Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Platforma Jinan a 25ê Çiriya Paşiyê, aşkere kiriye ku ew 25ê Çiriya Paşiyê di Roja Têkoşînê ya Navnetewî ya li Dijî Tundkariya li Ser Jinan de careke din li Taksîm Tunelê bicivin.
Jinan diyar kiriye ku ew ê saet di 19.00ê de bi coş li Taksîm Tunelê bên ba hev. Di hesabê medyaya civakî yê Meşa Şevê ya Feminîstan de peyamek hatiye weşandin: “Çawa ku dizane bila mêr bên, çawa ku dizane bila dewlet bê. Em ê jî roja 25ê Çiriya Paşiyê saet di 19.00ê de li dijî tundkariya mêran-dewlete çawa ku dizanin li Taksîm Tunelê ne. Hadê em saetên xwe ji bo demê eyar bikin, em jinekê jî nehêlin ku banga me negihiştibe wê.”
(EMK/FD)