Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (HEDEP) ragihand ku wan li Parlamentoyê, têkoşîna mafparêziyê ya Dayikên Aştiyê û Dayik/Mirovên Şemiyê bibîr xist ku ev têkoşînên wan tên astengkirin.
Parlamenterên HEDEPê beşdarî civîna Komîsyona Plandanîn û Budceyê ya Parlamentoyê bûn ku gotûbêja Pêşniyarqanûna Budceyê ya Rêveberiya Navendî ya sala 2024an tê kirin. Parlamenteran di civînê de şalikên sipî û qurnefîl hilgirtin.
Dayikên/Mirovên Şemiyê: Em ê dest ji Galatasarayê bernedin
HEDEPê derbarê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Wezareta Karûbarên Hundir a biryarên dadgehan nas nake, divê astengiyên li ber çalakiyên demokratîk rabike. Em ê bi berdewamî bi têkoşîna Dayikan re bin.”
Li gorî nûçeya MAyê, Wezîrê Karûbarên Hundir Alî Yerlîkaya jî beşdarî civînê bû û li vir Parlamenterê Êlihê yê HEDEPê Mehmet Ruştu Tiryakî axvî. Tiryakiyî got; “Li vî welatî ev demeke digel Dayikên Aştiyê û biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn, destûrê nadin ku Dayikên Şemiyê mafên protestoyî yên aştiyane û demokratîk bi kar bînin. Ew dayik ku zarokên xwe winda kirine. Bira û xwişkên, bira û xwişkên xwe winda kirine. Heta niha ti carî liv û tevgereke wan a antidemokrotîk nebûye. Hîna çalakiyên wan bi israr tên astengkirin. Ji bo protestoyê me qurnefîlên wan anîn vir. Destûrê bidin protestoyên wan ên demokratîk û aştiyane.”
(AS/FD)