Pêşangeha Pirtûkan a Mezopotamyayê ya ku li Navenda Pêşangeh û Kongreya Mezopotamyayê ya Navneteweyî di 16ê Kanûna Pêşiyê de hat lidarxistin û wê heta 24ê Kanûna Pêşiyê bidome.
Herî dawî di sala 2019an de pêşangeha pirtûkan hatibû lidarxistin û bi giştî 175 hezar 714 kes serdana pêşangehê kiribûn.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê ji roja destpêkê heta îro, di 5 rojan de 237 hezar û 768 pirtûkhezan serdana pêşangehê kirine.
Welatiyan ji roja destpêkirina pêşangehê heta niha eleqeyeke mezin nîşanî Pêşangeha Pirtûkan a Mezopotamyayê dan.
Weşanxaneyên bi kurdî pirtûkan çap dikin jî di nav de, bi giştî 120 weşanxane û 350 nivîskar tev li pêşangehê dibin.
Di pêşangehê de gelek bernameyên wekî panel, gotubêj, bernameyên îmzekirina pirtûkan tên lidarxistin. Gelek pirtûkhez ji bajarên derdor ên wekî Mêrdîn, Êlih, Rihayê û hwd. tên serdana pêşangehê.
(AY)