Ji ber ku saeta hevdîtinê hatiye guhertin destûr nedan Berdevkê Hewldana Nifşê 78an Celalettîn Can bi hevjîna xwe re hevdîtinê bike.
Celalettîn Can ji bo ku piştgiriya rojnameya Ozgur Gundemê kiribû sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê birîbûn. Rojnameya Ozgur Gundemê bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin.
Can li Girtîgeha Malatyayê ya li Sîlîvriyê tê ragirtin û rêveberiya girtîgehê bêyî wî û hevjîna wî agahdar bike, saeta hevdîtinê guherand.
Nîmet Tanrikûlû, hevjîna Canî duh (4ê Çiriya Pêşiyê) saet di 13.00ê de ji bo hevdîtina vekirî çû girtîgehê. Lê li vir ji Tanrikûlûyê re gotin ku saeta hevdîtinê guheriye û bûye 10.00. Ji ber vê jî destûr nedan ew Canî bibîne.
Tanrikûlûyê xwest ku dozgerê girtîgehê bibîne. Lê karmendên girtîgehê got ku dozger di civînekê de ye û divê ew li bendê bisekine.
Nîmet Tanrikûlû 5 saetan li bendî Celalettîn Canî ma û di dawiyê de dozgerî got, “tu ne kesa li gorî krîterên hevdîtinê yî.”
Tanrikûlûyê ji dozger re got, “Ev der ku der e, hûn avê nadin, zanyariya derbarê tenduristiyê de nadin, ez ê dozê vekim” û bertek nîşan da. Berpirsên midûriyeta karûbarên dozgerî zanyariya derbarê tenduristiya Canî de dan Tanrikûlûyê û ew bêyî hevjînê xwe bibîne ji girtîgehê veqetiya.
Nîmet Tanrikûlûyê got ku destûra taybet dan pênc kesên ji bo hevdîtinê hatin girtîgehê û li wê cudakarî kirin: “Ez gelekî xemgîn û dilşikestî me.” (HA/FD)