Ji bo nûçeya Tirkî
Li Yugoslavyayê dema şerê navxweyî herêma Srebrenista ji hêla Neteweyên Yekbûyî ve weke herêma ewle hatibû îlankirin. Libelê artêşa sirpan wê herêmê bi dest xistibûn û li ser wê yeke jî leşkerên Hollandayê 8 hezar û 372 welatiyên boşnakî radestî sirpan kiribûn û wan jî qetlîameke mezin pêk anîbûn. Di 21. salvegera qetlîame de nasnameyên 127 cenazeyan nû hatin tespîtkirin û wê li Goristana Potoçariyê werin definkirin.
Hestûyên wan kesan di 2016an de hatibûn dîtin û piştre hatibû teşhîskirin ku ew hestûyana aydî 127 kesan e. Cenaze îro tên defin kirin û 12 ji wan cenazeyan aydî zarokan e. Herwiha hatibû daxuyandin k udi nav 127 kesên qetilkirî de yê herî ciwan Avdija Memic (14) e, yê herî mezin jî Mistefa Hadzovic (77) e.
Hejmara kesên ku defne Goristana Potoçariyê hatine kirin derket 6 hezar û 504an.
Li Srebrenistayê çi bûbû?
Dema li Yugoslavyayê şerê navxweyî pêk dihat, sirpan qetlîmeke mezin dabûn destpêkirin û NYê mudaxeleyê li wê yeke kir û Srebrenistayê ji bo sivîlan weke herêma ewle îlan kir.
Di 6-8ê Tîrmeha 1995an de sirpan Srebrenistayê dorpêç kir. Dema dorpêçkirinê bi hezaran boşnakên misilman xwe spartibûn bajêr û wana 600 leşkerên Hollandayê diparêst. Sirpan piştî dorpêçkirin û ambargoyê li dijî bajêr dest bi bombekirinê kir. Şervanên misilman çeken xwe yên ku radestî NY-Hêzên Aştiyê kiribûn dîsa xwestin lê nedane wan.
Di 9ê Tîrmeha 1995an de sirpan 30 leşkerên Hollandayê dîl girtin, dema serbestberdana wan de bi çekan gule reşandin û leşkerekî hollandayî jî kuştin û li ser vê yeke fermandarê leşkerên Hollandayê ji NYê piştgiriya ji hewayê xwest, lê NYê destûr neda ku balafir eniyên sirpan bombe bikin.
Di 11ê Tirmehê de hêzên sirpan gotin ku eger şervanên misilman çeken xwe radestî wan nekin ew dê kesên dîlgirtî bikujin û piştre ketin bajêr.
Di 13ê Tîrmehê de qirkirina misilmanên bêçek dert pê kir. Hêzên NYê li Potocariyê ji bo serbestberdana 14 leşkerên Hollandayê 5 hezar misilmanên boşnakî radestî sirpan kirin.
Di 16ê Tîrmeha 1995an de piştî penaberên ku gihiştine herêma misilmanan agahiya qirkirinê jî gihişte raya giştiyê.
(ÇT/YO)