Înfografîk: Yağmur Karagöz - Fotograf: Ferid Demirel / bianet
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonan (RTUK), Serokatiya Ragihandinê û Saziya Îlanan a Çapemeniyê, ji bo medyaya pirreng û rojnamegeriya serbixwe lawaz bike, cezayan, karta çapemeniyê ya cidaxwaz an jî prosedurên îlanan ên fermî yên ne hiqûqî ne û cidaxwaz in, bikar tîne û desthilatdar jî li beramberî van pêkanînan bêdeng dimîne.
RTUKê ji malperên nûçeyan ên navnetewî xwestibû ku lîsansan werbigirin û ji bo vê jî di 9ê Sibatê de heta 72 saetan dem dabû wan. Deutsche Welle û Dengê Amerîkayê (VOA) bi sedema ku wê rê li ber sansurê veke, serî li wergirtina lîsansê nedabûn. Dadweriya Enqereyê li ser daxwaza RTUKê malperên herdu saziyan asteng kirin. Vê biryarê hişt ku prosedura lîsansê û pirsgirêka berbelav a astengkirina malperan û nûçeyan a li Tirkiyeyê bikeve rojeva navnetewî.
Pêkanînên kêfî yên polîsan
Rapora Çavdêriya li Medyayê ya BIAyê ya mehên Nîsan, Gulan û Hezîranê nîşan da ku beriya hilbijartina 2023yê ji bo dengê civaka rexnegir bibire hêzên emniyetê bi rengekî kêfî midaxele li medyakaran dikin û çavê xwe ji vê re digirin: Di sê mehên dawiyê de 17 rojnameger hatine desteserkirin ku 9 ji wan di dema çalakiyên civakî de ew çalakî dişopandin. Her weha di heman demê de êrîşî 19 rojnamegeran bûye ku 12 ji wan hêzên emniyetê êrîşî wan kirine.
Di sê mehên dawiyê de Tirkiye di mijara bidestxistina edaletê ya di kuştina rojnamegeran de, yek ji wan serdemên herî tarî û trajîk derbas kiriye: Tirkiyeyê dosyeya rojnameger Cemal Kaşikçiyî şand ber destê rayedarên wî welatî ku heta niha digot, kuştina Kaşikçiyî bi destê wan rayedaran pêk hatiye. Kaşikçi di sala 2018ê de li Serkonsolxaneya Erebistana Siûdiyê ya Tirkiyeyê hatibû kuştin.
Di dosyeya kuştina rojnameger Mûsa Anterî de jî digel ku di Rapora Sûsûrlûkê de li xwe mikur hatine û gotine dewletê ew daye kuştin, ti pêşketin nebû. Di Meha Îlonê de wê 30 salê bûyera kuştinê be û xetere heye ku dema yasayî ji bo dadgehkirinê bidawî bibe. Di doza kuştina Berpirsê Weşanê yê Giştî yê Rojnameya Agosê, Hrant Dînkî de, kesên dihatin dadgehkirin bêhtir karmendên dewletê bûn. Malbata Dînkî bi sedema ku “hemû hêlên kuştinê di dosyeya dozê de cih negirtine” serî li Dadgeha Bilind daye.
17 rojnameger hatin girtin, yek tehliye bû
Di mehên Nîsan, Gulan û Hezîranê de bi kêmanî 17 rojnameger hatine girtin. Ji van rojnamegeran Îbrahîm Haskoğlû bi sedema ku “zanyariyên şexsî ne bi rêyên hiqûqî bidest nexistiye” hatibû girtin. Haskoglû piştî girtina xwe bi hefteyekê tehliye bûye. 16 rojnameger li Amedê bi tohmeta ku “endamên rêxistinê ne” û “propagandaya rêxistinê kirine” hatine girtin.
16 rojnamegerên li Amedê hatine girtin: Abdurrahman Öncü, Aziz Oruç, Elif Üngür, İbrahim Koyuncu, Lezgin Akdeniz, Mazlum Güler, Mehmet Ali Ertaş, Mehmet Şahin, Neşe Toprak, Ömer Çelik, Ramazan Geciken, Safiye Alagaş, Serdar Altan, Suat Doğuhan, Zeynel Abidin Bulut ve Remziye Temel.
Di heman serdemê de 17 rojnameger dema li ser karê xwe bûn, hatine desteserkirin. 9 ji wan di dema çalakiyên civakî de (Bîranîna Geziyê, Meşa Rûmetê, Meşa Gemlîkê û hwd) hatine desteserkirin ku di çalakiyên bi vî rengî de hêzên emniyetê her roja ku diçe bêhtir bi rengekî kêfî tevdigerin. Yek ji van rojnamegeran, nûçegîhanê fotografên nûçeyan ê AFPyê, Bulent Kiliç bû. Kiliç du salan li ser hev dema li Stenbolê Meşa Rûmetê dişopand, derb lê dane û ew desteser kirine.
Êrîşî 19 rojnamegeran kirine
Dîsa di nava sê mehên dawiyê de, bi kêmanî êrîşî 19 medyakaran kirine: Gef li xêzkar Hîcabî Demîrcî û nivîskarê rojnameya Cûmhûriyetê Bariş Pehlîvanî xwarine. Her weha bi rêya înternetê gef li pênc rojnamegerên jin (Çiğdem Toker, Nevşin Mengü, Burcu Karakaş, Hale Gönültaş û Seyhan Avşar) xwarine û êrîşên devkî li wan bûne.
Ji 19 rojnamegerên ku rastî êrişê hatine jê 12 kes bûne hedefa polîsan
Dadgeha Destûra Bingehîn têkildarî rojnameger Beyza Kural, Erdal Îmrek û Gokhan Bîçîcî yên ku di demên dawî de rastî tundiya polîsan hatibûn, dadgehên herêmî mehkûm kiribû. Tevî van biryarên Dadgeha Destûrî û betalkirina giştînameya Midûriyeta Giştî ya Emniyetê ya ku qedexekirina kişandina dîmenên mudaxeleyên polîsan ji aliyê Şûraya Dewletê, li dijî rojnamegeran tundkariya berfireh û destwerdanên derqanûnî dewam dike.
Di vê heyamê de ji 19 rojnamegerên ku êrîş li wan hatiye kirin 12 ji wan di hedefa hêzên emniyete de bûne: Nûçegihanê wêneyan ê AFPê Bulent Kiliç dema ku wezîfeya xwe ya ji bo şopandina Meşa Rûmetê ya ku di 26ê Hezîranê de li Stenbolê hat lidarxistin, dikir bi lêdanê hat desteserkirin. Par di heman qonaxê de Kiliçî rastî heman midaxeleyê hatibû. Lêpirsîna derbarê bûyera desteserkirinê ya ewil a ku di encama çalakiya girseyî ya rojnamegeran a li ber Walîtiya Stenbolê bi dirûşma "Em nikarin nefesê bistînin" salek e tu encam bi dest nehatiye xistin.
Li 3 rojnamegeran cezayê "propagandayê" û "Berkîn" hatiye birîn.
Di mehên Nîsan, Gulan û Hezîranê de ji 3 rojnamegeran (Abdurrahman Gok, Eren Keskin û Reyhan Çapan) bi îddiaya ku “propagandaya rêxistina terorê kirine” salek û 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê û bi tohmeta ku “nasnameya Berkîn Elvan aşkere kirine”25 hezar TL cezayê pereyan xwarine.
Di vê qonaxê de rojnameger Kerîm Karayaka, Fercan Yalinkiliç, Mustafa Sönmez, Merdan Yanardag, Sedef Kabaş û rojnamevanê serbixwe Orhan Kalkan ku di doza BDDKyê de bi îdiaya ku "derba li aboriyê xistine" bi 5 sal cezayê girtîgehê dihatin darizandin, beraat kirine. Dadgeha Îstinafê ya Amedê bi îdiaya "endamtiya rêxistina terorê" 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê yê li Koordînatora Bernameya İMC TV Ayşegul Doganê hatibû birîn, betal kir. Biryara beraata Mehmet Aslan a ji ber sûcê "endamtiya rêxistina terorê" mîsoger bûye. Dadgeha Bilind bi yek dengî cezayên Eren Erdem, Emre Ercîş û Turan Atabay ên di doza li dijî Rojnameya Karşiyê de bi îdiaya ku "alîkariya Rêxistina Terorê ya Fetullah kirine", betal kiriye.
Heqareta li Serokomarî
Di qonaxa Nîsan, Gulan û Hezîranê de herî kêm 13 rojnameger û karîkaturîst (Julien Serignac, Gerard Biard, Laurent Sourisseau, “Alice”, Hasan Cemal, Deniz Yücel, Rustem Batum, Mehmet Emin Kurnaz, Erk Acarer, Burak Şahin, Ender İmrek, Engin Korkmaz, Ahmet Sever) ji ber nêrîn û rexneyên li Serokomar Erdogan bi îdiaya ku "heqareta li Serokomar kirine" rastî 60 sal û 8 meh cezayê girtîgehê hatine. Rojnameger Hasan Cemal di vê heyamê de beraet kiriye û doza derbarê qunciknivîsê rojnameya Evrenselê Ender Îmrek de nû bû.
Ji Tebaxa 2014an ku Erdogan wek Serokomar hatibû hilbijartin heta 1ê Hezîrana 2022an li gorî xala 299emîn a Qanûna Cezayê Tirkan ya bi sernavê "heqareta li Serokomariyê" herî kêm 70 rojnameger bi cezayê girtîgehê, taloqkirinê û cezayê pereyan hatin cezakirin.
Cezayê "heqaretê" li Saymaz û Dundar hatiye birîn
Di mehên Nîsan, Gulan û Hezîranê de herî kêm 21 rojnameger di çarçoveya dozên ku der barê wan de bi hinceta “heqaretê” hatibûn vekirin, hatin darizandin. Di vê qonaxê de rojnameger Îsmaîl Saymaz û Ûgûr Dundar ku Serokwezîrê berê Bînalî Yildirim û ji terîqeta Kadiriyan Bureyde Oncel giliyê wan kiribûn bi giştî 13 hezar û 980 TL cezayê pereyan xwaribûn. Midûra Berpirsiyar a Ajansa ETHAyê Derya Okatan û Saymaz jî di doza duyemîn de beraet kirine.
Di nav kesên ku ji bo rojnamegeran daxwaza cezayê girtîgehê kirine de kurê Serokomar Erdogan Bîlal Erdogan, Midûrê Ragihandinê yê Serokomariyê Fahrettin Altun, Dadger Bekîr Altun, Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî, Serokwezîrê dawîn Bînalî Yildirim, Mustafa Şentop û Mustafa Varank, Seroka Terîqeta Kadirî Bureyde Oncel, Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Abdurraman Yalçinkaya. Alîkarê Serokê Federasyona Wushu ya Tirkiyeyê (TWF) Abdurrahman Akyuz jî hebû.
Zavayên Erdogan li pey "tezmînatê" ne
Di mehên Nîsan, Gulan û Hezîranê de 5 rojnameger û qunciknivîs (Sedat Yilmaz, Hazal Ocak, Îsmaîl Arî, Yusuf Karadaş û Ceren Sozeri) û 4 rojname, zavayên Serokomar Erdogan Selçuk Bayraktar û Berat Albayrak û birayê Selçuk Bayraktar Haluk Bayraktar di çarçoveya dozên ku li wan vekirine de bi giştî daxwaza 825 hezar TL tezmînatê kirine.
Di nav van bûyeran de zavayê Serokomar Erdogan Selçûk Bayraktar bi qasî 150 hezar TL derbarê Rojnameya Yenî Yaşam û Sedat Yilmaz de doz vekiriye û nehatiye qebûlkirin. Selçûk Bayraktar û birayê wî Haluk Bayraktar jî ji ber sernava "TÛBÎTAK ji bo weqfa zava dixebite" bi qasî 250 hezar TL doz li rojnameya Bîrgunê û nûçegihanê wê Îsmaîl Ari vekiriye. Doz bi 200 hezar TLyî biencam bûye.
DW û VOA hatine astengkirin, 45 nûçe sansur kirine
Li ser daxwaza RTUKê ku di 9ê Sibatê de 72 saet dem daye malperên nûçeyan ên navneteweyî ku serlêdana lîsansê bikin, 1em Dadgeha Cezê û Aştiyê a Enqereyê ketina malperên nûçeyan ên Deutsche Welle û Dengê Amerîka (VOA) asteng kiriye.
Di sê mehên dawîn de Dadweriyên Cezê û Aştiyê û Yekitiya Pêkanîna Xwegihandinê herî kêm 45 nûçe asteng kiriye.
Serokê Dadgeha Destûra Bingehîn ji Meclîsê qanûn xwestiye
Parlamenterê berê yê CHP’ê Haluk Pekşen li rojnameya Kayserî Yenî Haberê doza tezmînatê vekiribû û bi ser ketibû. Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) di qonaxa Nîsan - Hezîrana 2022an de ev weke binpêkirina azadiya derbirînê û çapemeniyê nirxandibû û ji bo zirara madî 13 hezar 500 TL û ji bo lêçûnên dadgehê jî 4 hezar û 865 TL ceza li rojnameyê birîbû.
Di qonaxa Nîsan-Hezîrana 2022an de tu biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di çarçoveya azadiya çapemeniyê de nehatiye tespîtkirin. Di heman serdemê de DMMEyê îtîraza mehkûmkirina ji bo Tirkiyeyê ya di dosyayên nûçegîhanê rojnameya Die Weltê Denîz Yucel ku salek di girtîgehê de ma û rojnameger Nazli Ilicak a ku zêdetirî 4 salan di girtîgehê de mabû red kir. Rojnameger Mûyesser Yildiz ku ji ber girtina wê ya keyfî ya di sala 2020’an de doza wê li Dadgeha Destûra Bingehîn hate redkirin jî diyar kir ku ew ê serî li DMMEyê bide.
Yekîneya Hiqûqê ya Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA) ji bo nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Cemîl Ugur ê ku 2 gundiyên ku li Çataka Wanê leşkeran girtibûn helîkopterê û îşkence li wan kiribûn, kiribû nûçe û piştre ji ber vê
bi îdiaya “endamtiya rêxistinê”hatibû girtin û beraet kiribû serî li DMMEyê daye. MLSAyê ji bo Nedîm Tûrfentê ku di sala 2017an de li Colemêrgê bi iddiaya ku “Endamtiya PKKê” 8 sal û 9 meh cezayê girtîgehê xweribû jî serî li DMMEyê daye.
RTUKê milyon û 430 hezar û 85 TL ceza birîye
Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK) di van sê mehan de ji ber nûçe û weşana bernameyan bi giştî 37 caran cezayê pere li televizyonan birîye. Lijneyê bi tevahî milyonek û 430 hezar û 85 TL cezayê pere li televizyonan birîye. Lijneyê di heman heyama par de jî bi tevahî 46 cezayê pereyan û 20 roj sekinandina weşanê ji bo televizyonan, 1 cezayê îdarî ji bo radyoyan, 11 milyon û 300 hezar û 617 TL cezayê îdarî li kanalên televîzyonê û 6 hezar û 732 TL cezaya îdarî birîye.
Ji ber ku zarokê wê hebûye ji kar avêtine
Di qonaxa Nîsan-Hezîranê de ji ber nakokiyên li ser xeta weşanê herî kêm 3 nûnerên çapemeniyê ji kar hatin derxistin an go neçar hatin hêştin dev ji karê xwe berdin. Li aliyê din Rojnameger Emîn Çapa jî vegeriya Halk TVyê ku berê lê kar dikir. Li Samsûnê Rojnameger Zeynep Irmak Ocal a ku di Ajansa Nûçeyan a Demîrorenê de (DHA) dixebitî, ji ber ku zarok jê re çêbuye ji kar hatiye derxistin.(EO/NO/AY-FD)