Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Komeleya Rojnamegeran a Dicle Firatê (DFG) rapora binpêkirina mafên rojnamegeran a 2020an aşkere kiriye. Li gorî raporê di sala 2020an de 79 rojnameger hatine desteserkirin û 24 rojnameger hatine girtin. 19 rojnameger rastî êrişê hatine. Li 43 rojnamegeran 150 sal û 15 roj cezayê girtîgehê û 56 hezar û 310 Lireyê Tirk cezayê pere hatiye birîn.
Komeleya Rojnamegeran a Dicle Firatê (DFG), li avahiya komeleyê bi civîna çapemeniyê rapora binpêkirina mafên rojnamegeran a 2020'an aşkere kiriye. Her weha gelek rojnameger tevlî daxuyaniyê bûne.
“Di sala 2020an de zextên li ser rojnamegeran zêdetir sistematik bûye”
Dîcle Muftuoglû, Hevseroka DFGê Dîcle daxuyanî xwendiye û wiha gotiye:
"Di sala 2020an de gelek qeyranen siyasî, civakî, aborî û tenduristî li pey xwe hiştin û piştî vîrûsa Covîd-19ê li vê qeyranê zêde bû, rê li pêş çareseriyê hat girtin." Hevserokê, daye zanîn ku sala 2020an bû sala giloka pirsgirêkan û wiha gotiye: "Ji bo ku gel rastiyê nebînin di sala 2020an de zextên li ser çapemeniya azad derket asta herî jor. Di sala borî de li şûna pirsgirêkan çareser bikin mixabin li pêş çapemeniyê bûn asteng û kedkarên çapemeniyê bêdeng kirin. Sedema vê yekê ew bû ku nexwestin rastî bigihêje gel û gel li çareseriyê bigere. Ji ber vê yekê zextên li ser rojnamegeran bi rêk û pêk berdewam kir. Rojnameger hatin binçavkirin, girtin û cezakirin. Doz li wan hatin vekirin û cezayê girtîgehê li wan birîn. Daneyên di rapora 2020an de jî nîşan dide ku di salekê de rojnamegeran li dijî azadiyê her cureyê zextan ditin. Di sala borî de her roj rojnameger bi zext, tundî, desteserkirin û girtinê re rû bi rû man. Îqtîdarê rojnamegerên ku bi rêgeza wêrekî û rastiyan tevgeriyan û neketin qada medya hawiz kir hedefa xwe. Lê rojnamegerên wêrek û li pey rastiyan dê her tim rastiyan ronî bikin û li pêş civakê bibin ronahî. "
Hevseroka DFGê Muftuoglûyê, diyar kiriye ku divê bê zanîn her ku zextên li dijî çapemeniye zêde dibin, di heman demê de polîtîkayên şaş teşhîr dikin û wiha axivîye: "Ji ber ku li cihekî bixwazin çapemeniyê bêdeng bikin, li wir hêzên serdest dixwazin civakê ker û kor bikin. Her çend di hedefê de kedkarên çapemeniyê hebin jî di rastiyê de dixwazin gel ker û kor bikin. Sedema ku îro îqtîdar dixwaze çapemeniya xwe ava bike jî ev rastî ye. Her çend îqtîdar qala azadiya çapeeniyê bike jî di rastiyê de îqtîdar çapemeniya azad naxwaze. Dixwaze rojnamegerên ku propagandaya wê dike pêş bixin. Li Tirkiye her dem çapemenî bi zextan re rû bi rû maye. Lê di serdema vê îqtîdarê de ji her demê bêtir zext û tundiya li ser çapemeniye zêde bû."
“Rojnamegerên Kurd zêdetir bi zihmetiyan re rûbirû dimîne”
Muftuoglu, destnîşan kiriye ku dema mirov li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê binirxîne divê rewşa Rojnamegerên Kurd cuda binirxîne û wiha berdewam kiriye: "Wekî ku li Tirkiye Kurd di her qadê de bi gelek zor û zahmetiyan re rû bi rû ne, çapemeniya Kurd jî bi hemar nergî ye. Li wanê 5 hevalên me yên rojnameger hatin girtin. Ev nîşan dide ku rojnamegerên Kurd li gelek qadan bi zext û tundiyê re rû bi rû ne. Sala 2020an Tirkiye carek din ji bo rojnamegeran bû girtîgeh. Em li bendê bûn ku hevalên me yên girtî bên berdan, lê li şûna wan berdin rojnamegerên din li rojnamegerên girtî zêde kirin. Tirkiye di qada azadiya çapemeniyê de, di nava welatên cîhanê de di rêza dawî de ye. Welatê herî zede rojnameger lê girtî Tirkiye ye. Li welatekî ku rojnameger lê girtî bin, mirov nikare qala azadiya çapemeniyê bike. Dîsa gelek rojnamegeran piraniya wextê xwe li salonên dadgehan derbas kir."
Muftuoglu, daye zanîn ku ji ber vê yekê dixwazin dawî li zextên li ser çapemeniyê bînin û wiha bi dawî kiriye: "Divê rojnamegeran bê nefes nehêlin. Ji ber ku li cihê çapemenî ne azad be, mirov nikare qala azadiya çapemeniyê û demokrasiyê bike. Em di sala nû de ji bo hemû kedkarên çapemeniye û civakê salek azad dixwazin. Em ê di sala nû de bi hişyariya “Çapemeniya azad civaka azad e" xebatên xwe berdewam bikin."
Serdar Altan, Hevserokê DFGê daneyên raporê weha rêz kiriye:
* 79 Rojnameger hatin desteserkirin.
* 24 Rojnameger hatine girtin.
*19 Rojnameger bi êrîşan re rû bi rû man.
*17 Rojnameger bi muamemeyên xerab û gefên sîxuriyê re rû bi ru man.
*Di 12 bûyeran de rojnameger hatin astengkirin.
*54 Rojnameger der barê wan de lêpirsin hatin vekirin.
*53 Rojnameger der barê wan de doz hatin vekirin.
*43 rojnameger bi cezayê hepsê yê 150 sal û 15'an hatin cezakirin. 56.310 tl cezaye pereyan li wan hatin birîn
*539 rojnameger bi 231 dosyayan tên darizandin.
*8 rojname cezaye îlan û reklamê li wan hat birîn
* RTUK'ê 43 ceza li çapemeniyê birî.
*1960 nûçe û 145 malperên înternetê, ragihandina wan hat astengkirin.
*6 rojnameger dawî li karê wan hat anîn.
* Heta 04'ê Çileya 2021'an hêj 91 rojnameger girtî ne.
Lîsteya Rojnamegerên Girtî - Kanûn - 2020
1 - Abdulkadir Turay – Nûçegîhanê Ajansa Dîcleyê
2 - Abdullah Ozyurt – Nûçegîhanê Rojnameya Zamanê
3- Adnan Bilen – Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya
4 - Rojnameger Ahmet Altan
5 - Nûçegîhanê Zamanê Ahmet Feyzullah Ozyurt
6 - Nûçegîhanê Zamanê Ahmet Metin Sekizkardeş
7 - Midûrê nûçeyan ê Zamanê Ahmet Uzan
8 - Xwediyê Rojnameya Akisê Alaattin Akkaşoglu
9 - Koordînatorê TRT Haber Ali Ahmet Boken
10 - Xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat Ali Aşikar
11 - Nivîskarê Rojnameya Zamanê Ali Unal,
12 - Xebatkara Zamanê Ayşenur Parildak
13 - Nivîskar û rojnameger Aytekin Gezîcî
14 - Xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat Baran Karadag
15 - Nûnerê Rojnameya Zamanê Beytullah Ozdemir
16 - Nûçegîhanê CHA Burçin Selçuk Dokgoz
17 - Nûçegîhana Zamanê Buşra Erdal
18 - Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya Cemil Ugur
19 - Midûrê Karê Nivîsan ê Mavî û Kent Cengiz Dogan
20 - Nûçegîhanê Rojnameya Bugun Cîhan Acar
21- Koordînatorê weşanê yê Rojnameya Mîllet Cuma Ulus
22 - Nûçegîhanê rojnameya Bûgun Çetin Çiftçi
23 - Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya Dindar Karataş
24 - Nûçegîhanê DÎHA Ziya Ataman
25 - Nûçegîhanê Zamanê Emre Soncan
26 - Nûnerê Rojnameya Zamanê Enîs Oznuk
27 - Nûçegîhanê Fox TV Ercan Gun
28 - Edîtorê Kovara Eylul Erdal Susem
29 - Midûrê Rojnameya Meydanê Erdal Şen
30 - Spîkerê Bugun TV Erhan Akkuş
31 - Midûrê Karê nivîsê yê Kovara Odak Erol Zavar
32 - Midûrê Zamanê yê Erziromê Ersin Demirci
33 - Nûçegîhanê Cîhan-Zamanê Fahrî Oztoprak
34 - Nûçegîhanê Ajansa Cîhanê Faruk Akkan
35 - Nûnerê Rojnameya Azadiya Welat ê Dîlokê Ferhat Çiftçî
36 - Nûçegihanê Rojnameya Zamanê Fethi Altun
37 - Nivîskarê Rojnameya Zamanê Fevzi Yazici
38 - Nûnerê Rojnameya Azadiya Welat Gokhan Gumuş
39 - Nivîskarê Rojnameya Bugun Gultekin Avci
40 - Spîkerê TRT Haberê Hamza Guneri Gok
41 - Midûrê Karê Nivîsan ê Rojnameya Zamanê Harun Çumen
42 - Xebatkarê TRT'ê Hasan Huseyin Ors
43 - Nûçegîhanê TRT'ê Hasan Taşar
44 - Midûra Karên Nivîsan a Rojnameya Atilimê Hatice Duman
45 - Serokê Weşanê ya Samanyolu Hidayet Karaca
46 - Nûçegihanê CHA'yê Huseyin Aydin
47 - Xebatkarê TRT'ê Îbrahim Halil Ozturkerî
48 - Xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Îbrahim Karakaş
49 - Xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat Îlker Îlkan
50 - Midurê Karên Nivîsan ê Rojnameya Azadiya Welat Îsmail Çoban
51 - Nûçegihanê DÎHA Kamuran Sunbat
52 - Nûçegihanê Ceylane Kazim Canlan
53 - Gerînendeyê Weşanê yê Radyo Dunya Kenan Karavil
54 - Midûrê Karên nivîsan ê Kovara Ozgur Halk Mahmut Gulecan
55 - Nivîskarê Tarafê Mehmet Baransu
56 - Nûçegîhanê DÎHA Mehmet Guleş
57 - Nûçegihanê Zamanê Mehmet Kuru
58 - Gerînendeyê FM'ê Miktat Algul
59 - Xwediyê Subuhaber.com Muhammed Saît Kuloglu
60 - Xebatkarê Kovara Nokta Murat Çapan –
61 - Midûrê Karen Nivîsan ê Rojnameya Demokrat Murat Dagdeviren
62 - Midûrê Rojnameya Bugun Mustafa Erkan Acar
63 - Nûnerê Kovara Ekmek û Edalet Mustafa Gok
64 - Nûçegîhanê Rojnameya Radîkal Mustafa Gokkiliç
65 - Rojnameya Zamanê Mustafa Unal
66 - Koordinatorê Milletê Mutlu Çolgeçen
67 - Nûçegihanê CHA Mutlu Ozay
68 - Rojnameger Nazan Sala
69 - Nûçegîhanê DÎHA Nedim Turfent
70 - Nivîskarê Rojnameya Zaman Nuh Gonultaş
71 - Koordînatorê Haberturk Oguz Usluer
72 - Gerinedeyê Samanyolu Osman Çalik
73 - Nûçegihanê Cîhan Omer Oruç –
74 - Şefê TRT İstabul Ozcan Keser,
75 - Xebatkarê TRT'ê Ozden Kinik
76 - Midûrê Kovara Mucadele Birligi Samî Tunca
77 - Xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat Semih Elitaş
78 - Xebatkarê Burcu FM Serkan Sedat Guray
79 - Xebatkarê Halkin Gunlugu Sertan Onal
80 - Xebatkarê TRT Haber Seyid Kiliç
81 - Nûnerê Rojnameya Azadiya Welat ê Edeneyê Seyithan Akyuz
82 - Xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat Sibel Mustafaoglu
83 - Nûçegîhana Jin Newse Şehriban Abî
84 - Nûçegîhanê TRT'ê Turgut Usul
85 - Nûçegîhana Sabah'ê Tulay Canpolat
86 - Nivîskarê Vatanê Ufuk Şanli
87 - Nûnerê Rojnameya Zamanê Vahit Yazgan
88 - Edîtorê Kovara Ozgur Halkê Yilmaz Kahriman
89 - Xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat Yıldırım Temel
90 - Edîtorê Rojnameya Bugun Zafer Ozcan
(HA/AY)