Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Enstîtuya Lêkolînên Bêçekbûnê ya Neteweyên Yekgirtî (NY) li ofîsa xwe ya Cenêvê civîneke çapemeniyê li dar xistiye û rapora xwe ya derbarê bikaranîn, çêkirina mayînan, paqijkirina erdên mayînkirî û binpêkirinên mafan ên ji ber mayînan de aşkere kiriye.
UNIDIRê diyar kiriye ku di sala 2020an de ji ber mayîn û teqemeniyan 2 hezar û 492 kes mirine, 4 hezar û 561 kes jî birîndar bûne. Nîvê wan, zarok in.
Saziyê destnîşan kiriye ku di 6 salên dawiyê de hejmara mirî û birîndaran a ji ber mayînan, zêde ye û di sala 2020an de li gorî sala 2019an, hejmar hezar û 220 zêde bûye.
Sûriye di rêza yekem de ye
Di sala 2020an de herî zêde li Sûriyeyê mirov ji ber mayînan mirine û birîndar bûne. Li vî welatî 2 hezar û 729 kes mirine an jî birîndar bûne. Sûriye Peymana Qedexeya Mayînan îmze nekiriye û ji sala 1999an û vir ve hejmara mirin û birîndarbûnên ji ber mayînê di asta herî bilind de ye.
Welatên ku peyman îmze kirine, di sala 2020an de 146 kîlometrekare erdên mayînkirî paqij kirine û 135 hezar û 500 mayînên bejayî derxistine.
Kamboçya û Xirvatistanê ew welat in ku herî zêde erdên mayînkirî paqij kirine. Yewnanistan û Ûkraynayê bi qasî soza ku dabûn, erd paqij nekirine.
Welatên ku peyman îmze kirine di sala 2020an de, 55 milyon mayînên depokirî ji holê rakirine. Srî Lankayê di sala 2021an de ji sedî 94ê mayînên ku li bal wan e, ji holê rakiriye û di rêza yekê de cih girtiye.
Di raporê de saziyê diyar kiriye ku DYA û Rûsyayê mayînên nû yên bejayî çêkirine û Çîn, Kuba, Hindistan, Îran, Koreya Bakur, Pakistan, Rûsya, Sîngapûr, Koreya Başûr û Wîetnam jî mayînan çêdikin.
Di heman salê de hêzên çekdar ên ne dewlet in jî di sala 2020an de li Afganistan, Kolombiya, Hindistan, Myanmar, Nîjerya û Pakistanê di çêkirina mayînên antî-personel de berdewam in.
Tirkiye soza xwe bicih neaniye
Tirkiyeyê 2004ê de Peymana Qedexekirina Mayînan îmze kiriye û soz daye ku heta 2014an de hemû mayînên çandî tune bike. Lê ev soza xwe bicih neaniye û di sala 2013an de xwest ku ji bo 8 salan vê demê dirêj bikin.
Li gorî rapora ku Tirkiyeyê di vê demê de amade kiriye, ji milyonekê zêdetir mayîn di nav erdan de çandinîne. (KÖ/FD)