Sibê wê bi dehan rojnameger derkevin pêşberî dadgehan. Li Stenbol û Amedê rojnameger wê li salonên cuda cuda derkevin pêşberî heyetên dadgehan.
Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan jî di nav de 15 rojnameger li Amedê li dadgehekê, li du dadgehên cuda rojnameger Safiye Alagaş û rojnameger Mîkaîl Barût li du dadgehên cuda, li Stenbolê Bariş Pehlîvan li dadgehekê, Bariş Terkoglû, Ahmet Sever Canan, Kaya, Îsmînaz Temel, Havva Cûştan û Mansûr Çelîk jî wê li dadgeheke din bên dadgehkirin.
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) têkildarî dadgehkirina rojnamegeran de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
DFGyê di daxuyaniya xwe de bal kişand li ser dadgehkirina rojnamegeran û got: “Wekî tê dîtin li edliyeyan, dozger û dadger ji bo rojnamevanan darizînin di nava mesaiyek zêde de ne. Her roj rojnamevan tên darizandin. Doz li rojnamevanan tên vekirin. Rojnamevan di bin dorpêç û şopandina darazê de ne. Lê erk û peywira rojnamevanan ne salonên darazê ye, li qadan şopandina nûçeyan e. Divê li korîdorên darazê nûçeyên hiqûqê bişopînin. Dema ku ew bên darizandin, mixabin ew dibin mijara nûçeyan. Ev jî dibe sedem ku pergalek sosret ava bibe”
DFGyê daxwaz kir ku rojnamegerên girtî serbest bibin û dadgehkirinên rojnamegeran bi dawî bibin: “Ger ku rojnamevan neyên berdan û darizandina wan bi dawî nebe mirov nikare behsa darazek hiqûqî bike.”
Komeleyê her weha bang li raya giştî, li rojnamegeran û saziyên peywendîdar kir ku rojnamegerên tên dadgehkirin bi tenê nehêlin.
Saziyê “Qanûna Sansûrê” ya Parlamentoyê ew pejirandibû û paşê jî ji bo betal bibe çûbû ber destê Dadgeha Destûra Bingegîn bibîr xist û ji heyeta Dadgeha Destûra Bingehîn xwest ku “zagona rojnamevanan dixe bin tundî û zorê” betal bike.
Rojnamegerên ku wê bên dadgehkirin ev in:
* Li Amedê di 8ê Hezirana 2022an de li dijî rojnamegeran operasyanek pêk hatibû. 20 jê rojnameger 22 kes di vê operasyonê de hatin desteserkirin. 16 rojnameger piştî desteserkirinê bi 8 rojan, di 16ê Hezîranê de hatibûn girtin. Rojnameger piştî 13 mehan, di 11 û 12ê Tîrmeha 2023yan de, li 4em Dadgeha Cezayê Giran a Amedê cara pêşiyê derketin pêşberî heyeta dadgehê. Di encama dadgehkirinê de, 15 rojnameger serbest bûn. Duyem danişîna dozê dê li 4em Dadgeha Cezayên Giran a Amedê pêk bê.
Hevserokê Komeleya DFGYê Serdar Altan, Midûrê Karûbarên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Ali Ertaş, Edîtorê Ajansa Mezopotamya (MA) Azîz Oruç, Rojnameger Lezgin Akdeniz, Zeynel Abîdin Bulut, Omer Çelîk, Mazlum Dogan Guler, Îbrahim Koyuncu, Neşe Toprak, Elîf Ungur, Abdurrahman Oncu, Suat Doguhan, Remzîye Temel, Ramazan Gecîken û Mehmet Şahin û rojnamegerên serbest dihatin darizandin Kadir Bayram, Esmer Tunç û Mehmet Yalçin dê sibê ji nûve derkevin pêşberî dadgehê.
* Midûra Karûbarên Nivîsan a JINNEWSê Safiye Alagaş ku wê sibê li 5em Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê darizandin.
* Rojnameger Mîkaîl Barûtê 25ê Nîsanê de hatibu girtin wê sibê 4em Dadgeha Cezayê Giran a Amedê derkeve pêşberî dadgehê.
* Rojnameger Bariş Pehlivan ku ji ber xebatên rojnamegeriyê girtî tê darizandin wê derkeve pêşberî dadger. Derbarê Pehlîvanî de di sala 2020an doz lê hatibû vekirin û 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Pehlivan ku cara pêncemîn tê girtin wê sibê saet 13.30an de li 2emîn Dadgeha Asliye Cezayê ya Stenbolê bê dadgehkirin.
* Rojnameger Bariş Terkoglu, Ahmet Sever, Canan Kaya, Îsmînaz Temel, Havva Cuştan û Mansur Çelîk wê sibê di çarçoveya doza li wan hatiye vekirin derkevin pêşberî heyeta dadgehê.
(FD)