Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Nivîskar Yaşar Kemal 24ê Sibatê, di 3yemîn salvegera mirina xwe de li Navenda Çandê ya Yaşar Kemal a li navçeya Sariyerê bê yadkirin.
Beşa yekê ya bernameyê wê bi navê “Wêje û Jiyanê” de çêbibe û wê li ser giringiya perwerde û çanda xwendinê û belavkirina perwerde û xwendinê nirxandin bên kirin. Di vî beşî de wê Prof. Dr. Sedat Sever, Sevengul Sonmez, Yalvaç Ûral, Şafak Pala, Çîgdem Odabaşi û Adnan Bînyazar biaxivin.
Dîsa wê pêşangehek bê vekirin ku di encama xebatên Weqfa Yaşar Kemal dide meşandin de derketine holê.
Di beşa dawiyê de pirtûka Yaşar Kemalî ya bi navê “Çûka Bi Baskekî” (Tek Kanatlı Bir Kuş) weke şanoya xwendinê bê pêşkêşkirin. Pirtûk ji hêla Atîlla Bîrkiye ve weke metna şanoyê hatiye sazkirin û wê ji hêla Tîlbe Saran, Atîlla Şendîl, Hakan Gerçek û Metîn Belgîn ve were xwendin.
Bername bi hevkariya Weqfa Yaşar Kemalî û Şaredariya Sariyerê ve hatiye amadekirin. (ÇT/FD)