Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Bolûyê agir bi basekê ketiye ku ber bi Stenbolê ve diçû. Ajokar û alîkarê wî bi agir hisiyan e û rêwî ji otobisê daxistine. Ji ber wê jî ziyan negihiştiye ti kesî.
Basa ku ajokarê wê Sabrî Ç. bû ye ji Çorûmê ber bi Stenbolê ve bi rê ketiye ku plakeya wê 34 FA 7999 bûye. Li nêzîkî herêma Cankurtaranê agir bi basê ketiye. Ajokar û alîkarê wî li ser hişyarkirina rêwiyan bas sekinandine û rêwî ji basê derxistine.
Li ser agahdarkirinê, ji Enqere û navçeya Geredeyê ya Bolûyê îtfaiye şandine cihê bûyerê û agir hatiye vemirandin. Ziyan negihiştiye ti kesî lê bas bi temamî şewitî ye.
Bîlançoya 15 rojan
Di 9 rojên pêşiyê yên meha Tebaxê de agir bi 5 basan ketiye. Di 2yê Tebaxê de li ser rêya di navbera Balikesîr û Edremîtê agir bi baseke şîrketa Kamîl Koçê ketiye. Di encamê de 5 rêwî mirine.
Di 3yê Tebaxê de li nêzîkî navçeya Kirkagaçê ya Manîsayê agir bi basa şîrketa Metro Turizmê ketiye. Ziyan negihiştiye ti kesî lê bas bi temamî şewitî ye.
Di 4ê Tebaxê de agir basa şîrketa Metro Turizmê ketiye ku ji Îzmîrê ber bi Stenbolê diçû. Ziyan negihiştiye ti kesî.
Di 6ê Tebaxê de li ser rêya Yatagan-Mîlasê ya Mûglayê agir bi basekê ketiye. Di basê de geştiyar hebûne û ajokar bas sekinandiye û rêwî ji şewatê rizgar kiriye.
Di 9ê Tebaxê de agir bi basa şîrketa Metro Turizmê ketiye ku ji Hatayê ber bi Stenbolê ve diçû. 44 rêwî di basê de hebûne. Ajokar bas sekinandiye û rêwî rizgar kirine. (HA/FD)
Fotograf: AA