Vedat Aydin, siyasetmedar û mafparêz bû.
Yekem kes e ku kuştina wî weke kuştineke “failî meçhûl” ango failên wê nediyar hatiye qebûlkirin. Di sala 1990î de li Enqereyê di Kongreya Komeleya Mafên Mirovan de (IHD) bi kurdî axivî.
Ji ber vê axavtina wî, ew girtin û xistin Girtîgeha Ûlûcanlarê. Li dadgehê jî helwesta xwe ya ji bo zimanê kurdî neguherand. Di yekem danişînê de xwe bi kurdî parast. Piştî bi du mehan beraet kir.
Piştî ji girtîgehê derket, bû Serokê Partiya Keda Gelî (HEP) ya Amedê ku yekem partiya tevgera siyasî ya kurdan e.
Kesên ku gotin ew polîs in, şevekê girtin ser mala wî û gotin “em ê îfadeya wî werbigirin û berdin”, ew ji malê birin.
Piştî desteserkirina wî parêzerê wî pirsa wî ji Midûreyat Emniyetê kir. Lê jê re gotin ku Vedat Aydin, ne li emniyetê ye.
Îşkence lê kiribûn
Roja din Şukran Aydin, hevjîna Vedat Aydinî û parêzerê wî, pirsa wî li hemû saziyên yasayî, îdarî û leşkerî yên li Amedê kirin. Lê rayedaran bi tenê gotin “zanyarî li bal me nîne.”
7ê Tîrmeha 1991ê diyar bû ku li ser rêya di navbera Erxenî û Madenê de termê mêrekî hatiye dîtin û ew li Goristana Madenê veşartine.
Malbatê serî li dozgeriyê da. Gora navborî hate vekirin û diyar bû ku ew term yê Vedat Aydinî ye. Îşkenceyên giran lê kiribûn.
Di dema binaxkirinê de gule bera beşdaran dan
Termê wî roja 10ê Tîrmeha 1991ê dane malbata wî. Bi sed hezaran kes beşdarî merasîma binaxkirina wî ya li Amedê bû. Gule bera ser war kesan dan ku beşdarî merasîmê bûbûn, gelek kesî can da. Bi sedan mirov jî birîndar bûn.
Şukran Aydinê li emniyetê di îfadeya xwe de behsa şekl û şemalên wan kesan da ku Vedat Aydin desteser kiribûn û fotografên wan kesan hatin xêzkirin. Aydinhe got ku “Dewletê hevjînê mi kuşt”. Ji bo vê îfadeya xwe bi şûn de bikişîne, gef li Şukran Aydinê xwarin.
Gelek caran bi ser mala wê de girtin, ew desteser kirin. Pênc salan “toroseke spî” (wesayeta ku markeya wê Toros e û di salên 1990î de di bûyerên kuştinê yên failên wan nediyar de bikar tanîn) li ber mala wê sekinî.
Xebatkarên JITEMê mikur hatin
Abdûlkadîr Aygan û Mûrat Aydin, her du xebatkarên JITEMê li xwe mikur hatin û gotin ku Cem Ersever, Fermandarê JITEMê û ekîba wî Vedat Aydin qetil kirin. Aygan û Aydinî her weha diyar kirin ku Îsmet Yedîyildiz, Fermandarê Alaya Amedê jî ji vê agahdar bû.
Wan, kesên Aydin desteser kiribûn, jêpirsîna wî kiribûn û ew kuştibûn, nav bi nav aşkere kiribûn.
Avciyî di pirtûka xwe de behs kiribû
Hanifî Avci, Midûrê wê demê yê Beşa Îstîxbaratê yê Midûriyeta Emniyetê yê Amedê di pirtûka xwe ya bi navê “Haliç’teki Simonlar” (Sîmonên di Xalîcê de), gotibû ku JITEMê Aydin kuştiye. Ev tişt li dadgehê jî gotibû.
“Ji bo kurdan biçewisînin, ew kuştin”
Felat Aydin, kurê Vedat Aydinî ji bianetê re got ku “Dema yasayî wê di ser dozê re bibuhire, ev û kuştina bavê min xizmetê ji heman tiştî re dikin. Lewra Vedat Aydin, kesekî ku rêbertî ji kurdan re dikir. Ji bo kurdan biçewisînin, mixalefeda kurdî têk bibin ew kirin hedef.
“Kujerên bavê min ne meçhûl in, li holê ne. Dewletê hewce nedît ku kujeran veşêre. Îtîrafkaran bi hurgilî behsa hemû tiştan kirin.
“Gotin bê ka bavê min ji bo çi û çawa kuştine. Digel vê ti gav nehat avêtin. Niha ji me re ne tiştekî seyr e ku wê dema yasayî di ser wê re bibuhire û em vê qebûl nakin.
“Dewletê ti carî nexwest kujerên Vedat Aydinî dadgeh bike. Bi salan em li dadgehan gerandin, me mijûl kirin, xwestin em dest jê berdin. Lê digel hemû tiştî ji bo em doza xwe dewam bikin, me her tişt kir.
“Me serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê da. Ji wir biryareke siyasî derket. Gotin belgeyeke kêm heye di dosyayê de û we di dema xwe de serî lê nedaye. Ev bi temamî biryareke siyasî ye.
“Dosya wê di 20 saliya xwe de bihata girtin û ji bo îfadeyê bang li dêya min kirin. Du wêneyên robotî xistin nav dosyayê. Biryara zeftkirinê derbarê îtîrafkarên navborî de dan, 10 salên din dirêj kirin. Lê ez dibêm qey ew hemû ji ber rewşa siyasî ya wê demê bû, lewra dewama wê nehat.” (RT/FD)