Ji bo nûçeya tirkî / îngilizî bitikîne
Di 24ê Kanûna Paşiya 2022an de li Cizîrê (Kolana Yafesê) wesayita zirxpoş li ciwanê bi navê Abdulgaffar Dayanê 23 salî xistibû. Dayanî li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin miribû. Piştî vê bûyerê carekê din mirin û birîndarbûnên ji ber wesayîtên bizirx çêdibe bûye rojev.
Li gorî daneyên Navenda Dokumantasyona Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê(TIHV) di çar salên dawî de 9 jê zarok, yek astengdar, 18 kes ji ber ku wesayîtên serbi saziyên dewletê û hêzên ewlekariyê li wan dane, mirin e. Her weha di heman qonaxê de 14 jê zarok 50 kes jî birîndar bûne.
Bixwîne - Mîhraç, Efe, Berfîn... Di 10 salan de polîsan bi wesayitên zirxkirî 20 zarok kuştine
Bixwîne - Ciwanê ku wesayîta zirxpoş ya polîsan lê dabû, miriye
Li gorî daneyên TIHVê sala par(2021) di 9 bûyerên cûda de 4 jê zarok herî kêm 6 kes ji ber wesayîtên serbi saziyên dewletê û hêzên ewlekariyê li wan dane, mirin e. Dîsa 6 jê zarok 15 kes birîndar bûne.
Daneyên çar salên dawî weha ne:
- Di sala 2018an de di 17 bûyerên cûda de 6 jê zarok 31 kes ji ber ku wesayîtên serbi saziyên dewletê û hêzên ewlekariyê li wan dane, birîndar bûne. Her weha 2 jê zarok, yek astengdar 7 kes mirin e.
- Di sala 2019an de di 6 bûyerên cûda de 2 jê zarok 3 kes ji ber ku wesayîtên serbi saziyên dewletê û hêzên ewlekariyê li wan dane, birîndar bûne. Yek jê zarok 3 kes mirin e.
- Di sala 2020an de di 2 bûyerên cûda de ji ber ku wesayîtên serbi saziyên dewletê û hêzên ewlekariyê li wan dane, kesek birîndar bûye û 2 kes jî mirin e.
- Di sala 2021an de di 9 bûyerên cûda de 4 jê zarok herî kêm 6 kes ji ber wesayîtên serbi saziyên dewletê û hêzên ewlekariyê li wan dane, mirin e. Dîsa 6 jê zarok 15 kes birîndar bûne.
(AO/AY)