Komelaya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) rapora xwe ya meha Sibatê ya li ser binpêkirina mafan a li dijî rojnamegeran aşkere kir.
Li gorî daneyên rapora DFGê di meha sibatê de 11 rojnameger hatine binçavkirin 5 rojnameger hatine girtin, ji 9 rojnamegeran re bi tevahî 6 sal û 7 meh û 6 roj cezayê girtîgehê û 45 hezar lîre cezayê pereyan hat birîn û 31 nûçe û 272 naverokên medyayê hatine astengkirin.

RAPORA ÇAVDÊRİYA Lİ MEDYAYÊ YA BİAYÊ - 2025
Ew ên ku dixwazin rojnamegeran bêdeng bikin, niha bêtir bêpîvan in!
Desteserkirina rojnamegeran
DFGê diyar kir ku daneyên di rapora wan de cih digirin careke din nîşan didin ku mafê jiyanê, ewlehî û azadiya ramanê ya rojnamegeran li Tirkiyeyê di bin xetereyeke cidî de ye û wiha got:
“Ji ber xebatên wan ên rojnamegeriyê êrişa fizîkî li hevkarên me tê kirin, tên binçavkirin, girtin û bi tundiya darazê re rû bi rû dimînin. Êrîşa li ser Ajansa Nûçeyan a Etkinê (ETHA) ya di meha Sibatê de xeleka dawî ya vê zincîra zextê bû. Deriyê ajansê hate şikandin û alavên nûçeyan hatin desteserkirin. Ji pênc rojnamegerên ku di encama serdegirtinê de hatin binçavkirin çar hatin girtin. Rojnamevan Alîcan Ûlûdag jî ji ber nûçeyên ku çêkirin û parvekirinên xwe yên medyaya dîjîtal hat girtin."
DFGê bal kişand ku di roja dawî ya Sibatê de Gerînendeyê Weşana Giştî yê Ajansa Nûçeyan a ANKAyê Kenan Şener di nav de sê rojnameger ji ber ku liv û tevgera li Baregeha Hewayî ya Încîrlîkê kirin nûçe, hatin desteserkirin.

Raporên Çavdêriya Li Medyayê yên BIAyê
30 rojnameger di girtîgehê de ne
DFGê da zanîn ku bi girtina pênc rojnamegeran re di meha Sibatê de, hejmara rojnamegerên girtî derket 30î û wiha domand:
“Rojnamegerên di girtîgehê de jî bi binpêkirinên mafan re rû bi rû dimînin. Rojnameger Alî Bariş Kûrt ê ku li Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 1an a Maltepeyê ya Stenbolê tê ragirtin tevî ku diviyabû di Mijdara 2025an de bihata berdan, bi biryara Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya Girtîgehê hê jî bi awayekî neqanûnî tê girtin.”

Rojnameger Ercument Akdenîz tehliye nebû
DFGê destnîşan kir ku sansûr di meha Kanûna Paşîn de gihişt lûtkeyê û di meha Sibatê de berdewam kir. Her weha DFGê got ku hesabên medyaya civakî ên Ajansa Mezopotamyayê û JinNewsê ku di meha Kanûnê de çar caran hatibûn astengkirin, di meha Sibatê de jî carekê hatin astengkirin

MKG: Di sala 2025an de 424 binpêkirin pêk hatine
Daneyên binpêkirinên mafan
- Êrişî 6 rojnamegeran hate kirin,
- 11 rojnameger hatin desteserkirin,
- 5 rojnameger hatin girtin,
- Bi ser malên 6 rojnamegeran de girtin,
- Mûameleya xerab li 3 rojnamegeran kirin
- Gef li rojnamegerekê xwarin,
- Şopandina nûçeyan a 3 rojnamegeran hate astengkirin,
- Li girtîgehan 2 binpêkirinên cuda yên rojnamegeran hatin tespîtkirin.
Zextên li ser azadiya derbirînê
- Derbarê 3 rojnamegeran de lêpirsîn hat destpêkirin.
- Derbarê 5 rojnamegeran de doz hat vekirin.
- Ji 9 rojnamegeran re bi tevahî 6 sal û 7 meh û 6 roj cezayê girtîgehê û 45 hezar lîre cezayê pereyan hat birîn.
- Di 30 dosyayan de darizandina 45 rojnamegeran didome.
- Ji 4ê Adara 2026an ve, 30 rojnameger di girtîgehê de ne.

Rojnameger Tugçe Yilmaz: Tişta ku li vir tê darizandin pîşeyê min e
Sansûr û astengiyên li dijî saziyên medyayê
- Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonan (RTUK) ji bo 2 weşanên cuda cezayê pereyan birî.
- Biryara qedexekirina 10 weşanan hate pêkanîn.
- 31 nûçe hatin astengkirin.
- 272 naverokên medyayê hatin astengkirin.
DFGê di dawiya rapora xwe de ev bang kir:
“Em bang li rayedaran dikin ku dawî li binpêkirinên li dijî rojnamegeran bînin û raya giştî ya neteweyî û navneteweyî li Tirkiyeyê li hemberî binpêkirina mafan a di warê azadiya çapemeniyê de hesas bin. Xebatên rojnamegeriyê nikarin bên darizandin. Rojnamegerî ne sûc e.”
(AY)

