Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê hejmara kesên ku li Tirkiyeyê derziya Covid-19ê li wan xistine aşkere kiriye. Li gorî van daneyan heta niha 20 milyon û 500 hezar derzî li mirovan xistine. Doza yekem li 12 milyon û 620 kesan, ya duyem jî li 7 milyon û 894 hezar û 625 kesan xistine.
Li gorî vê rewşê derzî herî zêde li Stenbolê li mirovan xistine û herî hindik jî li Colemêrg û Baybûrtê.
Di navbera herêman de newekhevî heye
Dema mirov rêjeya serjimara bajaran û hejmara derziyan dide ber hev, dibîne ku di navbera herêman de newekhevî heye.
Baybûrta ku hejmara derziyên hatine kirin herî hindik e ji sedî 21,21 derzî li mirovan hatiye xistin. Ev rêje li Colemêrgê ji sedî 6,22 ye.
Rêjeya lêxistina derziyan û serjimara bajaran li Şirnexê ji sedî 5,62, li Rihayê ji sedî 7,6, li Amedê ji sedî 10,77 û li Wanê jî ji sedî 11,03 ye.
Li hin bajarên Rojava û yên Behra Reş jî rêje wiha ye: Li Çanakkaleyê ji sedî 42,63, li Rîzeyê ji sedî 31,59, li Uşakê ji sedî 30,82, li Samsûnê ji sedî 30,72, li Mêrsînê ji sedî 26,2 û li Baybûrtê ji sedî 21,21 e.
Li Stenbolê ji sedî 21,16, li Enqereyê ji sedî 29,06 û li Îzmîrê jî ji sedî 31,8 e. (RT/FD)