Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê(TIHV) înfografîka têkildarî mirinên ku di encama lêqelibandina wesayîtên serbi saziyên dewletê û hêzên ewlekariyê de pêktên, amade kiriye.
Li gorî xebatê di navbera salên 1ê Kanûna Pêşiya 2018an û 10ê Îlona 2021an de di encama lêqelibandina wesayîtên hêzên ewlekariyê û wesayîtên serbi saziyên dewletê de 9 jê zarok 16 kes mirine.
Her weha li gorî xebata ku bi daneyên Navenda Dokûmantasyona TIHVê hatiye amadekirin, di vê qonaxê de di encama lêqelibandina wesayîtên hêzên ewlekariyê û wesayîtên serbi saziyên dewletê de 13 jê zarok 41 kes jî brîndar bûne.
Bûyerên ku li gorî salan pêk hatine weha ye:
- Di sala 2018an de di 17 bûyerên cûda de di encama lêqelibandina wesayîtên hêzên ewlekariyê û wesayîtên serbi saziyên dewletê de 6 jê zarok 31 kes brîndar bûne. 2 jê zarok, yek jê astengdar 7 kes mirine.
- Di sala 2019an de di 6 bûyerên cûda de di encama lêqelibandina wesayîtên hêzên ewlekariyê û wesayîtên serbi saziyên dewletê de 2 jê zarok 3 kes brîndar bûne. Yek jê zarok 3 kes mirine.
- Di sala 2020an de di 2 bûyerên cûda de di encama lêqelibandina wesayîtên hêzên ewlekariyê û wesayîtên serbi saziyên dewletê de kesek brîndar bûye. 2 zarok mirine.
- Di nava sala 2021an de heta 10ê Îlonê di 7 bûyerên cûda de di encama lêqelibandina wesayîtên hêzên ewlekariyê û wesayîtên serbi saziyên dewletê de 5 jê zarok 6 kes brîndar bûne. 4 zarok mirine.
Hûn dikarin înfografîkê li vê navnîşanê dabixînin.
(AS/AY)