DFGê rapora xwe ya meha Kanûna Paşîn ya derbarê binpêkirina mafên rojanmegeran parve kîr. DFGê di rapora xwe de diyar kir ku di meha Kanûna Paşîn de 14 rojnameger hatine girtin û yek ji wan hatiye girtin.
Li gorî rapora meha Kanûnê ya Komeleya Rojnamevanên Dicle Firatê ( DFG), 14 rojnameger hatine desteserkirin û rojnamegerek jî hatiye girtin.
DFGê da zanîn ku 22 rojnameger dema ku nûçeyan şopandine hatine astengkirin. Di heman pêvajoyê de 458 hesabên medyaya civakî hatin astengkirin.
DFGê di raporê de diyar kir ku li dijî rojnamegeran lêpirsîn hatiye destpêkirin, li dijî rojnamegerekî doz hatiye vekirin, bi giştî 3 sal, 9 meh û 7 roj cezayê girtîgehê li 3 rojnamegeran hatiye birîn.
Hat gotin ku niha darzandina zêdetirî 60 rojnamegeran didome û 26 rojnameger hîn jî di girtîgehê de ne.
Tundkarî
DFGê destnîşan kir ku li gelek bajaran rojnamevanên ku xwestin çalakiyên li dijî êrîşên li ser Rojava bişopînin rastî tundî û astengiyên polîsan hatine. Hat ragihandin ku nûçegihanê Ajansa Welat Nedîm Oruç li Cîzîrê bi lêdanê hatiye desteserkirin û girtin û li Nisêbîn, Pirsûs û Wanê êrîşî rojnamegeran hatiye kirin.
Sansur
Di raporê de hat gotin ku 39 hesabên medyaya civakî ji ber nûçeyên li ser Rojava hatine astengkirin û malper û hesabên Ajansa Mezopotamyayê û Jinnewsê rastî sansurê hatine. DFGê banga bidawîanîna zextên li ser rojnamegeran kir.
DFGê da zanîn ku halê hazir ji 3yê Sibatê û pê ve 26 rojnameger di girtîgehan de girtî ne.
(AY)

