Foto: Malpera Kurdistan24ê
Rêveberiya Têkoşîna Li Hemberî Tundiya Li Ser Jinan a Wezareta Navxweyî ya Herêma Kurdistanê ya Iraqê daneyên tundiya li ser jinan ên deh salan aşkere kiriye.
Rêveberiyê destnîşan kiriye ku di navbera salên 2008 û 2017ê de bûyerên tundiya li ser jinan ji sedî 53.6 zêde bûne. Rêveberiyê diyar kiriye ku her sala derbas dibe, hejmara bûyerên tundiya li ser jinan zêdetir dibin.
Li gorî raporên ku hatine amadekirin, ji sala 2008ê heta sala 2017ê 56 hezar û 979 bûyerên tundiyê yên li ser jinan hatine tomarkirin.
Jinan 51 hezar û 213 caran bi sedemên tundiyê giliyên xwe tomar kirine.
474 jin hatine kuştin
Li gor heman raporê di wan bûyeran de 474 jin hatine kuştin, 504 jinan xwe kuştine. Hezar û 254 jinan xwe şewitandine. Di heman demê de hezar û 209 jin rastî destdirêjiya seksê hatine.
Her wiha li gor rapora navborî bûyerên tundiyê yên dijî jinan herî zêde li Hewlêrê qewimîne, herî zêde bûyerên xwekuştinê û îşkeceyê li Silêmaniyê û herî zêde bûyerên destdirêjiya zayendî li Duhokê rû dane.
Di 9 mehên 2018ê de 37 jin hatine kuştin
Heman Rêveberiyê roja 25ê Çiriya Paşiyê ya 2018ê amarên 9 mehên destpêka îsal belav kiribû û tê de diyar kiribû ku, di vê heyamê de 37 jin hatine kuştin, 54 jinên din xwe kuştine, 90 jinî xwe şewitandine û destdirêjiya zayendî li 87 jinan hatiye kirin.
Bixwîne - Mêran di 327 rojên pêşiyê yên 2018ê de 218 jin kuştine
Wek di amaran de amaje pê hatiye kirin, di heyama 9 mehên de 7 hezar û 192 gilî ji aliyê jinan ve hatine tomarkirin, ku tundûtûjî li wan hatine kirin.
144 jin hatine sinetkirin
Sala 2011ê bi biryara Parlamentoya Herêma Kurdistanê sinetkirina jinan li Herêma Kurdistanê hetiye qedexekirin. Digel vê rewşê jî di nava 7 mehên sala 2018ê de 144 jin hatine sinetkirin.
Bixwîne - Jin herî zêde li nava malê rastî tundkariya mêran tên
Rêxistina WADI ya almanî li Germiyan, Hewlêr û Raperînê bi 3 hezar jinan re anketek çêkiriye. Di vê anketê de derketiye holê ku 29 jin li herêma Germiyan, 48 jin li Hewlêr û 67 jin jî li herêma Raperîn hatine sinetkirin.
Lêkolîna rêxistinê dide xuyakirin ku temenê van jinan di navbera 1 û 18yan de ye. (FD)
* Me ev nûçe ji Rûdaw, Kurdistan24 û Rojnewsê berhev kiriye