Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li navçeya Egil a Amedê ji ber baranê Bendava Dîcleyê tije bû û devikekî bendavê ku ji bo valakirina ava zêde hatibû vekirin, duh êvarê jê bûye û di encamê de lehî rabû ye.
Baxçeyên Hevselê yên ku bi ser navçeya Yenîşehîrê ye di lîsta parastina ya UNESCOyê de ye. Hinek beşên baxçe jî di bin avê de mane.
Welatiyên ku mal û kargehên wan nêzîkî çamê Dîcleyê ye, ji ber lehiyê neçarman mal û kargehên xwe bi cîh bihêlin.
Tîmên agirkujiyê û AFADê ji bo herêmê hatiye veguhestin û welatiyên li navçeyên Egil, Yenîşehîr, Sûr, Çinar û Bîsmîlê yên mal û kargehên wan nêzîkî rûbarê dicleyê ye bi rêya hoperlorên şaredarî û mizgeftan hatiye agahdarkirin..
Daxûyaniya Walîtiya Amedê
Walîtiya Amedê jî di daxuyaniya xwe de diyar kir, “ ku li bendavê nêzîkî 1600 sêca av, ji wî devikî diherike nav çemê Dîcleyê. Ev jî dê bibe sedema wê yekê ku av dê 3 – 4 metre bilind bibe û berfrehiya çem jî zêde bibe. Ava zêde dê di nav çar saetan de bigihêje navenda Amedê û divê welatiyên li navçeyên Egil, Bajarê Nû, Sûr, Çinar û Bismilê û gundên ku li navenda Amedê li qeraxa çemê Dîcleyê ne, baldar bin.” (HA/AY/MB)
*Abdulselam Yildirimî ev nûçe ji zimanê tirkî wergerandiye.