Fotograf: Roza Yiğit (Arşîv)
Endama “Komaleya Dema Jinan” Newroz Ûnverdiyê ji bo encamên hilbijartina parlamenteriyê ya 14ê Gulanê diyar kir ku partiyên di nava Tifaqa Komarparêzan de cih girtiye, hema hema tevahiya xebatên xwe tenê li ser dijminatiya jinan û tunehesibandina jinan bi rê ve biriye: “Hewceye em bêjin ku bi vê encama heyî, deskeftiyên jinan di bin xetereyeke mezin de ne.”
Unverdiyê diyar kir ku “Helbet piştî ew fikrên mêrsalar bikevin meclîsê, ji jinan re hîn tişt wê dijwartir bibin.” Lê ew ê “Ji bo azadiya jinan têkoşîna xwe xurt bikin û hemû deskeftiyên xwe biparêzin.”
Piştî hilbijartina 14ê Gulanê ya Serokomarî û parlamenteriyê li gor encamên ne fermî, parlamenterên Partiyên wek Yeniden Refah û Huda-Parê jî hatine hilbijartin. Namzetên van herdu partiyan, di lîsteya AKPyê de ketibûn hilbijartinê. Tifaqa Komarparêzan a ku AKP û MHP serkêşên wê ne, bi tevlêbûna partiyên mîna Yeniden Refah û Huda-Parê weke blokeke mihafezekar tê penasekirin.
Desthilatdariya AKP-MHPyê beriya hilbijartinê Peymana Stenbolê betal kiribû û Qanûna bi hejmara 6284an a derbarê deskeftiyên jinan de jî di rojeva wê de ye.
Beriya ku xebatên hilbijartina 14ê Gulanê destpê bikin, Partiya Yeniden Refahê diyar kiribû ku yek ji şertên wê yên beşdarbûna nava vê Tifaqê jî Qanûna bi hejmara 6248an.
Yeniden Refah: Divê Peymana Stenbolê betal bibe
Partiya Yeniden Refahê Peymana Stenbolê weke xetereyeke mezin dibine. Li gorî vê Partiyê Peymanê, “Karên sereke yên dewletê ew tişt in ku divê pêşî li zerara manewî bigire û saziya malbatê ya ku misogeriya civakeka saxlem e biparêze. Ji ber vê yekê ye ku jî divê dewleta me demildest ji Peymana Stenbolê vekêşe”
Qanûna bi hejmara 6284an
Yeniden Refah, Qanûna bi hejmara 6284an jî weke “Qanûneke xirab” pênase dike: “Jina îdia dike ku rastî tundiyê hatiye, ne mecbûre vê îdiayê îspat bike, tenê gotina wê bes e. Lê paşê dema heman jin dev ji giliyê xwe berdide, ev gotin ne nayê qebûlkirin. Mesele vediguhere û dibe dozeke li ser navê raya giştî hatiye vekirin. Mêr hîna jî ji malê tê dûrxistin. Yanî dema mêr ji malê tê dûrxistin û bi vî awayî mal tê belakirin, gotina jinan derbasdar e, lê dema mêr vedigere malê û yekitiyê di nav malbatê de pêk bîne, gotina jinan nayê qebûlkirin. Ev nakokiyeke çawa ye? Ev qanûn ji bo mal û malbat bên parçekirin hatiye derxistin?”
Hûda-Par: Dewlet divê malbatê biparêze
Partiya Huda-Parê ku tev li Tifaqa Komarparêzan bûye, di pêvajoya xebatên hilbijartinê de têkildarî mafê jinan gelek caran politîkayên xwe û rêgezên xwe yên ji bo mafê jinan parve dikirin. Ji Navenda Giştî ya Şaxa Jinan a Hûda-Parê Zehra Çiftçiyê di 8ê Nîsanê de daxuyaniyek dabû û bal kişandibû ser têkiliyên jin û meran. Li gorî Çîftçiyê “tenê wezifeyeke jinan heye ew jî dayikbûne.” Çîftçiyê bi van gotinan behsa têkiliyên jin û meran kiribû: “Malbat ji zewaca jin û mêrekî pêk tê. Ji têkiliyên jirêderketî pêk naye. Dewlet divê (saziya) malbatan biparêze.”
Newroz Unverdî: “Tifaqê xwe li ser dijminatiya jinan ava kiriye”
Têkildarî nêrînên partiyên di nava Tifaqa Komarparêz de û bandora van nêrînan a di demên pêş de, endama “Komaleya Dema Jinan” Newroz Ûnverdiyê got, beriya hilbijartinê, desthilatdariya AKP-MHPyê politîkayên li dijî jinan û ya deskeftiyên jinan tune bihesibîne bipêş xist û bi vê yekê re partiyên weke Yenîden Refah û Hûda-Par kişandin ba xwe.
Unverdiyê destnîşan kir ku partiyên di nava Tifaqa Komarparêzan de cih girtine, hema hema tevahiya xebatên xwe tenê li ser dijminatiya jinan û tunehesibandina jinan bi rê ve birine: “Hewceye em bêjin ku bi vê encama heyî, deskeftiyên jinan di bin xetereyeke mezin de ne.”
“Em ê têkoşînê xurtir bikin”
Endama Komeleya Dema Jinan Newroz Unverdiyê bloka ku hatiye avakirin weke “bloka mihafezekar û nîjadperest” penase kir û diyar kir ku AKPyê di dema hilbijartinê de bazar li ser Qanûna bi hejmara 6284an kiriye: “Ew bi hişmendîya mêrsalar, dixwazin hemû deskeftiyên jinan wêran bikin û jinan bêdeng bihelin. Ji xwe hevkarîya vê tifaqê jî li ser vê hatîye ava kirin. Helbet piştî ew fikrên mêrsalar bikevin meclîsê, ji jinan re hîn tişt wê dijwartir bibin. Lê em jin jî dizanin, li hember van politîkayan qad û kolanên me ne û em ê bi rengekî birêxistinkirî, ji bo azadiya jinan têkoşîna xwe xurt bikin û hemû deskeftiyên xwe biparêzin.”
“Birêxistinbûna jinan pir girîng e”
Newroz Unverdiyê bal kişand li ser birêxistinbûna jinan a li dijî vê rewşê û got: “Piştî ewqas salan di meclîsê de hişmendîya mêrperest derket holê û polîtîkayên wan tenê li ser dijminatîya jinan û lbgtî+yan e. Ji bo têkoşîneke li hember vê ferasete, dibe ku em jin rêxistineke nû ava bikin. Dema em li hemû politîkayên partiyan dinerin, ji bo jinan û civakê girîngiya rêya sêyemin derdikevê holê. Ji ber ku li alîyekî rêyekê xwe li ser dijminatîya jinan ava dike heye, li alîyê din jî rêya seyem a ku bi jinên azad ber bi civaka azad xwe ava dike heye. Ji bo jiyan û hebûna jinan, zarok û ciwanan rêya sêyemîn girîng e.
“Jin wê mal bi mal xwe bigihînin jinan”
“Ji bo jiyana xwe û destkeftîyên xwe, me jinan heta îro çawa li ber xwe da, em ê ji vir şun de zêdetir li ber xwe bidin. Heta ku ew hişmendiya wan bêdeng bimîne û dijminatiya wan a li ser jinên azad û civaka azad biqede. Dê jin mal bi mal, kuçe bi kuçe xwe bigihînin jinan û rêxistineke bi vî rengî ava bikin.” (WT/FD)