Infografîk: Hikmet Adal / bianet
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gorî encamên ne diyar ên hilbijartina parlamenteriyê ya 14ê Gulana 2023yan, di serdema 28an de 120 jin û 480 mêr bûne parlamenter.
Ji Semsûr, Aksaray, Amasya, Erdexan, Artvîn, Baybûrt, Bîlecîk, Çewlig, Bolû, Bûrdûr, Çanakkale, Çorûm, Elezîz, Erzîngan, Gumuşhane, Îdir, Karabuk, Kîlîs, Karaman, Kirikkale, Kirklarelî, Kirşehîr, Kutahya, Nîgde, Ordû, Sînop, Tokat, Ûşak, Rîze, Yozgat û Zongûldakê jin nehatine hilbijartin.
Di dîroka Gîresûnê de cara pêşiyêye ku jinek hatiye hilbijartin û bûye parlamenter. Elvan Işık Gezmîşa CHPyî li vî bajarî hatiye hilbijartin.
Hejmara dijberên LGBTI+an û dijminên jinan li Parlamentoyê zêde bûye
Fatma Aliye Kavafa ku êrîşên xwe yên homofobîk û transfobîk tê zanîn, li Denîzliyê hatiye hilbijartin.
Li gorî daneyên ne fermî sê kesên HUDA Parî jî hatine hilbijartin ku beriya hilbijartina 14ê Gulanê têkiliya wan û Hizbulahê bûbû rojeva siyaset û civakê.
Her sê nav jî ji listeya AKPyê ketibûn hilbijartinê. Serokê Giştî yê HUDA Parê Zekeriya Yapicioglû li Stenbolê, Sekreterê Giştî yê HUDA Parê Şehzade Demîr li Dîlokê, Serokê rêxistina şaxê Amedê yê HUDA Parê Farûk Dînç jî li Amedê hatiye hilbijartin.
Ozlem Zengîn careke din hatiye hilbijartin
Serokê Giştî yê Partiya Ji nû ve Refahê Fatîh Erbakan jî hatiye hilbijartin ku li dijî Peymana Stenbolê û Yaseya bi Hejmara 8284an derdikeve. Her weha çar mêrên din jî weke parlamenterên heman partiyê hatine hilbijartin.
Parlamentera AKPyê Ozlem Zengîn ya beriya hilbijartinê li dijî kiryarên newekheviyê yên AKPyê derdiket, li Stenbolê hatiye hilbijartin.
Li gorî daneyên nefermî hejmara jinên ku bûne parlamenter wiha ye:
AKP: 50, IYI Partî:6, CHP:30, Partiya Çepên Kesk:31, TÎP:1, MHP:3
Li gorî daneyên ku di malpera Parlamentoyê de hatine weşandin, di serdema 27an de li Parlamentoyê 586 parlamenter hebûn. Ji van 101 jin, 485 jî mêr bûn.
*Duh (15ê Gulanê roja Duşemê) dema me ev lîste amade kir, me gotibû, 30 parlamenterên jin ji lîsteya Partiya Çepên Kesk (YSP) ketine Parlamentoyê. Lê di saetên êvarê de YSPyê aşkere kir ku li Rihayê wan namzeteke din a jin weke parlamenter hilbijartiye. Ji ber wê me nûçe nû kir. Li gorî encamên fermî, em ê nûçeya xwe ji nû ve sererast bikin.
(EMK/AD/FD)