Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezareta Navxweyî ji 81 walîtiyan re derbarê qedexeya derketina derve ya 31 bajarên ku dê 23, 24, 25 û 26 Nîsanê de bê cîbicîkirin, giştîname şandiye.
Li gorî giştnameyê bi sedema destpêka remezanê, rojên 21 û 22yê Nîsanê, saetên xebata markêtan weke 08.00-23.00 hatiye cîgirkirin.
Li 23 û 24ê Nîsanê dê markêt ji saet 09.00-14.00 vekirî bin, welatî dê bikaribin ji markêtên nêzîkî îqametgeha xwe bazara xwe bikin.
Di pêvajoya astengkirina derketina derve de, dê firin, firoşgehên şêranî û hevîremeniyê vekerî bîn.
Wezîfedarên navendên banga acîl û pêkanîna asayişa kamûyê, AFAD û Heyva Sor digel Yekeyên Piştevaniya Civakî ya Wefayê dê ji derveyê astengkirinan bimînin.
Roja pêncşem û îniyê wê êdî market rojnameyan bifiroşin.
Bajarên ku ji bo 4 rojan biryara qedexeya derketina derve hatiye stendin ev in: Edena, Enqere, Antalya, Aydin, Balkesir, Bursa, Denizlî, Eskişehir, Hatay, Stenbol, Îzmir, Qeyserî, Kocaelî, Konya, Manîsa, Mersîn, Mugla, Ordu, Sakarya, Samsun, Tekirdag, Trabzon, Amed, Erzerom, Dîlok, Meraş, Meletî, Mêrdîn, Riha, Wan û Zongûldak. (TP/AY/FD)