Fotograf: Ferid Demirel / bianet
Malpera Diyarnameyê, îstatîstîkên derbarê pirtûkên kurdî de yên sala 2020an weşandiye. Diyarname her sal amaran ji weşanxaneyên kurdan kom dike û derbarê hejmara pirtûkên bi kurdî de nûçeyekê diweşîne.
Li gorî nûçeya Cemil Oguzî digel şewba pandemiyê jî di sala 2020an 274 pirtûkên bi kurdî yên bi tîpên latînî derketine. Di sala 2019an de ev hejmar 252 bû.
Herî zêde pirtûkên helbestan çap bûne
Di sala 2020an de 76 pirtûkên helbestan çap bûne ku di sala 2019an de ev hejmar 67 bû. 50 pirtûkên romanan, 37 jî yên çîrokan weşiyane.
Weşanxaneyên herî zêde pirtûk çap kirine
Di lîsteya Diyarnameyê de navê 25 weşanxaneyan heye. Li gorî vê lîsteyê herî zêde Weşanxaneya J&Jyê pirtûk çap kirine. Hejmara pirtûkên vê weşanxaneyê 41 e. Paşê Weşanxaneya Lîsê tê ku hejmara pirtûkên wê 35 e. Avesta bi 30 pirtûkan di rêza sêyem de ye.
Pirtûkên bi kirmanckî
Weşanên Roşna û Vate du weşanxane ne ku bi kirmanckî (zazakî) weşana xwe didomînin. Ji bilî wan, weşanxaneyên din jî hin pirtûkên bi kirmanckî çap kirine. Îsal kirmanckî ji par kêmtir hatiye çapkirin. Vateyê 9, Roşnayê 2 pirtûk çap kirine. Her wiha Peywendê jî bi kirmanckî 2 pirtûk çap kirine. Bi vê hejmara pirtûkên kirmanckî tê dor sedî 5ê hemû lîstiye.
Nivîskarên ku herî zêde pirtûk weşandine
Di beşa nivîskarên ku herî zêde pirtûk çap kirine de îsal jî berhevkar Hîlmî Akyol heye. Akyol ku ev 30-40 sal in xebatên berhevkariyê dike, her sal wan parçe bi parçe diweşîne. Îsal bi 11 pirtûkên berhevkariyê di nav lîsteyê de cih girtiye.
Piştî wî nivîskar û berhevkar Mehmet Oncu bi 5 pirtûkan hatiye. Oncu 4 cild pirtûkên Gotinên Pêşiyan ji Sîtavê weşandiye û ji bilî vê pirtûkek jî bi navê "Di Gotinên Pêşiyên Kurdan de Jin" (Weşanên Sîtav) weşandiye.
Yasemîn Elban bi 5 pirtûkên wê yên çîrokên zarokan (Weşanên Dara) derketine.
Weşanxaneya Lîs 5 pirtûkên helbestan ên Casimê Celîlî weşandine.
Di warê weşandina 4 pirtûkan de 4 kes ketine nav lîsteyê:
Helbestvan Osman Mehmed yek jê pirtûka xwe ya helbestan 3 jê werger, bi 4 pirtûkên helbestan (Weşanên Avesta) di nav lîsteyê de ye. Abdurahman Bakir bi du werger, yek ziman, yek helbest bi 4 pirtûkan (Weşanên Ar) cih girtiye.
Her wiha nivîskar Alî Çîçekî jî bi 4 pirtûkan, yek helbest, yek çîrok û du jî berhevkarî (Weşanên Vate) cih girtiye. Lîsê 4 romanên Bazê Nazêyî çap kirine.
Nivîskar Çetîn Lodî bi du helbest, yek jê roman bi 3 pirtûkan (Weşanên Na) di vî beşî di cih girtiye.
Her wiha sê pirtûkên bi navê "Dîroka Navdarên Kurd" a M. Reşîd Irgat, Îsmet Kılıçarslan wergera wan kiriye ji Nûbiharê derketine ku ew jî ketine nava vê lîsteyê.
Dîsa Mehmet Saît Arzû bi sê pirtûkên helbestan (J&J) û Mustafa Borak bi 3 pirtûkên çîrokên biwêjan (J&J) ketiye nava nivîskarên zêde pirtûk çap kirine.
Pirtûkên derbarê zimanî de û ferheng
Îsal nêzî 10 ferheng û nêzî 10 pirtûkên li ser ziman ên cur bi cur di nav lîsteyê de hene. Pirtûkên li ser dîrokê, folklor, biyografî, erdnîgarî, dînî jî di nav lîsteyê de hene.
Lîsteya Pirtûkên ku hatine weşandinAR 1- Neviyê Aştiyago Gaumada/ Fêrgîn Melîk Aykoç / Roman 2- Keça Serpel / A. Sergeyevîç Pûşkîn / Werger Abdurahman Bakir / Roman 3- Dergûşa Jînê Mirinê Dilorîne / Zîwer Hetman / Helbest 4- Rê Heyvanê Her Tiştî ye / Mehmûd Badilî / Helbest 5- Birca Belek / Bahadîn Robar/ Helbest 6- Wêneyin Ji Paxila Avê / Mehmûd Badilî / Helbest 7- Antolojiya Helbesta Nûjen a Rojava / Cano Şakir / Antolojî 8- Paşila Şevan / Xizan Şîlan / Helbest 9- Dilop / Abdurahman Bakir / Helbest 10- Xerîbistan / Seyfedînê Welekorî / Helbest 11- Biharistan / Seyfedînê Welekorî / Helbest 12- Jiyana Hevpar / Qadirê Tizyanî / Helbest 13- Dil û Evîn / Nusrettîn Getiren / Helbest 14- Sivdera Şewatê / Mehmûd Badilî / Çîrok 15- Amok / Stefan Zweig / Werger Abdurahman Bakir / Çîrok 16- Jiyan / Abdullah Ongullu / Çîrok 17- Xweşmêr / Yusuf Bilgiç / Çîrok 18- Ferhenga Wergerê-Îngilîzî û Kurdî / Hasan Aslan / Ferheng 19- Zimanê Kurdî & Kurtçe Dîl / Yusuf Budak / Ziman 20- Rêzimana Kurmancî / Abdurahman Bakir / Ziman 21- Bixwînin û Binivîsin / Mewlût Aykoç / Ziman 22- Şahmaran / Alî Husein Kerim / Ceribandin 23- Jiyana Civakî / Fêrgîn Melîk Aykoç / Lêkolîn 24- Periyên Wêjeyê, Edebiyata Jinên Kurdên Rojava / Fener Rojbiyanî / Antolojî 25- Serpêhatiyên Aqub / Abdurrazak Ekîncî / Bîranîn ARYEN 1- Dilopek ji Ava Jîne / Rizgar Turhan / Roman 2 - Rêwingî / Mahmut Yamalak / Roman 3 - Temenên Li Ber Bahozê / A. Hekîm Kozluk / Roman 4 - Dizên Nasnameyan / A. Latîf Karaaslanli / Roman 5- Ra hanorya / Rafel Akgun Tespo / Helbest 6 - Avahiya Kevirî û Ên Din / Asli Erdogan / Werger erd Agron / Çîrok AVA 1- Beybûn Xatûn / Nûredîn Goyî Roman 2- Dilsîda / Mahîr Bagok / Helbest 3- Kezî / Fatêxan Taşli Tûnç / Helbest 4- Qijalk û Rêvî / Mahmut Taşli / Çîrok AVESTA 1- Derza Dilê Min / Firat Cewerî / Roman 2- Meseleya Seyr a Dr. Jekyll û Mr. Hyde / Robert Louis Stevenson / Wergera ji îngilîzî: Ciwanmerd Kulek / Roman 3- Merivên Reben / Dostoyevskî / Werger: Hesenê Metê / Roman 4- Berfîn, Çîrokên Welatê Çiya / Cemîl Tûran Bazîdî / Werger: Omer Dewran / Roman 5- Siwarekî Bênîştiman / Osman Mehmed / Helbest 6- Haiku / Berken Bereh / Helbest 7- Xunçeyên Heyamê / Rizgar Elegez / Helbest 8- Kirasê Min Bibore / Fatime Ferhadî / Ji soranî: Osman Mehmed / Helbest 9- Beytikên Nifiran / Nûroj Mûnzûr / Helbest 10- Dinivîsim Yûsif / Hêro Kurde / Ji soranî: Osman Mehmed / Helbest 11- Yazdehok / Gewher Fetah / Helbest 12- Tarantîno, babê min û ez / Şehmus Kurt / Helbest 13- Gullepeyv / Şalaw Hebîbe / Ji soranî: Osman Mehmed / Helbest 14- Bîst Salê Din / Sehîdê Îbo / Amadekarî û Tîpguhêzî: Mehmet Yildirimçakar / Helbest 15-Ew ne ez bûm / Şêxo Fîlîk / Çîrok 16- Cemîlê Nîgarkêş û Heft Qambihostên Dewletê / Şener Ozmen / Çîrok 17- Sindoqa Girtî / Lorîn S. Dogan / Çîrok 18- Stêrka Piçûk / Heşt Çîrok bo Gêncan / Murad Dildar / Çîrok 19- Kitêba Salê / Hesenê Metê / Çîrok 20- Birca Bêdengiyê / Yavuz Ekinci / Ji tirkî: Suleyman Akkuş / Çîrok 21- Kurdên Merwanî, Di Tarîxu Meyyafariqînê ya Îbnu'l-Ezreq el-Fariqî de / Ahmet Seyari / Lêkolîn 22- Name ji Q.Kurdo, N.Zaza, R.Bedirxan, H.Qazî, S.Botanî, W.Eşo, A.Arî, Y.Kaya, Bro Omerî, M.Uzun, R.Raşa, C.Bender û K.Muştakhan bo Firat Cewerî / Name 23- Nameyek ji Hindûyekî re, Bindestiya Hindistanê - Sedem û Çareya wê/ Nameyên Tolstoy û Gandhi / Leo Tolstoy / Wergera ji ingilîzî: Fahriye Adsay / Name 24- Sûret ul-Erd / Ibn Hewqel (Kurd di kitêba cografyayê ya Ibn Hewqel de) / Amadekar û wergera ji erebî: Emîn Narozî / Cografya 25-Dîroka Erdelanê / Mestûreya Kurdistanî (Mah Şeref Xanim Erdelanî), Hoz, Tîre û Tayfeyên Kurd li Kurdistana Erdelanê / Kurmanciya wê: Ziya Avci / (Dîrok) 26- FERHENG (Kurdî-Tirkî / Tirkî-Kurdî) SOZLUK (Kurtçe-Turkçe / Turkçe-Kurtçe) / Nasir Kemaloglu / Ferheng 27-Kitab-u Ehmediye / Luxetnamey Ehmedî / Vekolîn û Edisyon-Krîtîk: Zeydin Gullu / Ferheng 28- Bhagavad Gîta, Stranên Xwedê / Werger: Hasan Huseyin Ozturk / Folklor 29- Tefsîra Quranê / Kamiran Alî Bedirxan 30- Rêzimana Zazakî ya Devoka Gimgimê / İbrahim Bingol / Lêkolîn AZAD 1- Teorîya Hînkirina Kurdî-Kurmancî / Resul Geyit / Ziman BELKÎ 1- Berxvan / Ûsivê Beko / Klasîk 2- Berfwerîn, Rênas Jiyan, Helbest 3- Bêyî Pêjna Te, Rizoyê Xerzî, Helbest 4- Bahoza Hestên Bedew, Isabella Bêrîvan Celalî, Helbest 5- Hemû Berhemên Wî/ M. E. Botî/ Kurteçîrok-Helbest DARA 1- Hesar û kûçikên Bavê Min / Şêrzad Hesen / Roman 2- Bîn Hemîd û Blanca/ François Rene de Chateaubriand / Mehmed Emin Hêvidar / Roman 3- Kewên Bêbext / Azad Penaber / Helbest 4- Sews / Necat Zivingî / Helbest 5- Baxê Îrem / Tehsîn Îbrahîm Doskî/ Helbest-klasîk 6- Dîwana Şêx 'Ebdurrehman'ê Aqtepî / Şêx Ebdurrehmanê Aqtebî / Helbest-klasîkşiir 7- Rojnivîska Xecê 1: Xecê Li Dû Ehmedê Xanî ye / Yasemin Elban / Çîrokên Zarokan 8- Rojnivîska Xecê 2: Xecê Li Dû Dewrêşê Evdî ye / Yasemin Elban / Çîrokên Zarokan 9- Rojnivîska Xecê 3: Xecê Li Dû Celadet Bedirxan e / Yasemin Elban / Çîrokên Zarokan 10- Rojnivîska Xecê 4: Xecê Li dû Mestûre Xanima Erdelanî ye / Yasemin Elban / Çîrokên Zarokan 11- Rojnivîska Xecê 5: Xecê Li dû Evdalê Zeynikê ye / Yasemin Elban / Çîrokên Zarokan 12- Kîtab'ul-Kufrî We'l-Kebaîr (Kifirname û Gunehname) / Şêx Fethillah'ê Werqanisî / Helbest-Klasîk 13- Cemîyeta Hêvî ya Telabeyê Kurdan û ROJÎ KURD / Seid Veroj / Lêkolîn 14- Ferhenga Kurdî Îspanyolî - Îspanyolî Kurdî / Amadekar Remzi Pamukçu / Ferheng ENSTÎTUYA KURDÎ YA STENBOLÊ 1-Hînker, Soranî / Dr. Hewa S. Khalid / Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê J&J 1- Awaza Taya Mirinê / Nûredîn Huseynî / Roman 2- Berfa Sor / Veysi Ulgen / Roman 3- Efsûna Awaza Zîlan / Yucel Balyecî / Roman 4- Mamosteya Gundê Nû / Haci Akçakaya / Roman 5- Nasîn / Yucel Balyecî / Roman 6- Tofana Bayê Reş / Salihê Mewalî / Roman 7- Aşop / Hecî Nehsan / Helbest 8- Awazên Evînê / Mihemedê Seyîd Husên / Helbest 9- Axîn /Hutî Aslan / Helbest 10- Azadî Şoreş Yekta / Helbest 11- Hestên Evînê / Seydayê Dilxwîn / Helbest 12- Hestên Şermok / Merwan Şîro / Helbest 13- Gernijîna Rokê / Mihemedê Seyîd Husên / Helbest 14- Bîra Helbestê-1 | Robozik / Mehmet Saît Arzû /Helbest-Antolojî 15- Bîra Helbestê-2 | Helebçe / Mehmet Saît Arzû / Helbest-Antolojî 16- Bîra Helbestê-3 | Şingal / Mehmet Saît Arzû / Helbest-Antolojî 17- Kula Dil / Pîrhat Amed / Helbest 18- Pêla Evînê / Mulkiye Tekin / Helbest 19- Xunava Awiran / Zozan Gulan/ Helbest 20- Mîrê Evînê / Yalçin Sarilmaz / Çîrok 21- Bizava Hozan û Bîrlêkirina Ziman- Mihemedê Seyîd Husên / Pexşan 22- Çîrokên Biwêjan - 4 / Mustafa Borak / Lêkolîn-Zargotin 23- Çîrokên Biwêjan - 5 / Mustafa Borak / Lêkolîn-Zargotin 24- Çîrokên Biwêjan - 6 / Mustafa Borak / Lêkolîn-Zargotin 25- Antolojiya Çîrokbêj û Destanbêjan -3 / Hîlmî Akyol /Zargotin 25- Dengbêj û Çîrokbêjên Amedê -22 / Hîlmî Akyol / Zargotin 27- Dengbêj û Çîrokbêjên Amedê -23 / Hîlmî Akyol / Zargotin 28- Dengbêj û Çîrokbêjên Amedê -24 / Hîlmî Akyol / Zargotin 29- Dengbêj û Çîrokbêjên Amedê -25 / Hîlmî Akyol / Zargotin 30- Dengbêj û Çîrokbêjên Amedê -26 / Hîlmî Akyol / Zargotin 31- Gotinên Pêşiyan û Nifrên Kurdan / Occo Mahabad / Ferheng - Zargotin 32- Heft Guhertoyên Sêva Hecî / Hîlmî Akyol / Zargotin 33- Heft Guhertuyên Mem û Zînê / Hîlmî Akyol / Zargotin 34- Heşt Guhertoyên Binevşa Narîn / Hîlmî Akyol / Zargotin 35- Jin Jiyan e -1 / Hîlmî Akyol / Zargotin 36- Jin Jiyan e -3 / Hîlmî Akyol / Zargotin 37- Welat Botan e / Nurettin Vural & Mustafayê Botî / Zargotin-Dengbêjî 38- Komeleya Pêşketina Jinên Kurd / Kerem Serhatli / Lêkolîn 39- Berawirdkirina lêkerên Biwejî û Bidaçek di kurdî û îngilîzî de / İbrahim Çapar / Lêkolîn - Ziman 40- Şirûsa Pênûsê-Wêjenivîsên Hilbijartî / Mihemedê Seyîd Husên / Pexşan 41- Zarokên Destmalfiroş / Mehmet Yoldaş / Bîranîn-Serpêhatî LÎS 1- Kurmancêd Elegezê / Ereb Şemo / Roman 2- Merivê Bê Derd / Eskerê Boyîk / Roman 3- Derî Vekirî Bihêlin Wê Hechecîk Vegerin / Îrfan Amîda / Roman 4- Qijalk / Fewzî Bîlge/ Roman 5- Ezemşêr / Îhsan Çolemerikli / Roman 6- Momê / Îhsan Çolemerikli / Roman 7- Ezda / Rengîn Kardelen / Roman 8- Şikefta Fîlozofîyê / Leyla Atabay / Roman 9- Hawara Nebihîstî / Bavê Nazê / Roman 10- Hêsrên Gotina Bê Gotin / Bavê Nazê / Roman 11- Xewna Bi Hêvî / Bavê Nazê / Roman 12- Pêlavên Dirîyayî / Ezîzê Gerdenzerî / Roman 13- Stockholmê Te Çi Dîtîye Bêje / Bavê Nazê / Roman 14- Le Hekarî Demsalek / Ferit Edgu / Wergera ji tirkî Nejdet Kaya / Roman 15- Demsalek Li Hekarîyê / Ferît Edgu / Wergera ji tirkî Brahîm Ronîzêr / Roman 16- Di Keştîyê De / Ferit Edgu / Wergera ji tirkî Brahîm Ronîzêr / Roman 17- Ufuk- Aso (du zimanî) Fatma Kol / Wergera kurdî Yaqob Tilermenî / Roman 18- Kilamên Çîya / Casimê Celil / Helbest 19- Oda Kurda / Casimê Celil / Helbest 20- Kurdê Bengî / Casimê Celil / Helbest 21- Kofîya Dêya Min / Casimê Celil / Helbest 22- Rojê Min / Casimê Celil / Helbest 23- Kulîlkên Mala Mirîyan / Mine Acer / Helbest 24- Nalîna Dil / Leylana Sidîq / Helbest 25- Parîyê Berdemayî / Wezîrê Eşo/ Çîrok 26- Ma Tiştek Bi Şengalê Hatiye? /Ronî Stêrk / Çîrok 27- Bawermendîyên Kurdên Ezdî / Emînê Evdal / Lêkolîn 28- Şahidekî Komkujîya Gelîyê Zîlan Tahir Nas/ Nîhat Gultekîn / Bîranîn - Lêkolîn 29- Şakiro Gula Ber Cefayê / Zerduşt Ozturk / Lêkolîn 30- Melayê Cizîrî Hinek Derbarê Jîyan Û Berhemên Wî De / Îzedîn Mistefa Resûl / Lêkolîn 31- Min Çi Dîtin / Ehmed Xwacê / Dîrok 32- Komara Demokratîk A Kurdistanê Mahabad / Kerîm Husamî / Dîrok 33- Dengê Kal Û Bavên Me / Ahmedê Gogê / Ceribandin 34- Ferhenga Têgehên Felsefî-Ferheng/ Edîtor Mehmet Nesim Doru / Ferheng 35- Heleqetîyêd Pismamtîyê Di Nav Kurdan De / Emînê Evdal / Folklor LORYA 1- Zimanê Me / Mustafa Acar / Helbest 2- Fiqha Şafi'î / Nesim Sonmez / Îlmîhala Şafiî 3- Kurd Bajar Bajarîbûn / Kordînator Nimetullah Atal/ Gotarên Sempozyûmê 4- Şahê Neqşebend (Alfabeya Latînî / Farûq Şemrexî/ Tasavvuf MORÎ 1- Warê Leglegan / Îsmaîl Dîndar / Romana Nûciwanan 2- Teyrê Keskesorê / Xecê Rêdûr / Çîrok 3- Dara Pîroz / Berfîn Ayşe Ogut / Çîrok 4- Çîrokên Andersen / H.C. Andersen / Wergera ji danîmarkî Nesrîn Rojkan / Çîrok 5- Şêr û Rovî / Berhevkar Rûken Çaliştiran / Çîroka gelêrî 6- Behsê Besa / Berhevkar Onder Kilin / Çîroka gelêrî 7- Pîrê û Rovî / Berhevkar Eskerê BOYÎK/ Çîroka Gelîrî 8- Mîrmorîk / Berhevkar Eskerê BOYÎK / Çîroka Gelêrî 9- Mîrze Miheme / Berhevkar Mehmet POLAT / Çîroka Gelêrî NA 1- Rêwiyê demên windayî / Ramazan Kavak / Roman 2- Evîn û mirin / Çetin Lodî Roman 3- Çavên şevînî - Çetin Lodî / Helbest 4- Şîva miriya / Çetin Lodî / Helbest 5- Dengê pepûkê / Ulku Bîngol / Helbest 6- Helbestên Tenyayê / Azad Berxwedan / Helbest 7- Sohrab sepehrî - hemû helbest / Sohrab Sepehri / Wergera ji farisî Muhsîn Ozdemîr / Helbest 8- Nivîsarên farsiya kevin yên dariyus -1 / Werger û amadekirin Beyhani Şahin / Lêkolîn 9- Polîfonîk ji stranên kurdî yên gelêrî / Rohat Cebe / Muzîk 10- Bêjenasiya Zmanê Kurdî Ya Dîrokî / Beyhani Şahin/ Lêkolîn-Bêjenasî 11- Navên Kurdî / Hemê Bozan Qarageçîli / Zargotin NAME 1- Gurên Dev Bixwîn ên Çar Ling û Ên Du ling / Riza Çolpan / Roman 2- Stirîyên Me / Zinarê Xamo / Ceribandin NÛBIHAR 1- Selahedînê Eyûbî û kurê Mîrê Amêdiyê / M. Seîd Temel / Roman 2- Sûc û Ceza /Fyodor Mihaylovîç Dostoyevskî / Werger Medenî Ogut / Roman 3- Deriyê Dil -Guldesteyek ji Şiîra Almanî / Amadekar Dr. Abdullah İncekan / Antolojî 4- Gulcivîn / Dîwana Mela Sîraceddînê Xelîlî / Metn û Lêkolîn: Nezir Gumuş/ Helbest 5- Zimanşûjin / Abdurrahman Benek / Çîrok 6- Şîva Miriyan / Evdirehman Elçek / Çîrok 7- Ejderhayê Tirsonek / Çetoyê Zêdo / Çîroka Zarokan 8- Gurê Kubar / Çetoyê Zêdo / Çîroka Zarokan 9- Di Arşîvên Rûsyayê de Mistefa Barzanî (1945-1958) / D. Efrasiyaw Hewramî / Ji Soranî: Ziya Avci /Lêkolîn 10- -Dîroka Navdarên Kurd-Arif, Alim, Edîb û Şair, Cîlda 1'em/Baba Merdoxê Rûhanî-Werger: M. Reşîd Irgat-Îsmet Kılıçarslan/Biyografî 11- Dîroka Navdarên Kurd -Arif, Alim, Edîb û Şair, Cîlda 2'yemîn /Baba Merdoxê Rûhanî-Werger: M. Reşîd Irgat-Îsmet Kılıçarslan/Biyografî 12-Dîroka Navdarên Kurd - Mîrek û Xanedan, Cîlda 3'yemîn/Baba Merdoxê Rûhanî-Amadekar: Macid Merdoxê Rûhanî-Werger: M. Reşîd Irgat-Îsmet Kılıçarslan/Biyografî 13- Payîza Mezinan / Abdurrahman Benek / Biyografî 14- Rojnivîska Mela Mihemedê Zîlanî / Maciriya Hemîdiyekî (191515-1918) / Sedat Ulugana / Bîranîn 15- Hêliya Heqîqetê Xatireyên Heyatê / Mela Husnî Hezîn / Bîranîn 16- Roniya Çava Heyata Hezretî Mustafa / Mehmed Masum Berwarî / Dînî 17- Tarîxa Pêxemberan Ebdulwehhab en-Neccar / Werger Mela Teyyib Bazîdî / Dînî 18-Tuhfetul-Muslimîn-Xelata Muslimanan / Şêx Hesenê Şêx Yasîn (Hasan Sola) / Dînî 19- Mem û Zîna Hewramî / Cumhur Olmez & Shahab Vali / Destan RÛPEL 1- Gotarên Redasîyona Kurdî, Cîlda 2'yem / Gotarên Le Monde Diplomatique PAYÎZ 1- Spîroj / Nûdem Hezex / Roman 2- Pêxemberê Jibîrçûyî Manî / Kamran Simo Hedilî / Roman 3- Êşname. Kadîr Çelîk. Helbest 4- Werzeba. Leyla Saraç. Helbest 5- Şerma Mêşê. Mehmet Çakmak. Çîrok 6- Dîroka Kurdên Xalxalê. Şoreş Reşî. Lêkolîn PEYWEND 1- Ti Tewrê Payîza Şîya / Îrfan Akdag / Roman 2- Xeyalên Kehrebayî / M. Zahîr Ertekîn / Helbest 3- Sirru'l Mehşer / Feqe Reşîd / Dr. Ahmet Gemi, M. Nezif Katilmiş / Helbest-Klasîk 4- Mergê Rengî & Raywan / Sohrab Sepehrî / Wergêr Newzad Valêrî / Helbest 5- Destpêka Romana Kurdî / M.Zahîr Ertekîn, M. Yildirim Çakar / Lêkolînên kurdî 6- Edebiyatê Zazakî / Îlyas Akman / Lêkolîn ROŞNA 1- Xezala Koyê Bîngolî / Wusênê Gestemerde / Weşanxaneyê Roşna / Helbest 2- Serketina Kewan / Roşan Lezgîn / Weşanxaneya Roşna / Çîrok SEMSÛR 1-Rojên Şêlî / Mehmet Akar / Çîrok-Bîranîn SÎTAV 1- Bêmiraz / Abdullah Yavuz / Roman 2- Çerxa Xedar / Yaşar Eroglu / Roman 3- Warê Nû /Yusuf Kaynak / Roman 4- Rev / Silêman Feqiyanî / Roman 5- Ehmedê Hekariyan / Silêman Feqiyanî / Roman 6- Evînîstan / Evîndar Kurdistan / Helbest 7- Ronya / Dildar Welat / Helbest 8- Şevbar / Xembar Farqin / Helbest 9- Şevên Reynê / Yusuf Nantik / Helbest 10- Derdename (Dîwan) / Halît Ayçîçek / Helbest 11- Dîna Evînê / Delal Ay / Helbest 12- Êş Landika Jînê ye / Husyeîn Guçlu / Çîrok 13- Rêvîngîya Çavşînê / Mehmet Gur / Çîrok 14- Cinawira Gola Wanê / Berfa Servîn / Çîrok 15- Ferhenga Kurmancî / Mela Seîdê Nivîlî / Ferheng 16- Ferhenga Îngîlîz - Kurdî / Musa altun / Ferheng 17- Di Gotinên Pêşîyên Kurdan de Jin / Mehmet Oncu / Folklor-Gotinên Pêşîyan 18- Gotinên Pêşiyan Cild 1/ Mehmet Oncu / Folklor 19- Gotinên Pêşiyan Cild 2 / Mehmet Oncu / Folklor 20- Gotinên Pêşiyan Cild 3 / Mehmet Oncu / Folklor 21- Gotinên Pêşiyan Cild 4 / Mehmet Oncu / Folklor 22- Diroka Kurdan a Kevnar / Ako Mıhemed Mirzadeyî - Dîrok 23- Dîroka Erdelanê / Mestûre Kurdistanî / Dîrok 24- Li Herêma Doskîyan Çend Deqên Wêjeyî -Kerem Engîn / Wêje-Lêkolîn 25- Pelên Zer Pêlên Har / abdurrahman Benek / Bîyografya 26- Heyvıka Feyizdar / Salih Ozdemir / Cerebe SOR 1- Elbakof / Suat Baran / Helbest VATE 1-Bêrîyê Birîsimênî -Komşîîrî-, J. Îhsan Espar, Şîîr 2- Menevsî / Bedrîye Topaç / Hîkaye 3- Xof / Alî Aydin Çîçek / Hîkaye 4-Dewrês (Estanikanê Erzinganî ra) / Arêkerdox Alî Aydin Çîçek / Folklor 5-Pepuk / Alî Aydin Çîçek/ Folklor 6- Deyîranê Qerebegan û Sîwanî Ser o / Arêkerdox: Îdrîs Yazar / Folklor 7- Zazakî û M. Malmîsanijî ser o Makaleyî / Ahmet Kirkan / Makale 8- Yazinsal Varoluştan Akademik Literature Kirmancca (Zazaca) M. Malmîsanij'a Armagan /Tirkî û Kirmanckî ameyo nuştene / Nuşteyî 9- Veng û Hesreta Herdê Dewrêşî (Nuşteyê Weçîniteyî) / Munzur Çem / Nuşteyî VÎR (Ji ber ew wekî alfabeya tirkî tîpan bikar tînin, wekî "VİR" dinivîsin): - Vana / Berfîn Jêle / Şiîr - Ma bawerî bi destpêkerdişê Mewsîmê Serdî Bîyar / Farog Ferroxzad / Açarnayox İsmail Soylemez /Şiîr - Welato Şîrin / Fahri Pamukçu / Hîkaye - Mewlîdê Nebî / Mela Ebdulqadirê Muşekî / Hedrekar Murat Varol WARDOZ 1-13 Rûpelên Balkêş Ji dîroka Gelê Kurd / Celîlê Celîl / Dîrok 2- Zilfiye Xanim / Berhevkar Mehpûs Serhedî / Folklor-Xeberox 3- Tivinga Kurdan a Ya Çillûle / Berhevkar Nîhat Oner / Folklor-Mesele-Pêkenok 4- Sêva Sêling / Berhevkar Ordîxanê Celîl, Celîlê Celîl / Folklor-Xeberoşk-Çîrok 5- Memê Alan / Berhevkar Yûsif Hêşetî / Folklor-Destan-Çîrok-Xeberoşk 6- Gotinên Pêşiyan ji Xorasanê / Berhevkar Gulê Şadkam / Folklor 7- Dewrêşê Evdî / Berhevkar Ordîxanê Celîl / Folklor-Destan 8- Lîstikên Gundê Tizyanê / Berhevkar Mem Mukriyanî / Folklor-Lîstik WEQFA ÎSMAÎL BEŞÎKÇÎ 1- Erdnîgarîya Kurdistanê I: AGIRÎ / Abdurrahman Onen / Dîrok WEQFA MEZOPOTAMYA 1-Duzimanî Zarok û Perwerdehî / Cemil Guneş / Ziman 2-Tuhfetul'l Xîlan Fî Zimanê Kurdan/ Mela Mehmûdê Bazîdîyî / Latînîzekirin û amadekirin: Mîkaîl Bulbul, Mustafa Ozturk |
(FD)