Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) rapora xwe ya têkildarî binpêkirina mafên rojnamegeran ya meha Nîsanê bi raya giştî re parve kiriye.
DFGê di raporê de bal kişandiye ser 3ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê û diyar kiriye ku ew vê rojê bi zext, qedexe û sansura li ser çapemeniyê pêşwazî dikin.
DFGê daye zanîn ku li welatên demokrasî lê tune, çapemeniya ku rola xwe dilîze her tim dibe hedefa êrişên desthilatdariyê û wiha domandiye:
“Tirkiye yek ji wan welatane ku her tim dixwaze medyayê têxe bin kontrola xwe. Li Tirkiyeyê piraniya çapemeniyê di bin kontrola desthilatdariyê de ye. Rojnameger nikarin bi rengekî azad karê xwe bikin û ên dikin jî dibin hedefa desthilatdariyê.
Li gorî Îndeksa Azadiya Çapemeniyê ya Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF), Tirkiye di nava 180 welatan de di rêza 149an de ye. Rojnameger her roj bi astengî û gefan re rû bi rû dimînin. Polîsên ku hêza hikûmetê didin pişt xwe bi hêsanî rojnamegeran desteser û derb dikin. Tevî vê yekê jî derheqê wan polîsan de tu lêpirsîn nayên destpêkirin.”
Zêdetirî 60 rojnameger girtî ne
Di berdewamê de DFGê destnîşan kiriye ku di meha Nîsanê de 50 rojnameger hatin darizandin û weha gotiyr: “Niha zêdetirî 60 rojnameger di zindanê de ne. Ji azadiya xwe bêpar in. 4 rojnameger hatin binçavkirin. Hêj qedexe û sansûra li ser saziyên çapemeniyê didomin. Mirov nikare qala azadiya çapemeniyê bike. RTÛK, bi cezayên xwe dixwaze çapemeniye bêdeng bike. Di meha nîsanê de nêzî 10 malperên înternetê hatin astengkirin. 16 nûçe hatin astengkirin. Heta niha malpera Ajansa JinNews’ê ku li Tirkiyeyê tekane ajansa jinan e, 43 caran hatiye astengkirin. Ev jî rewşekî xeternak nîşanî me dide. Em, 3ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê di nava rewşekî wiha de pêşwazî dikin.”
Daxuyaniya DFGê wiha bi dawî bûye: “Em dibînin ku tevî van astengiya jî rojnamegerên ku çapemeniya azad diparêzin hene. Em dibînin ku rojnamegerên bi rûmet hene. Em 3ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê li hemû rojnamegerên ku ji bo çapebeniya azad têdikoşin pîroz dikin.” (AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê