Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperwer (MHP) Devlet Bahçelî diyar kir ku divê êdî bersiva gavên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û DEM Partiyê bê dayîn û di çarçoveya mafê hêviyê de Abdullah Ocalan azad bibe. Bahçelî xwest ku Ahmet Turk û Ahmet Ozer vegerin ser meqamê xwe û Selahattîn Demîrtaş jî bê berdan.
Bahçelî li aliyekê êrişî YPGê kir û li aliyê din jî jî aciziya xwe ji bo piştgiriya gelê Kurd a Rojava anî ziman.
"Bila mafê hêviyê yê Ocalan pêk be"
Bahçelî di civîna koma partiya xwe de derbarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de daxuyaniyên girîng dan. Bahçelî di axaftina xwe de balkişand ser gavên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan avêtine û wiha axivî:
“Heta ku Anatoliya bigihe aramiyê, Ocalan bigihîje hêviyê, her du Ahmet jî vegerin meqamê xwe û Demîrtaş vegere mala xwe, biryara me zelal e.” Bahçelî pirsa, “Serokê Damezirîner ê PKKê ji 27ê Sibata 2025an ve li ser hemû sozên ku dabûn sekinî?” kir û bersiva, “Belê sekinî” da. Bahçelî bi pirsên, “Rêxisti fesih kir û çek şewitandin?, Ev ferman ji hêla hemû pêkhateyên PKKê ve hate bicihanîn?” û bersivên, “Belê ev hemû pêk hatin” domand. Bahçelî banga avêtina gavên bibin bersiva biryarên Ocalan heta niha dayîn, kir.
Rojava û YPG
Bahçelî di daxuyaniya xwe de bal kişand ser rûdanên li Sûriyeyê û êrişî YPGê kir. Bahçelî ev angaştên bêbinî yên derbarê Rojavayê û YPGê de anîn ziman:
“Hewldana veguhestina rûdanên Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê û provokekirina birayên me yên Kurd bi ti awayî ne bi niyeta baş e. Anîna cem hev a birayên me yên Kurd û rêxistina YPGyê xefleteke mezin e. Li Sûriyeyê paradîgmayeke nû û avadaniyek nû çêbûye. Ev rewş armanceke ku dihat payîn e.”
“Yên ku nefretê diçînin dê bixesirin, yên ku fitneyê derdixin dê bixesirin, yên ku dixwazin biratiya Tirk û Kurdan xera bikin dê bixesirin. Tirk yên me ne, Kurd yên me ne. Miletê Kurd em bi xwe ne û em hemû ne.”
Bahçelî di dawiya axaftina xwe de îdia kir ku heta mafên mirovan û azadî bi temamî werin bicihkirin, ew dê têkoşîna xwe bidomînin.
(NÖ/AY)
