Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li Gazzeyê aşkere kiriye ku ji 10ê Gulanê heta niha di encama êrişên Îsraîlê de 145 felestînî ku jê 41 zarok û 23 jin bûye mirine, 1100 kes jî brîndar bûne.
Ofîsa Ragihandinê ya Hukumeta Gazzeyê daxuyanî daye û aşkere kiriye ku Îsraîlê 1050 êrişên hewayî pêk aniye.
Li Ajansa Anadolûyê di daxuyaniyê de weha hatiye gotin:
“Êrişkariya Îsraîlê zerar û ziyanên mezin daye saziyên aboriyê mal û milkên welatiyan. Li gorî pêşbîniyên ewil bi qasî 155 mîlyon dolar zerar û ziyan hatiye tespîtkirin.”
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku Îsraîl astengkirina çûn û hatinên tîcarî yên Gazzeyê û masîvaniya li Deryaya Gazeyê berdewam dike.
(RT/AY)