28 û li Sûriyeyê 27 rojnameger girtî ne.
Covid-19ê bandor li rojnamegeran kiriye
Her çiqas ku ne zêde berfireh be jî, daneyên RSFyê kom kirine, daye xuyakirin ku piştî şewba Covid-19ê rêjeya binpêkirinên azadiya xweîfadekirinê zêde bûye. Di her sê mehên Adar, Nîsan û Gulanê de rêjeya girtina rojnamegeran a kêfî çar qatan zête bûye.
Ji 1ê Sibatê û vir ve ji 300î zêdetir bûyerên binpêkirina mafên çapemeniyê pêk hatine.
Rojnameger bi piranî ji bo çend saetan, hin caran ji bo çend rojan na jî hefteyekê hatine girtin. 14 rojnameger ji ber nûçeyên derbarê şewbê de hatine girtin û hîna nehatine berdan.
Rêjeya rojnamegerên jin ên girtî ji sedî 35 zêde bûye
Di 2020an de hejmara rojnamegerên jin ên girtî ji sedî 35 zêde bûye. Hejmara rojnamegerên jin ên ku hatine ji 31ê derketiye 42yan. Piraniya rojnamegerên jin li Belarûsê (4) piştî hilbijartina li Belarûsê ya di Tebaxê de hatine girtin. Her weha 2 jê li Çînê, 4 li Îranê, 3 li Misrê, 2 li Kamboçyayê, her yek li Wîetnam û Gûatemalayê girtî ne.
Rêjeya jinan ji sedî 11ê rojnamegerên girtî ye.
45 rojnameger dîlgirtî ne
Li gorî heman raporê li seranserê cîhanê herî hindik 54 rojnameger dîlgirtî ne. Ev hejmar li gorî sala borî ji sedî 5 kêmtir bûye. 34 rojnameger li Sûriye, 9 li Yemen û 11 jî li Iraqê dîlgirtî ne.
41 ji van rojnamegerên profesyonel, 7 jê rojnamegerên neprofesyonel û 6 jê jî medyakar in.
25 rojnameger di destê DAIŞê de ne, 7 li Yemenê di deste Hûsiyan de ye. Her weha di destê El Qaîde, HTŞ û rêxistinên tundrew de jî 13 rojnameger hene. 9 rojnameger jî di destê wan rêxistinan de ne ku ev rêxistin nayên penasekirin. (HA/FD)