Koma Kovarerên Kurd raporek amade kiriye ku tê de hejmara kovarên kurdî yên di sala 2020an de hatine weşandin, heye.
Koma Kovargerên Kurd di rapora xwe de li 19 kovaran nêriye ku nivîsên kurmancî, kirmanckî/zazakî û soranî diweşînin.
Li gorî vê raporê van 19 kovaran li ser hev 45 jimar weşandine. Di van 45 jimaran de 827 nivîs hebûne ku 617 ji wan bi kurmancî, 47 ji wan bi kirmanckî/zazakî, 15 jî bi soranî ne. Her weha 142 nivîs bi tirkî, 5 bi ingilîzî, yek bi frensî, yek bi farisî, yek jî bi erebî hatiye weşandin.
Komê rapora xwe bi vê daxuyaniyê aşkere kiriye:
"Me wek Koma Kovargerên Kurd meraq kir, gelo di sala pandemîyê de ango sala 2020an bo kovargerîya Kurdî çawa derbas bû? Me da pey vê pirsê û me hin daneyên jimareyên kovarên ku di sala 2020an de hatine weşandin dan ber hev. Daneyên me ew bûn ku di sala 2020an de çend kovarên Kurdî çend jimar weşandine, di her jimarê de çend nivîs bi zimanê Kurdî (Kurmancî, Soranî û Zazakî) ne, çend nivîs bi zimanên biyanî ne.
"Di vê xebatê de ji ber hin sedeman me mecbûr qada xwe ya xebatê bes bi hin kovarên li Bakurê Kurdistanê sînordar kir."
"Metoda xebata me ev bû; me bi nivîseke ku tê de pirsên jorîn hebûn ji berpirsên kovaran re şandin û li gorî bersiv û agahiyên ku wan dan me ev rapor amade kir. Jixwe îdiayeke me nîn e ku me bi vê xebatê cih daye hemû kovarên li bakur. Lewra hin kovaran bersiv nedan, hin kovar ji ber pandemiyê neweşiyan an jî êdî dawî li weşanên xwe anîn." (FD)
*Ji bo tevahiya raporê bitikîne