Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Endamê Meclisa Partiyê(PM) yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dogan Erbaş di 13ê Hezîranê de piştî cezayê wî hatibû erêkirin, hat girtin. Dayîka wî Xanim Erbaş roja Çarşema 5ê Tîrmehê danê êvarê miriye.
Li gor nûçeya MAyê Xanim Erbaş duh li goristana Kolana Çîglîka navçeya Doganşehîra Meletiyê hatiye definkirin.
Dozgerê girtîgehê biryar nedaye
Gelek welatî, Parlamenterê Partiya Çep a Kesk ê Sêrtê Tuncer Bakirhan û Parlamentera Amedê Ceylan Akça beşdarî merasîmê bûne.
Siyasetmedarê girtî Erbaş bi hinceta ku dozgeriya girtîgehê hêj biryar nedaye nekarîbiye beşdarî merasîma cenazeyê dayika xwe bibe.
(NT/AY)