Ji bo nûçeya Tirkî / Îngilîzî bitikîne
Lijneya Perwerdeya Bilind (YOK) destûra kar a mamosteyê Beşa Matematîkê yê Fakulteya Zanîngeha Xweza û Endezyarî yê Zanîngeha Bilgiyê Chris Stephenson ku 18 sal in li heman zanîngehê dersan dide betal kir.
Stephenson îmze avêtibû binê belavoka “Akademîsyenên Aştîxwaz” a bi navê “Em nabin şirîkê vî sûcê” û îmzeya xwe paş de nekişandibû.
18 senelik işimden atıldım. YÖK çalışma iznimi, hiçbir gerekçe göstermeden, iptal etti.#ChrissizBilgiyeHayır pic.twitter.com/4GIM3uF5Q7
— Chris Stephenson (@chrisjstephensn) April 5, 2017
Stephenson biryara betalkirinê li ser hesabê xwe yê Twitterê bi mesaja “Ez ji karê xwe yê 18 salan ve hatim avêtin. YOKê bêyî ti hincet nîşan bide destûra min betal kir. #ChrissizBilgiyeHayir” ragihand.
“Ji Bilgi ya bê Chris re na”
Piştî ku destûra Stephenson hat betalkirin “Piştgiriya Bilgi yê” got ku ““Ji Bilgi ya bê Chris re na!”:
“Destûra kar a hempîşeyê me Chris Stephenson ê ku 18 sal in li Zanîngeha Bilgiyê weke mamoste kar dike, ji hêla YOKê ve bêyî ti hincet bide nîşandan hat betalkirin.”
Bi vê biryarê re binpêkirineke mafan û cezakirina ji derveyî hiqûqê ya Akademîsyenên Aştîxwaz li binpêkirina mafan û cezakirina ji derveyî hiqûqê ya li hemberî Akademisyenên Aştîxwaz zêde bû.
Pêvajoya desteserkirin, dersînorkirin û darizandinê
Stephenson di 15ê Adara 2016an de dema ji bo piştgiriya koma Akademîsyenên Aştîxwaz ên Stenbolê çû Adliyeya Stenbolê ya Çaglayanê ji ber ku di çenteyê wî de belavoka Newrozê a HDPê hat dîtin hat desteserkirin.
Piştî jêpirsîna dozgeriyê Stephenson hat berdan lê destûr nehate dayin ku ew ji edliyeyê derkeve û polîsan ew bir Navenda Paşdeşandinê ya Kumkapiyê.
Dozger ji bo Stephenson daxwaza dersînorkirinê xwest û Stephenson bêyî ku li bende biryara dersînorkirinê bisekine di 17ê Adara 2016an de çû Îngiltereyê.
Stephenson piştî Midûriyeta Birêveberiya Koçberiyê ya Stenbolê daxuyaniyek da û got ku qedexeya ketinê ji bo wî nîne, biryar girt ku were Tirkiyê.
Stephenson ji bo doza bi îdiaya “Propagandeya rêxistina terorê” hatiye vekirin di 23ê Hezîrana 2016an de derket pêşberî dadwer. 13emîn Dadgeha Cezayê Giran biryara beraata Stephensonî da.