Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Di 3ê Kanûna 1994an de li Kadirgayê avahiya teknikê û li Cogalogluyê jî avahiya navendê ya Ozgur Ulkeyê hat bombekirin. Di encama êrişa bombeyî de xebatkarê Ozgur Ulkeyê Ersîn Yildiz li Kadirgeyê avahiya teknîkê hat qetilkirin û 23 xebatkarên din jî birîndar bûn.
Li gorî nûçeya Dihaberê merasîma bîranînê roja şemiyê pêk hat. Girseya ku qurnefîlên sor û wêneyên Ersîn Yildiz di destê wan de bûye, dirûşma “Çapemeniya Azad bêdeng namîne” berz kirine.
Berpirsê Weşana Giştî ya Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Ersin Çaksu di axaavtina xwe de behsa pêvajoya wê demê û bombekirina avahiyên rojnameyê kir.
Nameya ji bo Ersin Yildiz
Ersin Yildiz di nameya ji bo Çaksu hatibû nivîsandin de xwend û wiha hat got:
“Em hatine vê derê, ji bo te bibîr bînin. Bi vê wesîleyê em dixwazin ji te re qala rewşa welêt bikin. AKP'ê gelek pêkanînên beriya xwe rexne kir û di vê çarçoveyê de hate ser desthilatdariyê. Bavê te yê çû ser dilovaniya xwe jî, mîna gelek kesan ji AKPê hêvî kiribû û gotibû 'birazê, ev hinekî cuda xuya dikin, wê pirsgirêkê çareser bikin'. Mebesta wî pirsgirêka Kurd bû. Lê mixabin ev nebû. Baş e çi bû?
Dosyayên bûyerên we di dema xwe nivîsandin û kiryarên wan hê li şûna xwe ne. Hin jê hatine nixumandin, hin jî li ber demê çûne... Kiryarên hin bûyeran jî 'mafdar' hatine dîtin û payeya wan hatiye bilindkirin. Ew jî li cihê man e, karê xwe dewam dikin.
Vê carê di bin navê 'Plana Têkbirinê' de planek amade kirin. Ji MGKê derbas bû. Hikûmetê pejirand. Ev du sal in bi cih tê anîn. Hewl tê dayîn, tiştên berê hatine gotin werin jibîrkirin. Dest bi înkarkirina gotinên xwe kirin. Yan jî gotin, em hatin xapandin.
Hewldana darbeyê weke 'Xêra Xwedê' hat dîtin. Rewşa Awarte hate ragihandin. Destûra Bingehîn a 12'ê Îlonê jî têr nedîtin. Binpêkirin dewam dike. Hingî gundhatibûn valakirin. Niha jî bajaran vala dikin. Lê belê zanibe; gelê me li ber xwe dide, dest ji axa xwe bernade. Siyasetmedaran, hilbjiartiyan serî netewandin, lewma wan dixin girtîgehê.
Ahmet Altan ê ku di dema bombekirina rojnameyê de hat piştgiriya rojnameyê bike, ew jî xistin girtîgehê. Zana Kaya yê hat bîranîna te, ew jî li girtîgehê ye. Necmiye Alpay, Asli Erdogan, înan Kizilkaya li girtîgehê ne. Wekî din kî hatine girtin? Bi sedan rojnamevan, nivîskar, belavkar hatine girtin. Ewqas rojname, televîzyon û radyo jî hatin girtin. Çima? Mixabin ji ber heman sedema bombekirinê. Zîhniyet jî, pêkanîn jî naguhere. Em bawerin wê aqûbeta wan jî bi heman rengî be.
Em bi mirovên ronî yên Ulkeya xwe, li ber xwe didin. Nikarin ser rastiyê bigirin. Nikarin çapemeniya azad bêdeng bikin."
(YO)