Fotograf: Evrim Kepenek / bianet
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Omer Fethî Gurer, Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) yê Nîgdeyê bal kişandiye ser wî tiştî ku di salên dawiyê de tundkariya mêran zêde bûye û pirsyarnameyek pêşkêşî Wezareta Malbatan û Xizmetguzariya Civakî kiriye.
Gurerî di pirsyarnameyê de pirsiye û gotiye “Wezaretê û şaredariyan di pênc salên dawî de çend stargehên jinan vekirine û çend kes dikarin li van deran bimînin, di sala 2020an de çend jin, zarok-dê li stargehan mane, li çend stargehan qet mêvan nînin, di sala 2020an de çend kesan serî li Alo 183, Xeta Piştgiriya Civakî dane, bersiva çend jinan hatiye dayîn, çend jinan ji bo piştgiriya psîkoljîk, hiqûqî û ekonomîk serî li Alo 183yê dane, heta Gulana 2021an Wezaretê çend jin parastiye?”
Heta meha Gulanê 22 hezar û 87 jin li stargehan mane
Wezîr Derya Yanikê di bersiva xwe de gotiye ku, ji sala 2016an û vir ve Wezaretê 7 “mêvanxane”, şaredariyan jî 3 “mêvanxane” vekirine.
Wezîrê diyar kiriye ku di sala 2020an de li Tirkiyeyê 35 hezar û 331 jin û 20 hezar û 551 zarok, li ser hev 55 hezar û 882 kes li stargehên jinan mane û wiha dewam kiriye: “Heta meha Gulanê ya 20201an xizmet dane 22 hezar û 87 jin û 9 hezar û 648 zarok, li ser hev 31 hezar û 735 kesan.”
(EMK/FD)