Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), rapora binpêkirina mafên rojnamegeran a meha Tebaxê eşkere kir.
DFGê diyar kir ku di meha Tebaxê de jî mafên rojnamegeran hatin binpêkirin. Her weha DFGê destnîşan kir ku mafê çêkirina nûçeyan yê rojnamegeran û mafê agahîgirtina gel tê astengkirin.
DFGê di raporê de da zanîn ku li Tirkiyeyê zextên li ser çapemeniyê û rojnamegeran di meha Tebaxê de jî bênavber berdewam kir û di raporê de wiha hate gotin:
”Rojnameger ji ber parvekirinên xwe yên li ser medyaya civakî, nûçeyên ku çêkirine û xebatên rojnamegeriyê hatin desteserkirin, derbarê wan de lêpirsîn hatin vekirin, hatin darizandin û hinek ji wan hatin girtin.
Di Tebaxê de xebatkarên Rojnameya Aydin Dengeyê jî di navde 4 rojnameger hatin desteserkirin. Rojnamegerek hate girtin, derbarê 5 rojnamegeran de lêpirsîn hat vekirin û ji 2 dosyayan 4 rojnameger hatin darizandin. Ji rojnamegerên hatin desteserkirin, jê Îrem Delice bi şertê kontrola edlî serbest hate berdan. Lê li ser îtiraza dozger, dîsa hat desteserkirin û girtin.”
Lêpirsînên meha Tebaxê
Di berdewama raporê de hat destnîşankirin ku di meha Tebaxê de li nûçe û parvekirinên medya civakî ên rojnamegeran jî lêpirsîn hat destpêkirin û weha hat gotin:
“Derbarê nûçegîhanê Îlke TV Zîlan Azadê de ji ber hevpeyvîna ku kiribû, derbarê Gerînendeyê Giştî yê berê yê Rojnameya Hurriyetê Ertugrul Ozkok de ji ber ku beşdarî bernameyekê bûye, lêpirsîn hatin vekirin. Rojnameger Can Bursali ji ber nûçe û parvekirinên medyaya civakî bi şertê kontol edlî hat berdan. Derbarê Burhan Can Terzî de jî, ji ber nûçeyên sporê ku çêkiribû lêpirsîn hat vekirin. Seroka Cemîyeta Rojnamegeran a Îzmirê Dilek Gappi ji ber têkildarî rojnamegeran daxuyanî da îfadeya wê hat girtin.”
Sansur
Di raporê de DFGê de bal kişand li ser sansuran û wiha got:
“Piraniya zextên li ser azadiya çapemeniyê ji sansura dijîtal pêk tê. Di Tebaxê de gelek hesabên medya civakî û nûçeyên li ser medyaya civakî hatin parvekirin, asteng kirin. Nûçeyên derbarê Holdînga Zulfikarlaran, kuştina Rojîn Kabaişê û dosyayên lekolînê yên têkildarî Medipolê de bûn sedem ku hesabên wan ên medyaya civakî bên astengkirin.
Bi taybetî ji ber nûçeyên kuştina Rojin Kabaişê hesabên Rojnameger Oznur Deger û Salih Sertkal ên Xê hatin astengkirin. Li Tirkiyeyê hesabên Xê yên Medya Haber TV, Ajansa Nûçeyan a Etkînê û JINNEWSê hatin astengkirin. Hesabên Ajansa Mezopotamya, rojnameger Nasuh Bektaş û Firat Fistik ên Xê yê li Tirkiyeyê hatin astengkirin. Hesabê înstagramê yê Nujin Medyayê hat astengkirin.”
(AY)

