Bi operasyona polîsan a li ser Sozcu TV û sozcu.com.tr'yê re, TMSFyê (Fona Sîgortaya Mevdûatên Teserûfê) jî qeyûm tayînî şîrketê kir. Bi vî awayî rêveberiya şîrketê derbasî destê TMSFyê bû.
TMSF him di sektora medyayê de him jî di aboriya Tirkiyeyê de berfireh dibe. Sozcu TV, ji Adara 2025an vir ve bû 12emîn kanala televizyonê ku bi destê TMSFê qeyûm tê tayînkirin.

Polîsan bi ser Halk TVyê de girtin: Qeyûm hat tayînkirin û weşan hat rawestandin
Pêvajoya ku bi Flash Haberê dest pê kir
Di dema dawî de pêla tayînkirina qeyûman a li ser kanalên televizyonê, di Adara 2025an de bi Flash Haber TVyê dest pê kiribû:
14 Adar 2025 – Flash Haber TV: Di çarçoveya lêpirsîna behîsa neqanûnî ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de, TMSF weke qeyûm ji bo Flash Haber TV, Pozitifbank û Payfix jî di nav de 23 şîrketên ku xwediyê wan Erkan Kork e, hat tayînkirin.
11 Tebax 2025 – Ekotürk TV: Di çarçoveya lêpirsîna lîstikên behîsê yên neqanûnî de ku li dijî saziya pereyê elektronîk Paparayê dihat meşandin,rêveberiya Ekotürk TVyê ku şîrket tê de hevpar e, ket destê TMSFyê.
10 Îlon 2025 – Kanal V: Di lêpirsîna li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê de, ji bo şîrketên ku di nav de Vîp Yayincilik ve Reklamcilik AŞ ya xwediyê televîzyona herêmî Kanal V Mehmet Okan Kaya heye, biryara qeyûm hate dayîn.
11 Îlon 2025 – Şeş kanalên girêdayî Can Holdingê: Di lêpirsîna holdingê de ji bo 121 şîrketan qeyûm hate tayînkirin. Habertürk TV, Show TV, Bloomberg HT, HT Spor, Show Türk û Show Max derbasî rêveberiya TMSFyê bûn.
24 Cotmeh 2025 – TELE1: Piştî ku Berpirsê Weşana Giştî Merdan Yanardağ di çarçoveya lêpirsîna sîxuriya siyasî de hate desteserkirin, ji bo ABC Radyo Televizyon ve Dijital Yayinculik AŞyê ku xwediyê kanalê ye, qeyûm hate tayînkirin. Heyeta qeyûman weşanên nûçeyan rawestand.
14 Cotmeh 2026 – Halk TV: Di çarçoveya lêpirsîna derbarê Serokê Desteya Rêveber Cafer Mahiroglu de dihat meşandin de, TMSF bû qeyûmê rêveberiya kanalê. Weşana zindî hate rawestandin.
17 Mijdar 2026 – Sozcu TV: Di çarçoveya lêpirsîna li ser Burak Akbay de, qeyûm li "Mega Ajans ve Reklamcılık Ticaret AŞ"yê hate tayînkirin; bi vî awayî Sozcu TV û malpera nûçeyan a komê ketin destê qeyûman.
Di vê serdemê de ji bilî kanalên televizyonê, platforma weşana dîjîtal GAÎN jî derbasî bin rêveberiya TMSFyê bû. Di 16ê Kanûna Pêşîn a 2025an de, di çarçoveya lêpirsîna li dijî Anahat Holdingê de ji bo GAÎN Medya, GAÎN Studios û GAÎN Shorts qeyûm hate tayînkirin. Piştî van tayînkirinan, li hin kanalan guhertin di weşanê de hatin kirin û hin jî hatin firotin.
Hejmara şîrketên di bin destê TMSFyê de du qat zêde bû
Televizyon, tenê beşek ji portfoyoya qeyûm ya TMSFyê pêk tînin.
Li gorî raporên xebatên Fonê, TMSF di dawiya sala 2024an de qeyûmê 699 şîrket û kargehan bû; ev hejmar di dawiya sala 2025an de gihîşt 949an. Hefteya borî jî hat eşkerekirin ku hejmara şîrketên di bin destê qeyûman de bûye 1353.
TMSF li 78 şîrketan çavdêriyê dike û li 65 şîrketan jî ji ber ku parên wan di bin ji sedî 50yî re ne, bi awayekî sînordar qeyûmtiyê dimeşîne. Her wiha dest daniye ser mal û milkên 109 kesan jî û wan bi rê ve dibe.
TMSFyê ragihand ku wan ji bo birêvebirina van şîrket û mal û milkan bi giştî 534 kes erkdar kirine û 381 ji van kesan karmendên Fonê bi xwe ne.
Mezinahiya çalak a 880 mîlyar lîreyî
Zêdebûna di hejmara şîrketan de li ser mezinahiya aborî ya ku TMSF bi rê ve dibe jî bandor kir.
Li gorî Raporxaneya Xebatê ya 2024an a Fonê, di serdema beyannameyê ya 30ê Îlona 2024an de, tevahiya mezinahiya aktîf a van şîrketan 218 mîlyar TL, serweta wan a bingehîn 128 mîlyar TL û ciroya wan jî 99 mîlyar TL bû. Di van şîrketan de 23 hezar û 810 kesî kar dikir.
Di Rapora Xebatê ya 2025an de jî daneyên serdema beyanê ya 30ê Îlona 2025an wiha hatin eşkerekirin: 880 mîlyar TL tevahiya mezinahiya aktîf, 424 mîlyar TL tevahiya çavkaniya esasî, 270 mîlyar TL tevahiya ciroyê û 49 hezar û 227 kes jî hejmara xebatkarên ku hatine îstihdamkirin.
Mezinahiya aktîf a nominal a portfoyoya qeyûman di nava salekê de nêzî çar qatan zêde bû, ciroya wê 2,7 qatan û îstihdama wê jî du qatan zêde bû.
Ji medyayê heta enerjiyê, ji fînanse heta înşaatê
Tomarên sicîlê yên bazirganiyê yên li ser şîrketên ku qeyûm li ser hatine danîn nîşan didin ku TMSF, li derveyî medyayê jî di qadeke berfireh a aborî de desthilata rêveberiyê girtiye destê xwe.
Di lîsteya ku 1355 qeyid tê de heye ku ji aliyê bianetê ve hatiye lêkolînkirin, şîrketên di warên înşaat, xaniyan (gayrimenkul),enerjî, xwarin, tûrîzm, teknolojî, fînanse, tenduristî û medyayê de hene.
Di nav navên bazirganî yên di lîsteyê de, peyva "înşaat"ê di 244 şîrketan de, "xwarin" di 159an de, "geştiyarî" di 148an de,"enerjî" di 92an de û "teknolojî" jî di 79 şîrketan de derbas dibe.
(HA/AY)






