Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî, dê bi endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) re bicive.
Tê çaverêkirin ku şandeya ku ji Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol pêk tê, derdora saet 12.00an bi Bahçelî re were cem hev. Her weha hevdîtin dê li Parlamentoyê pêk were.
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê hevdîtinên xwe didomîne. Şande beriya vê hevdîtina bi Bahçelî re, duh (25ê Mijdar) bi Wezîrê Dadê Akin Gurlek re hatibû cem hev.
Di hevdîtina bi Wezîr Gurlek re aliyên hiqûqî yên pêvajoyê, sererastkirinên înfazê û rewşa girtiyên nexweş hatibûn gotûbêjkirin.
(EMK/AY)
