Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li dijî destûra avadaniyê ya li Newala Qesaba ya li Sêrtê saziyên civaka sivîl, yên mafparêz, hiqûqnas û baroyan daxuyaniyeke hevbeş weşandiye.
Di daxuyaniyê de saziyan bibîr xistiye ku ji sala 1915ê û pê de mafên mirovan ên ermenî û keldaniyan di serî de, di salên 1980 û 1990î de jî kurd di serî de gelek komên etnîk bi berfirehî û giranî hatin binpêkirin, bi sedan mirov bi darê zorê hatin windakirin, îşkence li wan bû û faîlên wan nehatin dîtin:
“Hin cih ne tenê fîzîkî ne, di heman demê de nîşanên travmayan in, loma ji bo di bîra civakî de veşarî bimînin, divê bi girîngî werin parastin. Newala Qesaba ya li Sêrtê jî yek ji van cihan e. Ew qad bûye cihekî wiha ku li wir mafên mirovan zêde zêde hatine binpêkirin, ser rastiyê hatiye girtin, rûbirûbûna bi raboriyê re hatiye astengkirin, bêhurmetî li dijî mirî û xizmên wan hatiye nîşandan û bûye nîşaneya tundkariyê.
“Destûrdayîna avadanê li Newala Qesaba’yê bêhurmetiyî, tûndkarî û sûcekî mezin a beramberî miriyên li wir binaxkirîne û malbatên wan. Ji ber wê ye em bang li wan hemû welatiyên ku li vî welatî xwedî li rûmeta mirovatiyê derdikevin, dikin û dibêjin li dijî vê binpêkirina li Newala Qesaba rû daye derkevin û berpirsiyariyê hilgirin."
"Destûra avadaniyê dewama sûcî ye”
Saziyan di daxuyaniyê de diyar kiriye ku ev der berê weke zibilxaneyê hatiye bikaranin û ji bo bersirsiyarên Newala Qesabayê li ber dadê hesab bidin divê were parastin: “Li şûna vê, destûra avadaniyê hatiye dayîn û bizanebûn sûc hatiye kirin û bi berdewamî sûc tê kirin."
Daxuyanî bi van gotiyan dewam kiriye;
“Bi her sergertina ku armanc dike rastiya li Newala Qesabayê xuya neke re, derfeta rûbirûnê ya bi sûcên li dijî mirovahiyê hatine kirin ji holê radikin, mafê şîngirtina xizmên miriyan ji destê wan digirin, mexdûr û şahidên serpêhatiyan mehkûmî bêedaletiyê dikin, wan di raboriyê de difetisînin û bê siberoj dihêlin. Edalet rêgeza hevbeş a civakî ye. Ji ber wê ye ku bêedaletiya wê di encama avadaniya li Newala Qesaba derkeve, êrîşa li dijî hevkariya civakî bi xwe ye."
Miri yan jî Zindî: Belgefîlmek derbarê Newala Qesaba de (fragman) from Osman Sisman on Vimeo.
Li Newala Qesabayê çi qewimiye?
Li Newala Qesaba bi sedan cenazeyên ermenî û keldaniyên ji sala 1915ê û pê de, yên kurdan ên di salên 1980 û 1990î de gelek mafên wan ên mirovan hatine binpêkirin, îşkence li wan bûye, bi darê zorê hatine windakirin û di encama bûyerên failên wan ne diyar de hatine kuştin li Newala Qesabayê hene. Di sala 1989ê de goreke komî li vir hatibû dîtin.
Di 22yê Nîsana 1989ê de li vir bi wesayitên karî hin der hatibûn kolan û di nava du sê saetan de cenazeyê heşt kesan hatibû derxistin. Çavlirê bû ku ji bo cenazeyên mirovên bi darê zorê hatine windakirin, bi beşdariya pisporên serbixwe lêkolîneke zanistî li vir bibe. Lê heman rojê bi fermana Walîtiya Sêrtê xebatên li wir sekinîn û ji wê rojê û vir ve ti tiştek nehatiye kirin. Nasnameya wan cenazeyan û sedema mirina wan jî dernexistin holê.
Destûra avadaniyê dane ji bo wir
Piştî çend salan destûra avadaniyê li wir dabûn. Newal kiribûn zibilxane û destpêkê li wir rêyên dûble hatibûn çêkirin. Paşê jî destûr dabûn ku li wir salona şahiyê were çêkirin.
Piştî wê bi çendekî Akademiya Polîsan hatibû avakirin ku li gorî texmînan li ser gorên komî ev avahî hatiye avakirin. Niha jî destûrê didin li vir avahî û vilayan li cihê ku bi sedan kurd û ermeniyên bêkefen hatine binaxkirin, çêbikin.
Ji bo projeya nû tabelayek li ber deriyê Newalê xistine ku hûrgiliyên projeyê li ser nivîsîne. Şîrketa bi navê War Yapiyê çêkirina projeyê hilgirtiye ser xwe û ji bo vê projeyê wê vîla, avahiyên 8 tebeqî û hawizên avjeniyê bên lêkirin. Li wir ofîseke firotinê hatiye sazkirin û bi bariyerên hesinî derdora ofîsê girtine.
Saziyên ku îmze dane bin daxuyaniyê
Baroya Amedê, Baroya Êlihê, Baroya Şirnexê, Baroya Wanê, Baroya Mûşê, Baroya Mêrdînê, Baroya Colemêrê, Baroya Semsûrê, Baroya Çewliê, Baroya Dêrsimê, Baroya Qersê, Baroya Rihayê, Baroya Sêrtê, Înîsiyatîfa Hurmetkirin û Edaleta ji bo Miriyan (OSAÎ), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqî (TOHAV), Navenda Hafiza û Edatê, Komeleya Piştgiri û Alîkariyê ya bi Kesên Di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên xwe Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya Piştgirî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên xwe Winda Kirine ya Anadolûyê (ANYAKAY-DER), Odeya Doktoran a Amedê, Parêzerên Demokrat û Azadîxwaz (ODAV), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Komeleyên Rojhilat-Başêrê Rojhilat (DGD) û Hewldana Nifşê 78an.
(TP/FD)