Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Çerkezên li Stenbolê xwestine biçin ber deriyê Balyozxaneya Rûyayê, polîsan rê li wan girtiye. Li ser vê yekê çerkez li caddeya Meşrûtiyetê meşiyane.
Bernameya meşê Federasyona Komeleyên Çerkezan pêk aniye. Wan rûsya protesto kiriye û serxwebûn xwestiye.
Nusret Başî li ser navê federasyonê got, Rûsyayê warê qedîm yê çerkezan, Qefqas îşxal/dagir kiriye. Serokê federasyonê diyar kiriye ku hê jî warê wan ê qedîm dagirkirî ye.
Başî diyar kir ku zêdetirî du milyonan çerkez ji warên wa hatine sûrgûnkirin û bi komên biçûk li hin cihên nû hatine bicihkirin.
“Di encama sûrgûnan(ajotin) de qirkirina nijadî pêk hatiye. Îro ji 7 milyon çerkezan 6 milyon li Tirkiyeyê milyonek jî li 40 welatan belav bûne. Hemî ji warê xwe yê qedîm dûr in.
“Digel ku 155 sal bi ser re borîne jî hêj birînên çerkezan nekewiyaye.
“Heta mafên çerkezan neyê dayin, heta hebûna wan neyê binecihkirin, ew ê di her firsetê de daxwazên xwe dîyar bikin.”
(HA/MB)