Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Saziya Statîstîkan a Tirka(TUIK) piştî 2012ê êdî li ser karkerîya zarokan daneyan naweşîne.
Berivan Karakeçili keçeka 13 salî bû. Ji beriya 5 mehan dema ku wê li zevîyekê karkerî dikir baran bariyaye. Bavê Berivanê gotiye serkarê wê jê re gotiye kevir jî bibare divê ew kar bikin. Bahoz rabûye û tiştekê req li serê Berivanê ketiye. Zaroka karker miriye.
Di vê rewşê de Saziya Statîstîkan a Tirkan daneyên rapirsînan li ser karkerîya zarokan nake û daneyan naweşîne.
Li gor daneyên sala 2012ê ji sedî 44,7ê karkerên zarok li karên çandinîyê kar dikirin. Ji sedî 24,3yê zarokên karker li sanayî(pîşesaziyê) kar dikirin. Ji sedî 31ê zarokên karker xizmetên civakî dikirin.
150 milyon zarok karker in
Ceren Ababay Tosyalı ji bo Rêxistina Navneteweyî ya Karkirinê(ILO) kar dike. Wê diyar kir ku li dinyayê 150 milyon zarok karkerîyê dikin.
Li dinyayê ji her deh zarokên karker heft zarok li karên çandinîyê kar dikin.
“Li gor daneyên TUIKê yên sala 2018ê; ji sedî 24,9ê kesên ciwan ên 15-24 salî bêîş û kar in.”
Li gor agahiyên Meclîsa Ewlehîya Karî û Saxlemîya Karkeran di pênc mehên 2019ê de navê zarokên karker ên mirîn ev in:
Arda Kaan Keskin, İsa Boğa, Ali Soyer, Ferhat Arslan, Burak Türker, Nurullah Karakuş, Emrullah Alptekin, Yakup Çetin, Diyar Bilen, Tevfik Fukra Erikli, Ahmed El Ahmed, Asiye Torun, Ahmet D., Nergiz Kinno, Göksal Çolak, Ömer Demet, Gökhan Özkan, Berivan Karakeçili, Ahmet Çiftçi, Abdul Şükür Türkmen, Hakan Güneş, Yakup Yıldız, Muhammed Emin, Zinnur Tomay, İbrahim Halil Oruç, Ramazan Uysal.
(AO/MB)