Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Di van çend heftên dawiyê de li pey hev nûçeyên êrîşkirina li ser rojnamegeran tên weşandin. Êrîşkar piştî desteserkirinan tên berdan. Me jî li Raporên Çavdêriya Li Medyayê nêrî û êrîşên li ser rojnamegeran berhev kir ku ji destpêka 2018ê û vir ve çêbûne. Ji bianetê Erol Onderoglû raporên Çavdêriyê amade dike.
Li gorî van daneyan di her sê mehên destpêkê yên sala 2019ê 4 rojnameger rastî êrîşan hatine. Gefa kuştinê li rojnamegerekî hatiye xwarin.
Bixwîne - Kesên êrişî rojnameger Onkibarî kirine, serbest bûne
Di meha nîsanê de 2, di gulanê de jî 5 rojnameger rastî êrîşê hatine.
Di sala 2018ê de herî hindik êrîş li ser 20 rojnamegeran çêbûye, rojnamegerek hatiye kuştin.
Di sê mehên pêşiyê de 4 bûyerên êrîşê çêbûye
Mehmet Ali Kayaci, nûnerê Sock Gametesê li Konyayê û rojnameger Omer Faruk karabulut li taxa Ladîkê ya Sarayonuyê, 27ê Sibatê di dema kampanyaya hilbijartinê ya AKPyê de rastî êrîşê hatine.
Bixwîne - Li Edeneyê gule bera rojnamegerekî dane
Coşkûn Saglamdin, 19ê Sibatê rastî êrîşa rayedarên şaredariyê û xwediyên avahiyan hatiye ku nûçe li ser avahiyên qaçax ên di nava Parka Milli ya Goremeyê de çêkiriye. Ev Park di nava Lîsteya Mîrateya Cîhanê ya UNESCOyê de ye.
Rojnameger İrfan Degirmencî 11ê Sibatê, rastî êrîşa kesekî hatiye.
Rojnameger Mûrat Gurkan ji ber nûçeyeke xwe ya 21yê Kanûna Pêşiyê ya 2018ê di malpera nûçeyan a Nazillipostê de hatiye weşandin, 3yê Kanûna Paşiyê rastî êrîşê hatiye.
Di Nîsanê de 2 rojnameger 3 caran rastî êrîşê hatine
Di meha Nîsanê de herî hindik du rojnameger rastî êrîşan hatine.
Li gorî nûçeya Gazete Karincayê Aydin Atay, nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê û xwendekarê beşa rojnamegeriyê ya Zanîngeha Antepê 3yê Nîsanê saet li derdora 22.30 deqîqeyan rastî êrîşa du kesên rû bipoş hatiye. Du kesan rêya wî qut kirine û kêr li lingê wî dane. Paşê rahiştine telefona wî ya bêrîkan û reviyan e.
Ali Riza Tig 29ê Nîsanê li ber Salona Sporê ya sergirtî ya bi navê Sîteyê rastî êrîşê hatiye. Piştî vê êrîşê bi rojekê Tig vê carê li ber mala xwe rastî êrîşê hatiye.
Di meha gulanê de 5 êrîş çêbûne
Yavuz Selim Demirag, nivîskarê rojnameya Yeniçagê 10ê Gulanê li Stenbolê; İdris Ozyol, Berpirsê Weşanê yê Giştî yê malpera nûçeyan a Guney Haberciyê 20ê Gulanê li Antalyayê; Hakan Denizli, Xwediyê rojnameya Egemenê li Edeneyê 24ê Gulanê; Sabahattin Onkibar, nivîskarê Oda TVyê 25ê Gulanê li Stenbolê rastî êrîşan hatine. Êrîşkarên ku hatine desteserkirin hatine berdan.
Di sala 2018ê de herî hindik 20 bûyerên êrîşê çêbûne
Li gorî Raporên Çavdêriya Li Medyayê yên bianetê, di sala 2018ê de herî hindik 19 rojnameger û dezgeheke medyayê rastî êrîşê hatine. Gefa kuştinê li 70 rojnamegeran û çar dezgehên medyayê hatiye xwarin.
Cemal Kaşikçi (Jamal Khashoggi), nivîskarê rojnameya Washington Postê, 2yê Çiriya Pêşiyê li Konsolxaneya Erebistana Siûdiyê ya li Stenbolê hatiye kuştin. (EKN/FD)