Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dewletên endamên Yekîtîya Ewropayê(YE) ji bo têkoşîna li dijî plastîkên ji bo yek carê têne şixulandin li hev kirine. Îro hevpeymanek dê bê îmzekirin.
Dewletên peyman îmze kirîn dê di du salan de yasayên xwe li gor peymanê biguherin. Rêxistina Behra Spî ya Greenpeaceyê diyar kiriye ku aliyên erênî û neyînî yên peymanê hene, li dijî şixulandina plastîkan gaveka baş e lê krîza plastîkê çareser nake.
Gavên erênî:
*Zilikên plastîk yên paqijkirina guhan, çetel û kefçikên plastîk, pîpet, zilik û doqikên plastîk dê li welatên YEyê bêne qedexekirin.
*Plastîkên di binikên çixareyan de, kelûpelên masîvaniyê de dê bêne qedexekirin û ji bo tinekirina wan pere dê bê standin.
Kêmayî:
*Ji bo kêmkirina firaxên xwarin û vexwarin tê de têne firotin ti plan nînin.
*Plan hebû ku ji sedî 90ê petên avê bi awayekê cida bê komkirin û dê heta 2025 ev plan bihata tememkirin, ev dem çar sal dî jî hatiye paşdedan(ji bo 2029ê hatiye paşdedan.)
(PT/MB)