
Rêvebirên siyasî yên li Tirkiyeyê nîşan dan ku ew dikarin hemberî wan rojnamevanên ku projeyên weke “Malbata min di ewlehiyê de ye” dixin bin metirsiyê an jî rola desthilatdarî û rayedarên dewletê ya di bêisûliya fonan de dipirsin, pêlek berfireh a sansûrê bixebitînin.
Her weha piştî ku lîsansa Açik Radyoyê di sala 2024an de hat betalkirin û di sala 2025an de dest danîn ser TELE1ê û qeyûm lê hat tayînkirin, niha jî girtina malpera T24ê nîşan dide ku desthilatdariyê di van sê salên dawî de jî polîtîkaya xwe ya ji bo qelskirina rojnamevaniya serbixwe û aktorên wan dewam kiriye.
Rapora Çavdêriya Medyayê ya BIAyê 25 sal in tê weşandin û beşa wê ya sê mehên dawî ji 61 rûpelan pêk tê. Rapor nîşan dide ku berî hilbijartinên 2028an hewldanên bêdengkirina rojnamevanan beşek ji stratejiya desthilatdariyê ye. Raporê bal kişand ser berfirehiya zextên darazê û destnîşan kir ku di sê mehan de tenê heft rojnamevan hatine girtin; ji bo hesabên X’ê yên 16 rojnamevan û heşt saziyên medyayê û ji bo herî kêm 52 nûçeyên li ser înternetê biryara astengkirinê hatiye dayîn. Raporê anî ziman ku girtina T24ê bi hinceta “propagandaya LGBT”yê” nîşana wê yekê ye ku “di bêdengkirina medyaya rexnegir de ceza hatine zêdekirin.”
Sansura online
Saziya Teknolojiyên Agahdarî û Ragihandinê (BTK) û Dadweriyên Cezê û Aştiyê berteka xwe ya hemberî wan rojnamevan û saziyên medyayê yên ku bêisuliyên di bazara fonan de ku derdora siyasî û darayî ya nêzîkî desthilatdariyê jî di nav de ye û nêzîkî 500 hezar kes mexdûr kiriye anîn rojevê, bi sansûreke tûnd nîşan dan. Di nav kesên ku hesabên wan ên Xê hatine astengkirin de Meral Danyildiz, Sarya Toprak, Esra Tokat, Ersin Eroğlu, Hilmi Hacaloglu, Canan Kaya, Razi Canikligil, Ugur Gurses, Naz Yavuzarslan, Dinçer Gokçe û Alptekin Dursunoglu û ji saziyên medyayê bianet, Kisa Dalga û Bizim TV hene. Her weha nûçeyên li ser vê mijarê yên di malperên Gazete Pencere, Evrensel, Sozcu û Nefesê de hatibûn weşandin asteng kirin.
Di sê mehên dawî de hesabên Xê yên pênc rojnamevanan (Şirin Payzın, Alican Uludag, İrfan Degirmenci, Nasuhi Bektaş, Firat Fistik) û çar saziyên medyayê (soL Haber, Ozguruz, Ajansa Mezopotamyayê, Sendika.org) û ji bo herî kêm 52 nûçeyên li ser mijarên cuda biryara astengkirinê hat dayîn, biryareke qedexeya weşanê jî hat girtin. Lê belê midaxeleya herî giran û kêfî ya van sê mehên dawî, girtina malpera T24ê ya bi hinceta “propagandaya LGBT”yê bû. Parêzerên malperê ev biryara sansûr xist darazê û li ser asta neteweyî û navneteweyî bertekên tund hatin nîşandan.
Dezenformasyon
Di darizandinên sê mehên dawî de ku beşek ji wan ket serdema betlaneya adlî, herî kêm du rojnamevan hatin cezakirin û du rojnamevan jî beraat kirin. Xala 217/A ya ku di Cotmeha 2022an de ket nav Qanûna Cezayê ya Tirk û sûcê ‘belavkirina agahiyên xapînok’ pênase dike, navê xwe bi xirabî derxistiye. Zêdebûna lêpirsîn, doz û girtinên rojnamevanan vê yekê bi eşkereyî nîşan dide.
Rojnamevan Neşê İdil ji ber parvekirina xwe ya li ser hesabê Xê bi hinceta “pesndana sûc û sûcdar” 2 meh û 24 roj cezayê girtîgehê xwar. Li Kocaeliya jî ji ber ku rojnamevan Cihat Polat xwestibû nûçeya avahiya bêdestûr a xwişka parlamenterê AKPê Radiye Sezer Katircioglu, Esra Yargici û şêwirmendê wî Bulent Yargici çêbike, bi hinceta “binpêkirina ewlehiya malê” 10 meh cezayê girtîgehê yê taloqkirî lê hat birîn.
Rojnamevan Timur Soykan piştî girtina Serokê Şaredariya Semsûrê Abdurrahman Tutdere li ser hesabê xwe yê Xê peyama “Darbe berdewam dike. Îradeya gel tê desteserkirin. Wateya sindoqê nemaye” parve kiribû. Ji ber vê yekê bi sûcdariya “belavkirina agahiyên xapînok” û “teşvîqkirina sûc” hat darizandin û beraat kir. Nûçegihana rojnameya BirGunê Sarya Toprak jî ji ber nûçeya xwe ya li ser xwendekarekî girtî ya bi sernavê “Jiyan û hêviya Esilayê nedizin” bi îdiaya “belavkirina agahiyên xapînok” hat darizandin û beraat kir.
Di sê mehan de heft rojnameger girtin
Tenê di sê mehên dawî de herî kêm heft rojnamevan (Tugba Tekerek, Ali Tarakcı, Selahattin Gunday, Oya Lale Arslan, Fatih Ergin, İrem Delice, Fatma Sibel Gurcihan) bi îdiayên “belavkirina agahiyên xapînok” (dezenformasyon), “muxalefeta li dijî Qanûna MÎT’ê” û “propagandaya LGBT”yê hatin girtin. Di girtina herî kêm pênc rojnamevanan de, xala 217/A ya TCK’yê (ku wekî xala dezenformasyonê tê zanîn) bû hinceta sereke. Gava ev xal di Cotmeha 2022an de ket meriyetê, Wezîrê Adaletê yê berê Bekir Bozdag raya giştî xapandibû û gotibû ku ev qanûn dê tenê di rewşên ‘aloziyên giran’ (infial) de bê bikaranîn.
Darazê bi hinceta ku ‘bersiv ji MÎT’ê nehatiye’, gerînendeyê giştî yê weşana TELE1ê Merdan Yanardağ berneda. Yanardag ligel sê kesan, ku Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem İmamoglu jî di nav de ye, bi îdiaya ‘sîxuriya siyasî’ tê darizandin û 11 meh in e bi awayekî keyfî girtî ye.
Pêla lêpirsînan
Di sê mehên dawî de navê herî kêm 17 rojnamevanan di lêpirsînên ku bi hincetên weke “belavkirina agahiyên xapînok”,“heqaretkirina li Serokkomar”, “heqaret” an jî “derew” hatine vekirin de derbas bû. Di BirGun û Sozcuyê de nûçeyek derketibû ku digot CHPyê ji bo merasîma rozetê ya Kemal Kiliçdaroglu bi pereyan fîgûran anîne. Ji ber vê nûçeyê lêpirsîn li dijî heft rojnamevanan hat destpêkirin.
Yek ji geşedanên balkêş ên vê serdemê jî ew bû ku ji ber daxuyaniya bi sernavê “Rojnamevan ne ew kes in ku jêrdestê hin kesan be ” lêpirsîn li Seroka Cemiyeta Rojnamevanan a Îzmîrê Dilek Gappiyê hat vekirin.
Heqareta li Serokkomar: 5 jê karîkaturîst 18 kes bersûc in
Dozên keyfî yên bi sûcdariya “heqaretkirina li Serokkomar” ên li dijî rojnamevanan li Tirkiyeyê di sê mehên dawî de bi darizandina herî kêm 18 rojnamevan û karîkatûrîstan (Alican Uludağ, Gökay Başcan, Selçuk Özbek, Deniz Yücel, Sedef Kabaş, Baransel Ağca, Erk Acarer, Julien Serignac, Gerard Biard, Laurent Sourisseau, “Alice”, Mehmet Tezkan, İbrahim Kahveci, Suat Toktaş, Ramazan Yurttapan, Haydar Ergül, Doğan Pehlevan û Rüstem Batum) bi daxwaza 4 sal û 8 meh cezayê girtîgehê berdewam kir. Di vê serdemê de ku Ertugrul Ozkok jî lêpirsîn li ser hatibû vekirin, lêbelê tu cezayê girtîgehê nehat tespîtkirin.
Di sê mehan de 13 kes hatin desteserkirin
Di serdema Tîrmeh - Îlonê de li Stenbol, Enqere, Kırklareli, Kocaeli, Trabzon û Antalyayê herî kêm 13 rojnameger hatin desteserkirin. Ji ber nûçe û parvekirinên li ser di girtîgehê mirina sîxurê berê yê MÎTê Kaşif Kozinoglu, operasyonên polîsan ên li dijî komele û parêzvanên mafên LGBTÎ+yan, peyamên li ser rêberê PKKê Abdullah Ocalan û şandeya Îmraliyê, doza ÎBByê û komkujiya kanzayê ya li Bartinê rojnamevan hatin desteserkirin; hin rojnamevan neçar man ku karê xwe di bin tedbîrên kontrola adlî de bidomînin.
Asta vê yekê di şexsê Kayhan Ayhan de tê dîtin. Ayhan piştî şopandina Doza ÎBByê hatibû desteserkirin û ji wê demê vir ve di bin kontrola adlî de dijî. Ayhan diyar kir ku mecbûriyeta îmzeyê êdî veguheriye cezayekî û wiha got: ‘Beriya niha min îmzeya xwe ya ewil avêt. Ev meseleya îmzeyê dest û lingên me girê dide, lewma veguheriye cûreyek cezayî. Tevî hemû tiştî nivîsîn û rojnamevanî berdewam dike…’.”
Li çar bajaran pênc caran êrişî rojnamegeran kirin
Di meha Tîrmeh, Tebax û Îlonê de herî kêm pênc nûçegihan rastî êrîşa fizîkî hatin. Êrîş li Silivriya Stenbolê, Midyada Mêrdînê, Karamursela Kocaeliyê û Kutahyayê pêk hatin. Rojnamevan Murat Agirel ku ji ber lêkolîn û çalakiyên xwe yên rojnamevaniyê ev demeke dirêj e tê şopandin û gef lê tê xwarin, vê carê jî bi peyamên medyaya civakî yên zayendîperest û heqaret ên ku hevjîna wî dikin armanc rastî van êrîşan hat. Rojnamevan derbarê vê rewşê de got: “Lê belê bila soza min be, ez hêvî dikim ku Emniyet berî min wî kesî bibîne.”
Ji RTUKê cezayên “bêalîbûn” û “serdestiya hiqûqê”
Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK) di serdema Tîrmeh, Tebax û Îlonê ya sala 2026an de ji ber weşan û bernameyan bi giştî çar cezayên îdarî bi qasî milyon û 104 hezar TL li saziyên TVyê birî. RTUKê di vê serdemê de ceza neda saziyên radyoyê. Ceza li ser navê pîvanên “bêalîbûnê” (du caran) û “serdestiya hiqûqê” (du caran) hatin birîn.
Ji bo weşana etîk rexneya medyayê giring e
Rojnamevan û ombudsmanê medyayê Faruk Bildirici di nivîsên xwe yên heftane yên sê mehên dawî de weşanên bipirsgirêk ên saziyên medyayê di warê etîkê de rexne kir.
Lîstikvan Serhat Kiliç di mala xwe ya Kâğıthaneya Stenbolê de mirî hat dîtin. Piştî vê yekê, hin medyayan bi taybetî şûşeyên alkolê û amûrên cixarê yên di malê de derxistin pêş. Ev jî bû sedem ku Prof. Dr. Yasemin Giritli İnceoglu û Prof. Dr. Şebnem Korur Fincancı bertek nîşan bidin.
Dadgeh sûcdariya ‘dezenformasyonê’ ji bo bêdengkirina medyayê rexnegir wekî çekekê bi kar tînin. Di demeke wiha de, Wezareta Adaletê daxuyand ku ew ê di nava edliyeyan de ‘Buroya Têkoşîna li Dijî Dezenformasyonê û Ewlehiya Dîjîtal’ ava bikin.
Ji bo girtin û qanûnan serlêdana li AYMyê hîn hêvî ye
Gerînendeyê giştî yê berê yê rojnameya Yeni Asyayê Kazim Guleçyuz di sala 2024an de ji ber peyameke sersaxiyê ya mirina Fethullah Gulen hatibû girtin. Dadgeha Destûra Bingehîn(AYM) biryar da ku mafê wî yê ewlehiyê û azadiya îfadeyê hatine binpêkirin û ji bo wî 368 hezar û 500 TL tezmînata manewî birî. Wekî din, rêxistina MLSA’yê sepana lîsansê ya RTUKê ku zextê li weşangeriya înternetê dike bir AYMyê
Yildiz Tarê ku 100 roj di girtîgehê de ma serî DMMEyê da
Di sê mehên dawî de Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di çarçoveya azadiya çapemeniyê de di derbarê Tirkiyeyê de tu biryar neda. Lêbelê ji bo rojnamevan Yıldız Tarê ku 100 roj bi awayekî bêhiqûqî di girtîgehê de ma, serlêdana DMMEyê hat kirin.
Ger bêcezatî hebe, têkoşîna wê jî heye!
Rojnamevanê lêkolîner Ugur Mumcu beriya 32 salan di encama teqîna bombeya li bin wesayîta xwe de hatibû kuştin. Daraz û saziyên berpirsiyar piştî van hemû salan nû dest bi lêgerîna cîhê ew bombekar û malbata wî kirin.
Di dozên qetilkirina Hrant Dink de, li ser Grûba Pelitliyê ya li Trabzonê û hin efserên ewlehiyê ku di astengnekirina qetilkirinê de berpirsiyar bûn, ceza hatin birîn. Lê belê dest nedan wan kesên ku Dink bi rêya çalakî, bername û deklarasyonan kiribûn armanc û zemîn ji bo qetilkirinê amade kiribûn.
Darizandina nû ya wan kesên ku di 10’ê Gulan a 2019’an de di serdema hilbijartinê de êrîşî nivîskarê rojnameya Yeniçağê Yavuz Selim Demirağ kiribûn û ew li Enqereyê bi giranî birîndar kiribûn, dê di 17’ê Kanûnê de berdewam bike. Li dijî rojnamevan Yaman Kaya yê ji Boursayê di sala 2023’an de êrîşeke çekdarî hatibû kirin; du bersûcên ku sala pişt re bi hinceta ‘kêmasiya delîlan’ beraat kiribûn, li Dadgeha Cezayê Giran a Bursayê ji nû ve tên darizandin. Doza bersûc İsa Can Biler ku di şeva 13’ê Tebaxa 2025’an de 10 gule berdabûn Nûnertiya Îzmîrê ya rojnameya Evrenselê û pişt re hatibû girtin û berdan jî ma heta 14’ê Kanûnê.
(EÖ/AY)






