Komeleya Rojnamegeran a Dicle Firate (DFG), rapora xwe ya “Binpêkirina Mafên Rojnamegeran a Meha Mijdara 2022an” aşkere kir.
Li gorî rapora DFGê piştî tayînkirina qayûmên şaredariyan, çalakiyên protestoyê zêde bûne. Di van çalakiyan de polîsan êrîş biriye ser rojnamegeran. Li Êlihê bûroya Batman Sozê rastî êrîşê hatiye û nÛçegîhanê wê Serhat Aslan hatiye desteser kirin.
Her weha kesên bi maske hewl dane ku xebatkarê rojnameya Yeni Yaşamê Veysî Akoren birevînin. Waliyê Êlihê li şûna lêkolînê bike, rojnameger kiriye armanc.
Devlet Bahçelî di civînên xwe de gef li rojnamegeran xwariye. Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya kameraya xebatkarê ANKAyê daye ber kulman.
Her weha di vê mehê de 18 saziyên rojnamegeriyê toreka hevkariyê ava kirine. Rojnamegerên ku ji girtîgehê derketine, bê navber dest bi karê xwe kirine.
Di vê mehê de 21 rojnameger hatine desteserkirin.