Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Weqfa Hêviyê (Umut Vakfı) beriya 28ê Îlonê Roja Xwebêçekirina Ferdî rapora xwe aşkere kir ku di encama şopandina çapemeniya netewî û herêmî derketiye holê.
Li gorî raporê di sala 2017yê de 2525 êrîş û pevçûn bi çekên ferdî çêbûne û di encama van bûyeran de 1575 kes mirine. Sala borî bi çekên ferdî 990 bûyerên kuştinê çêbibûn. Îsal li gorî sala borî rêjeya kuştinan ji sedî 27 zêdetir bûne.
Weqf diyar dibêje ku “Divê Pêşnûmeya Yaseya Çekan dîsa bê nirxandin û biçekbûn bê zehmetkirin”.
Xelatên ku Wefq didin wê di 28ê Îlonê de bên dayîn ku mijara îsal bi navê “Nameyên destxet” hatibû diyarkirin.
“2525 bûyer pêk hatine”
Weqf aşkere dike ku li gorî texmînan li Tirkiyeyê 25 milyon çekên ferdî hene ku ji sedî 85ên wan bêdestûr in.
Li gorî agahiyên di raporê de cî girtine;
* Di sala 2016yê de 990 bûyerên kuştinê bi çekên ferdî pêk hatin.
* Di sala 2017yê de heta 22yê Îlonê 2525 bûyer bi çekên agirbar pêk hatine û di encamê de hezar û 575 kes mirine, yên bi giranî jî di nav de du hezar û 670 kes birîndar bûne.
* Rêjeya bûyeran li gorî sala 2016yê, di sala 2017yê de ji sedî 27 zêdetir bûye. Di hezar û 57 bûyeran de tifing, di 90 bûyeran de demançe ya ji hêla dewletê ve hatiyen dayin, di 866 bûyeran de demançe, di 511 bûyeran de ker û amûrên weke wan hatine bikaranîn. (BK/FD)