Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Karî (ISIG) ji bo piştgiriyê bide têkoşîna karkerên Ozak Tekstîlê, rapora xwe ya derbarê karên tekstîlê de weşand. Karkerên Ozak Tekstîlê yên endamên BirTek-Senê li Rihayê ji bo mafên xwe bi dest bixin, di grevê de ne.
Meclîsa ISIGê di rapora xwe de diyar kiriye ku sermayedariya tekstîlê li ser hêza keda erzan bilind dibe û li gorî daneyên 2021yan, li Tirkiyeyê 19 hezar û 256 kargehên tekstîlê hene û li van kargehan nêzîkî 500 hezar karker kar dikin.
ISIGê gotiye ku di 10 salan de bi kêmanî 364 karker di karên tekstîlê de mirine.
Li gorî van daneyan, di sala 2013an de 37, di sala 2014an de 35, di sala 2015an de 12, di sala 2016an de 44, di sala 2017an de 27, di sala 2018an de 28, di salan 2019an de 35, di sala 2020an de 54, di sala 2021an de 33, di sala 2022yan de 32 û di 11 mehên destpêkê yên 2023yan de 27 karker, di dema karkirinê de mirine.
Di 10 salan de 81 karkerên jin, 283 karkerên mêr mirine. Li gorî beşên din ên karkirinên, rêjeya kesên di karên tekstîlê de mirine, 3 qat zêde ye.
Meclîsê destnîşan kiriye ku di 10 salan de 5 zarokên ku temenên wan 14 û berjêrtir, 11 zarok/ciwanên temenên wan di navbera 15-17an de, 76 karkerên ku temenên wan di navbira 18-29an de 199 karkerên ku temenên wan di navbera 30-49an de, 53 karkerên ku temenên wan di navbera 50-64an de û 3 karkerên ku temenên wan 65 û berjortir e, mirine. Temenên 37 karkeran diyar nebûye.
Her weha 49 karker, penaber/koçberbûne: 36 karker sûriyeyî, 3 karker ozbesistanî, 3 karker tirkmenistanî, 2 karkes afganistanî, 2 karker gurcistanî, karkerek iraqî, karkerek îranî û karkerek jî nîjeryayî bûye.
Bi tenê 9 karker ango ji sedî 2,47ê wan endamên sendikayekê ne. 355 karker ne entamê sendîkayan bûne. (HA/FD)