Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan tevî endamên Şandeya Îmraliyê, ji bo salvegera “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” dê di 27'ê Sibatê de civîna çapemeniyê li dar bixin.
Her weha li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê civîn dê li Enqereyê saet di 11:00an de dest pê bike û dê peyama nû ya Abdullah Ocalan a derbarê pêvajoyê were xwendin.

Ji Abdullah Ocalan banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’
Hate diyarkirin ku dê di bernameyê de pêvajoya salekê û mijara "tiştên ku divê di qonaxa duyemîn de werin kirin" ku Abdullah Ocalan di hevdîtina dawî de qal kiribû, bê nirxandin.
Her wiha tê çaverêkirin ku ji saziyên demokratîk, partiyên siyasî, rewşenbîr, nivîskar û rojnamegeran gelek kes beşdarî vê daxuyaniyê bibin.

Ji Abdullah Ocalan piştî 26 salan banga bi dîmen

Çi bûbû?
Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di 23ê Cotmeha 2024an de di çarçoveya hevdîtina malbatê de piştî 43 mehan cara yekemîn bi biraziyê xwe Omer Ocalan, Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê re hevdîtin kir. Ocalan di hevdîtinê de destnîşan kiribû ku tecrîda li ser wî didome û weha gotibû, "Ger şert û merc çêbibin, hêza min a teorîk û pratîkî heye ku vê pêvajoyê ji zemîna pevçûn û tundiyê derxînim ser qada hiqûqî û siyasî."
Piştî hevdîtinê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ragihand ku di 6ê Mijdara 2024an de 6 meh cezayê nû yê qedexekirina hevdîtinê li Ocalan hatiye birin.
Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî di civîna koma partiya xwe ya 26ê Mijdarê de got, "Em li bendê ne ku di navbera Îmraliyê û koma DEMê de rû bi rû hevdîtin bên kirin."
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bersiva banga Bahçelî da û got, "Em weke hevserok dixwazin biçin hevdîtinê bi Birêz Ocalan re bike û tevkariyê li aştiya vî welatî bikin."
DEM Partiyê ji bo bi Ocalan re hevdîtinê bike heman rojê serî li Wezareta Dadê da.
Wezareta Dadê piştî mehekê bersiva erênî da serlêdana DEM Partiyê û Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder di 28ê Kanûnê de li Girava Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtin pêk anîn.
Piştre Ahmet Turk jî tevli şandeyê bû. Li ser daxwaza Ocalan Onder, Buldan û Ahmet Turk bi partiyên siyasî re dest bi hevdîtinan kirin.
Şandeyê heta niha bi MHP, Partiya Pêşerojê, AKP û Partiya Saadetê re hevdîtin kiribû.
Piştî hevdîtina duyemîn şande di çarçoveya hevdîtinên ji bo pêvajoyê de serdana Herêma Kurdistana Iraqê kir û li wir bi serkirdeyên YNKê Bafil Talabanî, Kubat Talabanî û yên PDKê Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî re civiyan.
Hevdîtina sêyem a bi Ocalan re di 27ê Sibatê de pêk hat. Piştî hevdîtinê peyama Ocalan li Stenbolê hat xwendin û Ocalan di peyamê de banga çek danînê kir.
Di şandeya vê carê de Ahmet Turk, Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder, Tulay Hatîmogûllari, Tuncer Bakirhan, Cengîz Çîçek û Faîk Ozgur Erol cih girtin.
(AY)

