Fotograf: Ajansa Mezopotamyayê
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) raporek têkildarî binpêkirina mafên rojnamegeran ên di meha Tîrmehê de aşkere kiriye. Di raporê de hatiye destnîşan kirin ku di meha Tîrmehê de rojnameger hatine girtin, desteserkirin û derbarê wan de lêpirsîn hatine destpêkirin. Di rapora de hatiye diyarkirin ku di dema şopandina nûçeyan de polisan rojnameger asteng kiriye û li Stenbol, Enqere, Îzmîr, Wan û Amedê tundkarî li wan kirine û ew birîndar kirine.
Sîxurtî li rojnamegeran ferz kirine
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê di raporê de hatiye destnîşan kirin ku sîxurtî li 2 nûçegîhanên JinNewsê hatiye ferzkirin û weha hatiye gotin, "Ev nêzîkatî û yên mîna vê hewldanên tirsandin û ji qadê dûrxistina rojnamegeran e. Rojnameger ne muxbîr/sîxurê tu kesî ne. Dewlet jî organîzasyonên din jî heke dixwazin agahî bigirin bila nûçeyên ku em çêdikin binêrin. Jixwe karê ku em dikin û hewldana em didin bi nûçeyên me ji raya giştî re tên ragihandin."
Di raporê de qala lîsteya înfazê ya 55 muxalîf, siyasetmedar û rojnamegerên li derveyî welat jî hatiye kirin û ev tişt hatine gotin: "Rojnamegerê ku tê gotin navê wî di lîsteyê de ye Erk Acerer destpêkê li mala wî êriş li hat kirin û piştre peyama gefê jê hat şandin. Dîsa rojnameger Celal Başlangiç jî ji ber ku navê wî di lîsteyê de hebû ji aliyê polisên alman ve hat hişyarkirin. Rewşa lîncê û planên aloziyê ku li welat tê xwestin bê avakirin hatiye berfirehkirin û weke planekê derketiye pêşiya me. Rêveberiyeke ku ewqasa ji rojnamegeran bitirse di rastiyê de wesfên xwe yê rêveberiyê winda kiriye. Lewre rojnameger ne ew kesên ku mirov ji wan bitirse û wan berteref bike."
Sansur
Di raporê de li ser peyama sansurê ya Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonan (RTUK) ku ji ber şewatên daristanan ji rêveberiyên sazî û dezgehên çapameniyê re şandibû jî hat rawestandin û hatiye diyarkirin ku peyama RTUKê li dijî azadiya çapameniyê darbe ye.
Binpêkirinên mafan
Li gorî raporê di meha Tîrmehê de 4 rojnameger hatine desteserkirin, tundî û kiryarên xerab li 15 rojnamegeran hatiye kirin, êriş li 14 rojnamegeran hatiye kirin. Sîxurtî li 4 rojnamegeran hatiye ferzkirin û gef li wan hatiye xwarin, di dema şopandina nûçeyan de 12 rojnameger hatine astengkirin, derbarê 2 rojnamegeran de lêpirsîn hatiye destpêkirin û doz li rojnamegerekî hatiye vekirin, 11 meh û 20 roj ceza li rojnamegerekî hatiye birîn, dozên ku li 56 rojnamegeran hatine vekirin didomin, RTUKê 15 ceza daye 6 kanalan, 283 nûçe û 7 malper hatin astengkirin û rojnamerek ji kar hatiye derxistin.
Di raporê de hejmara rojnamegerên girtî jî heta 4ê Tebaxê weke 65 hatiye aşkere kirin. (AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê