Êrîşên ku artêşên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) û Îsraîlê di 28ê Sibatê de li dijî Îranê dan destpêkirin, di roja 11em de (10ê Adarê) berdewam dikin.
Di roja yekem a êrîşan de, Rêberê Olî ê Îranê Elî Xameneyî jî di nav de gelek berpirsên payebilind ên Îranê hatibûn kuştin. Amerîkayê êrîşên xwe yên li dijî Îranê wekî "Operasyona Kerba Destanî" (Operation Epic Fury) û Îsraîlê jî êrişên xwe wekî "Operasyona Gurandina Şêr" (Operation Epic Fury) bi nav kir. Îranê jî di bin navê "Operasyona Soza Rastîn-4" de êrişên bersivdayînê da dest pê kirin.
Li gorî rapora Rûdawê, ji destpêka şerê Îsraîl û Amerîkayê yê li gel Îranê heta dawiya şeva duşemê, Herêma Kurdistanê bi 210 dron û mûşekan hatiye bombebarankirin.

Bi dronan êrişî Herêma Kurdistanê kirin
Di êrişan de çar kes mirin e
Li gorî lêkolîna Rûdawê, sînorê bajarê Hewlêrê bi 183 dron û mûşekan, Silêmanî bi 23 dron û mûşekan, Dihok bi çar dronan û Helebce jî bi du dronan hatiye bombebarankirin.
Her weha di encama êrişan de çar kes mirin e,19 kes jî birîndar bûne; ji wan sê karmendên asayîşê li Hewlêrê, sê nobedar û sê kesên sivîl li Silêmaniyê birîndar bûne. Penaberekî Rojhilatê li Koyeyê, welatiyek li Hewlêrê û yek jî li Zaxoyê birîndar bûye.

ROJA 7EM A ÊRİŞÊN DYA-ÎSRAÎLÊ ÊN Lİ DİJÎ ÎRANÊ
Heyva Sor a Îranê: Di êrîşan de zêdetirî 4 hezar avahiyên sivîlan zirar dîtin e
Herî zêde êrişî Hewlêrê kirine
Li gorî nûçeya Rûdawê, heta saet 11:30ê şeva Duşemê 9ê Adarê û roja 10emîn a şer, 181 êrişên dron û mûşekan arasteyî bajarê Hewlêrê hatine kirin ku piraniya wan navenda Hewlêrê kiriye armanc.
Waliyê Hewlêrê Umêd Xoşnaw destnîşan kiriye ku piraniya êrişan ji aliyê sîstema paarastina asmanî ve hatine têkbirin.

Îranê êrişî Kampa PDK-Îyê a li Koyê kir
Her weha 23 dron û mûşekan jî êrişî bajarê Silêmaniyê hatiye kirin, li bajarê Dihokê bi çar dronan sê êriş li dijî sînor hatine kirin. Di yek ji wan êrişan de şeva 5ê Adarê, zeviya petrolê ya Sersingê hat armanckirin û ji ber wê hilberîna petrolê li wê zeviyê hat rawestandin.
Li Helebceyê herî kêm êriş hatine kirin, 7ê Adarê bi du dronan Çiyayê Şinriwê yê li bajar hat bombebarankirin. Li gorî Rûdawê, êriş li dijî rawestgehên pêwendiyê yên kompanyayên Asiacell û Korek Telecomê hatine kirin.

ROJA 6EM A ÊRİŞÊN DYA-ÎSRAÎLÊ ÊN Lİ DİJÎ ÎRANÊ
Êrîşên hewayî yên Îsraîlê yên li dijî Tehran û Beyrûtê
Ew deverên ku hatine bombebarankirin yan dron û mûşek lê ketine xwarê:
Bajarê Hewlêrê: Dron û mûşek li van deveran ketine xwarê: Kesnezan, Pîrzîn, Fermanberan, Rewşenbîrî, Jiyan, Kurdistan, Newroz, Gezne, Behirke, Enkawa, Balafirgeha Hewlêrê û derdora wê, Dêgele, Çoman û Soran.
Bajarê Silêmaniyê: Silêmanî, Taxa Beranan, Cadeya 60 Metreyî, Gundê Zirgiwêz, Gundê Zirgwêzele, Herêma Sûrdaş, Hêzên Fermandariya Pêşmergeyan, Taxa Tasluce, Çiyayê Zimnako.
Bajarê Dihokê: Zeviya petrolê ya Sersingê, Kampa Baced Kendal û gundekî sînorê Akrê.
Bajarê Helebceyê: Çiyayê Şinriwê.

Îranê li Hewlêrê êrişî baregeha PAKê kir
Li gorî daneyên Rêxistina Tîmên Aştiyê yên Civakî (CPT) ya Amerîkayî li Herêma Kurdistanê, ji 28ê Sibatê heta duşemê ji ber şer û bandorên şer çar kes mirine.
3 kes ji wan ji partiyên Rojhilatê bûne û yê din jî karmendekî asayîşê yê Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê bûye.
Berpirsê Beşê Mafên Mirov ê wê rêxistinê yê li Herêma Kurdistanê Kameran Osman ji Rûdawê re gotiye:
"Ji ber êrişan 2 Pêşmergeyên Partiya Azadiya Kurdistanê li sînorê parêzgeha Hewlêrê, yek Pêşmergeyê Komeleyê li sînorê parêzgeha Silêmaniyê û endamekî asayîşê li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê canê xwe ji dest daye."
Ji birîndaran 3 endamên hêzên emnî bûn û li Balafirgeha Hewlêrê birîndar bûn, her wiha du ji wan nobedar bûn li baregeha berê ya Neteweyên Yekbûyî li Silêmaniyê, yek ji wan nobedar bûye li Titanic Hotelê ya Silêmaniyê.
Di heman demê de 3 sivîl birîndar bûn, yek ji wan motorsîkletajoyê kuryeyê bû li Hewlêrê, yek birîndar li Kampa Baced Kendal bûye li Zaxoyê, birîndarek jî hemşîreyek bûye li Kampa Azadiyê li Koye. Her wiha 10 birîndar Pêşmergeyên partiyên Rojhilatê bûne."
(AY)

