Fotograf: MA, Video: Mir Ali Koçer / bianet
Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) derbarê girtina rojnamegerên kurd ên de li ber avahiya Edliyaya Amedê ya navçeya Yenîşehîrê, civîneke çapemeniyê li dar xistin.
Di daxuyaniyê de pankarta "Çapemeniya azad serî natewîne" ku wêneyên 26 rojnamegerên kurd ên girtî li ser bû vekirin.
Endama MKGPyê Medya Urenê daxuyaniya ku bi kurdî hatibû amadekirin, xwend. Her weha Hevseroka DFGyê, Dîcle Muftuoglûyê jî ya bi tirkî xwend. Urenê, di axaftina xwe de destnişan kir ku zext û pêkûtiyên li ser wan her berdewamin û bang li dazarê kir: "Hedefgirtina rojnamegeriyê sûc e. Dev ji ev pêkanînên xwe berdin."
"Rojnamegerî weke sûc hat nîşandan"
"Binpêkirina mafên li dijî çapemeniya azad a ku hejmara wê ne diyar e dewam dike. Daraz jî li dijî çapemeniya azad wekî rêbazeke cezakirinê tê bikaranînin. Di 8'ê hezîranê de dîsa ev kevneşopî hat hedefgirtin. Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de 20 jê rojnameger 22 kes di serdegirtina malan de hatin binçavkirin. Ji ber zanibûn delîleke sûc a li dijî hempîşeyên me tune ye loma 8 rojan hevalên me di binçavan de hiştin. Nehiştin pîşeya xwe bikin. Emniyetê alavên biserdegirtina saziyan dest xistibû jî wekî 'delîlên sûc' di wêneyan de nîşan da. Bi vê yekê jî eşkere rojnamegerî hedef hat girtin.
"Piştî pêvajoya binçavkirinê ya nehiqûqî, bi awayê ku ev îktidar hiqûqa xwe jî bieciqîne di 16ê Hezîranê de 16 hevalên me da girtin. Tevî tirsa ku hat afirandin jî hevalên me dîsa jî bi wêrekî rastî nivîsandin. Daraza ku hevalên me bi îdiaya 'endamtiya rêxistinê' girt, di rojnamegeriya me de li 'talîmatê' geriya. Lê belê heke li kesên bi destûr û talîmatê dinivîsin, digerin bila berê xwe bidin medyaya alîgir a li qesrê. Rojevên medyaya alîgir li qesrê tên diyarkirin. Bi vê yekê wê bê famkirin ku çapemeniya azad bi talîmatê nûçeyan çênake. Ji ber ku li gor talîmatên îktidarê tevnagere, li dij vêya derdikeve, dibe hedef.
"Disa daraza îktidarê wekî 16ê Hezîranê di 25ê Cotmehê de jî dîsa bi binçavkirin û girtina xebatkarên çapemeniya azad êrişa xwe pêk anî. Vê carê jî talîmat dan Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê. 9 rojnamegerên di çarçoveya lêpirsîna Enqereyê de hatin girtin, bi tevahî 10 rojnameger dîsa hatin girtin. Xebatên rojnamegeriyê wekî hincet hat nîşandan û rojnameger hatin girtin. Ev êriş bi me gavê paşde nade avêtin. Berovajî vê yekê ew ê têkoşîna me ya heqîqetê hîn mezin bike."
"Em şopdarên Apê Mûsa û Gurbetelliyê ne"
"Ev kevneşopiyeke wiha ye ku bi êriş û zextan nayê qedandin. Dîsa di hefteyeke ku rojnameger dibin hedef de 6 meh bi ser girtina 16 hevalên me yên rojnameger re derbas bûn. Ev 6 meh in ku hîn tu îdianame der barê hevalên me de nehatiye amadekirin. Ji ber ku li holê sûcekî hevalên me tune ye! Ji ber ku em dizanin ku rojnamegerî ne sûc e! Lê bidûrxistina hevalên me ya ji kar a ji aliyê darazê pêk tê, sûc e. Hedefgirtina rojnamegeriyê sûc e. Êrişa li dijî çapemeniya azad, azadiya raman û îfadeyê sûc e. Em li vir dîsa diyar dikin. Ev kevneşopiya me ji Mûsa Anter û Gurbetelli Ersoz girtiye wê bidome. Dev ji hedefgirtina rojnameger û çapemeniya azad berdin. Divê hevalên me demildest serbest bên berdan û darizaninda der barê wan de bê sekinandin. Ji bo rojnamegeran azadî!"
Çi bûbû?
Di 20ê Çiriya Pêşiyê de polîsan li 9 bajaran avêtibûn ser ofîsên Ajansa Mezopotamyayê û Jinnewsê û rojnamegerên li van herdu ajansan kar dikin. 12 rojnameger desteser kiribûn. Nûçegîhana Jinnewsê Derya Ren, ji ber ku di dosyayeke din de cezayê lê hatibû birîn, pesend bûbû, yekser girtin û şandin girtîgehê. Her weha rojnameger Zemo Aggoz, ji ber ku pitika wê ya 48 rojî hebû, bi şertê kontrola edlî serbest bû. Midûra Nûçeyan a MAyê Dîren Yûrtsever, nûçegîhan Emrûllah Acar, Bêrîvan Altan, Selman Guleryuz, Denîz Nazlim, Ceylan Şahînli î Hakan Yalçin, nûçegîhanên Jinnewsê Oznûr Deger û Habîbe Erenar hatibûn girtin.
(MAK/FD)