Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî (1) (2) / ingilîzî (1) (2) bitikîne
Di roja yekem a derzîlêdanê de duh (14ê Kanûna Paşiyê) derziya CoronaVacê li 285 hezar xebatkarên tenduristiyê xistine.
Şîrketa Sinovac a Çînî ev derzî çêkirine û li dijî Covid-19ê du caran divê bê lêdan.
Piştî ku Saziya Derman û Kelûpelên Tibî ya Tirkiyeyê “Destûra Bikaranînê ya Lezgîn” da derziya CoronaVacê, Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê û endamên Lijneya Zanistê bi hev re beriya her kesî ev derzî li xwe xistin.
Fotograf: AA
Her weha Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) jî duh li Nexweşxaneya Bajêr a Enqereyê derzî li xwe xistibû. Piştî derzîlêdanê, Erdoganî gotibû "Îşev hevalên min ên parlamenter ên di Lijneya Navendî de û hevalên min ên din me li vir derzî li xwe xist û em dixin. "
Piştî wê jî li gorî “Stratejiya Bikaranîna Netewî ya Derziya Covid-19ê” ya bi pêşniyarên Lijneya Zanistê re hatiye avakirin, duh dest pê kirin ku derziyan li xebatkarên tenduristiyê bixin. Di lîsteya navborî de xebatkarên tenduristiyê di rêza yekem de ne ku divê derzî li wan bê dan.
Wê destpêkê li komên pêşanî bixin
Li gorî amarên Wezareta Tenduristiyê li Tirkiyeyê milyon û 100 hezar xebatkarên tenduristiyê hene. Piştî ku xebatkarên tenduristiyê, yên li gorî lîsteya ku Lijneya Zanistê amade kiriye dora wan, Wezaret wan agahdar dike. Her weha xebatkarên tenduristiyê dikarin bi rêya Sîstema Randevuyê ya Doktoran a Navendî (MHRS) navê xwe tomar bikin û biçin derziyan li xwe bixin.
Piştî xebatkarên tenduristiyê wê destpêkê derziyan li komên pêşanî bixin.
Derziya duyem jî divê li xwe bixin
Piştî doza yekem, hemû detayên derzîlêdanê wê bi rêya SMSan bên şandin û li ser hesabê sîstema e-Nabizê bê dîtin.
Doktor wê ji bo cara duyem derzîlêdanê, randevuyê bidin û agahiyên wê, dê bi SMSê bişînin telefona mobile. Her weha kesên bixwazin wê bikaribin randevuya xwe li ser hesabê MHRSyê û e-Nabizê bibîne û bixwaze dikare wê biguherîne. (TP/FD)