Fotograf: Ferid Demirel - bianet
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê (DFG), rapora xwe ya meha sibate aşkere kiriye. DFGyê di rapora xwe de diyar kiriye ku di meha Sibatê de 4 rojnameger hatine girtin û hejmara rojnamegerên girtî gihîştiye 88an.
DFGyê di rapora xwe de bal kişandiye li ser 16 rojnamegerên ji 16ê Hazîrana 2022an ve girtî ne û diyar kiriye ku 9 meh derbas bûye lê hê jî îdianame nehatiye nivîsandin.
Li gorî rapora DFGyê di meha Sibatê de mafên azadiya xweîfadekirinê û çapemeniyê di van bûyeran de hatiye binpêkirin:
9 meh in ku îdianame nehatiye amadekerin
“Rojeva lêpirsîn û darizandina rojnamegeran ji bo rojnamegeran wek karesata erdhejê ye. Di ser girtina 16 rojnamegerên ku 16ê Hazîrana 2022an de hatin girtin 9 meh derbas bûn. Lê hê jî îdianame nehatiye nivîsandin. Naye zanîn çima ewqas demdirêj di nava çar dîwaran de girtî hatine hiştin. Parêzerê rojnamegerên girtî û hevpîşeyên heta îro der barê hinceta girtina ven rojnamegerên girtî de tu agahî ji berpirsên pergala darazê negirtine. Baş tê zanîn ku ev rewş bi serê xwe rêbazeke din a cezakirinê ye. Em careke din daxwaz dikin ku lêpirsîn bê dawîkirin û rojnameger serbest bên berdan.
“Li ser navê Çapameniya Azad û rojnamegeriyê dozeke din a girîng jî doza 29ê Cotmehê ya 9 rojnamegearn e. Îdianameya piştî sê meh û nîvan derket ji 210 rûpelan pêk tê. Ev jî bêtir der barê 149 nûçeyên Ajansa Mezopotamyayê (MA) ne. Ev îdianame nîşan dide ku rojnameger ji ber nûçeyên çêkirine hatine girtin û tên darizandin. Em banga li hemû rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeriyê dikin ku roja 16ê Gulanê werin û tevî danişîna vê doza rojnamegeran bibin.
Binpêkirinên mafan
“Binpêkirinên mafan ên meha Sibatê wiha ne; di meha Sibatê de 4 rojnameger hatin girtin û bi vê yekê re hejmara rojamegerên girtî derket 88an. Di meha Sibatê de 7 rojnameger rastî êrişê hatin, 15 jê rastî miameleya xerab hatin, li 11 rojnamegeran gef hate xwarin, 24 rojnameger dema nûçe dişopandin hatin astengkirin, bi ser mala rojnamegerekî de hate girtin, 8 rojnameger hatin binçavkirin, 4 rojnameger hatin girtin, derheqê 14an de lêpirsîn hate destpêkirin, ji bo rojnamegerekî 11 meh cezayê hefsê hate dayîn û ji 38 dosyayan 102 rojnameger hatin darizandin.
Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonan (RTUK) di meha Sibatê de 10 biryarên qedexekirina weşanê dan, ji bo 4 televîzyonan di asta herî jor de cezayê pereyan da, ji bo 3 rojan cezayê reşkirina ekranê da televîzyonekê. Her wiha di meha sibatê de 4 malperên înternetê hatin girtin, 19 jê hatin astengkirin û naverokên 345 parvekirinên medyaya civakî jî hatin astengkirin.” (FD)